Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran!

Şeyhmus Ozzengin

Ji 17.09.2022an û virde, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bê rawest, xwepêşandanên li dij Dîktatorîya Îslamî a Îranê berdewam in . Bi qetilkirina Jîna Emînî re, Partîyên Rojhilatê Kurdistanê daxûyanîyek derxistin û gazî gelê Kurd û gelên Îranê kirin ku „dakevin kolanan û van kirinên rejîma Îran şermezar bikin“(!) Li gor vê bangê, pêşî li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê çalakîyan destpê kir û bi rojên dahatî re li hemû Îranê belav bû.

Çalakîyên Îran berbi ku ve diçe?

Şensê ku Rejîma Îranê hilweşînin çi ye?

Rojhilatê Kurdistanê û hêzên sîyasî yên kurdan çiqa amadene ku li Rojhilatê Kurdistanê statûyek sîyasî bidest bixin?

Daxwazên xwepêşanderan di vî warî de ne zelalin. Di derheka mafê jinê û gavên reforman de hinek dirûşme tên avêtin, lê ev ji bona guhertina rejîmê ne besin. Stratejîyek zelal û berbiçav xuya nake. Pêşengîyek honandî, ku xwepêşanderan organîze bike, xuya nake. Kesek, partîyek, an jî komîteyek xwedî vîzyon ku van çalakîyan bigihîne qada serkevtinan xuya nake.

Di qada navnetewî de dengekî bêdil derdikeve. Bi zimanekî dîplomatîk tenê kirinên Rejîma Îranê şermezar dikin. Ev bi tena serê xwe hêvîyê nade xwepêşanderan.

Ji ber van neerênîyên Muhalefeta Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rewş ne zelale. Dikare reformîstên Îran rewşa heyî ji bona berjewendîyên xwe bikar bînin. Ew ne zelalîya daxwazên xwepêşanderan, vê fersendê dide reformîstan, ku bi hinek reforman, pêşî li guhertina rejîmê bigirin.

Di destê rejîmê de hêzên çekdar wek Sipahê Pasdarên, Hêzên Parastina Şoreşa Îslamî- Basic û teşkîlatên Polîsan hene. Bi şîveyek dijwar tên ser xwepêşanderan, dikujin, birînhdar dikin û girsê ditirsînin. Li henber vê li pişt xwepêşanderan hêzek parastinê, ku xwepêşanderan ji êrîşên çekên hêzên çakdar yên rejîmê biparêze, tineye. An jî xuya nake.

Hêzên Rojhilatê Kurdistanê Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ava kirine. Ev navend çiqa amade ye ku çalakîyê Rojhilatê Kurdistanê organîze bikin û Rojhilatê Kurdistanê biparêzin, ev jî ne rûnd e.

Hêza çalakîyên Îran, ku li ser girsê bandora rêberên olî yên rejîma Îslamîst a Îranê bişkînin pir qels e. Ji bona stratejîyek guhertina rejîmê û bidestxistina destkevtinên Kurd û Kurdistanê neorganîzekirî ne. Çep û reformîstên Îran li henber doza Kurd û Kurdistanê di astek şovenîst de ne. Ev di çalakîyên hevpar yên Ewrûpa de derdikevin ber me. Naxwazin ku doza rewa ya Rojhilatê Kurdistanê derkeve pêş. Pêşî li dozê digirin û dikin dengê reformîstan. Di vî warî de helwesta partîyên Rojhilatê Kurdistanê jî zeîf xuya dike.

Li îranê rewşa jinan elbet pir girînge. Divî warî de ji bona azadîya jinê zelalîyek daxwazan jî heye. Lê pirsa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji van reforman pir pir mezintir e. Rejîm dîktator e û hemû hêz, tebaqe, cîns, hebûna olî, bawermendî, etnîkî xistîye bin zilmek mezin. Li seranserê Rojhilata navîn bingehek terorâ îslamî û metirsîdar ava kirîye. Heta ji rejîmê tê şer ji nav Îran derdixe û dixe dervê sînorê Îran. Êrîşên Dîktatorên Îslamîst yên Îran, ku êrîşî Başûrê Kurdistanê û binkeyên sivîl dike, bombebaran dike eve. Kurd bi tena serê xwe nikarin pêşî li van êrîşan bigirin û aktorên cîhanê jî di vî warî de bêdeng in.

Di destê rejîma Îslamîst û dîktator a Îran de Hêzên Basîc hene. Basic hêzek fanatîk û holîgan e. Ji bona wan kujtin, revandin û wunda kirin qet ne pirsgirêk e. Ev hêz di nava girsê de belavkirî hatine organîze kirin. Hejmara wan ne dîyare. Hinek bahsa heta milyonan dikin. Çek û dar di destê van hêzan de, ku dakevin kuçan wê qetlîamên mezin pêkwerin. Jiber ku girseya çalakvan bê parastine. Ev jî metirsîyek mezine ji bona çalakvanan.

Her çiqa ev rewşa neyênî ji bona şoreşek dij dîktatorîya rejîma îslamîst a Îran zeîf xuya bike jî, pir derfet hene ku ev rewş xwe bihone. Em di sala 2022 an de dijîn. Dema înternetê û medya civakî ye. Ev herdû derfet jî bi zanistî li henber dîktatorîyê û deşîfre kirina zaliman dikare serkevtinên mezin bidest bixe. Dîktator jî vê derfetê baş dizanin. Ji ber wê jî di her lebata girsê de, hemen gava yekem Înternet û medya civakî asteng dikin.

Hêzên kurdên rojhilatê Kurdistanê, ji hêzên hersê beşên Kurdistanê direvin. Nakevin nav hêzên Kurdistanê û ji kurdan pirtir bi opozîsyona Îran re têkildar in. Ev ji beşên din tecrît zerarê dide têkoşîna azadîya rojhilatê Kurdistanê. Divê hêzên Rojhilatê Kurdistanê, bi hestên Kurd û Kurdistanî, hin li welat û hin li Dîyaspora bi hêzên kurdistanî re tev bigerin.

Her civat, bi piştgirîya civata xwe heye û tenê bi civata xwe re dikare bijî. Bapîrên me belasebeb negotine „her teyrik bi refên xwe re difire“!

30.09.2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *