Aqûbeta qatilên pitika bi navê Wanyar Rehmanî  jî dê wek aqûbeta Sedam Huseyînî be

Piştî ku Dewleta Îranê keça Kurd Jîna Emînî bi îşkenceyê kuşt, gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelê Îranê, ji bo protesto kirina kuştina Jîna Emînî, bi beşdarîya bi deh hezaran kesan, greva giştî û serîhildaneke mezin li dar xistin û ev serîhildan hîna jî berdewam e. Dewleta Îranê heta nuha 76 xwepêşander qetil kirîye û bi hezaran jî girtî û birîndar hene.

Dewleta Îranê ji bo  şikesta xwe ya li himberî serîhildana gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê, bi êrîşên hovane binixumîne, roja 28.09.2022yê, bi moşekan(fuze, sarox) û bi dronên bombekirî, êrîş bir ser cîh û war û baregehên li Başûrê Kurdistanê yên PDK Îran(Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê), Komeleya Şoreşgerê Zahmetkêşên Kurdistana Îranê û PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) a Rojhilatê Kurdistanê.

Dewleta Îranê dibistanên zarokan û cîhên ku malbatên ji Rojhilatê Kurdistanê lê dijîn jî kiribû armanca êrîşên xwe. Di encama van êrîşan da 18 kes hatin kuştin û ji 50yî zêdetir  kes jî birîndar bûn.

Di encama van êrîşên Dewleta Îranê da, bi navê Rêhan Kenanî jineke ducanî a Kurd a Rojhilatê Kurdistanê, li baregehê PDK Îranê yê li bajarê Koyê canê xwe ji dest da û pitika wê ya bi navê Wanyar Rehmanî, bi midaxaleya diktoran, bi saxî hate dinyayê. Lê mixabin li gel hemû hewlên tenduristîyê jî,  Wanyar Rehmanî  canê xwe ji dest da.

Dewleta Îranê, divê bizanibe ku,  gelê me yê bi rûmet dê bi van êrîşên dijminane, hovane, nemirovane serê xwe netewîne, neçemîne. Bi sedhezaran Wanyar Rehmanî , dê van qatilên gelê Kurd û qatilên mirohîyê di wê xwîna ku wan rijandiye da bifetisînin.

Ew Sedam Huseyîn ê ku 8000  Barzanî, 5000  Helebçeyî, 182.000 zarok, jin û gênc û pîrên Kurdistanê bi saxî binax kir, enfal kir, bi çekên kîmyewî qetil kir,  îro li ku derê be, aqûbeta wî çi be; tu şika me jê tuneye, van rêvebirên Dewleta Îranê,  yên ku  Kurdan  îdam dikin, yên îro bi dron û moşekan,  pitika bi navê  Wanyar Rehmanî  û 18 Kurd kuştine, zarokên di dibistanê da, xelkê sivîl û têkoşerên doza rewa ya azadî û rizgarîya Kurdistanê dane ber moşekan jî dê herin cem Sedam Huseyînî, dê aqûbeta van rêvebirên Dewleta Îranê jî wek aqûbeta Sedam Huseyînî be.

Nevîyên şehîdên Enfalê, Helebçeyê, Barzan, nêvîyên hemû kedkar û şehîdên doza azadî û rizgarîya Kurdistanê, îro li Başûrê Kurdistanê, li ser Parlamentoya Federe ya Herêma Kurdistanê Alaya Kurdistanê libadidin. Û di demeke minasib da jî, dê wê biryara ‘’Belê’’ ya  ji %93ê gelê me ya ji  bo serxwebûnê bicîh bînin.

Tu şika me  jê tuneye ku, li Rojhilatê  Kurdistanê jî nevîyên Pêşewa Qazî Mihemed,  nevîyên kedkar û şehîdên doza azadîya Kurdistanê, xuşk û birayên pitika bi navê Wanyar Rehmanî,  dê rojekê li Mehabadê, li Meydana Çarçirayê  azadî û rizgarîya  Rojhilatê Kurdistanê îlan bikin û dê Alaya Kurdistanê li ser axa Kurdistana Azad libabidin.

Em van êrîşên Dewleta Îranê yên ku li ser baregehen sê partîyên Rojhilatê Kurdistanê hatine kirin rûreş dikin û em piştgirîya xwe li her sê partîyan û li gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê radigihînin.

Ruhê şehîdên me şad, cîhê wan biheşt be. Em sarsaxîyê ji malbatên şehîdan û ji gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê ra, şîfaya xêrê ji birîndaran ra dixwazin. 30.09.2022

Mustafa Ozçelîk(Serokê Giştî yê PAKê)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *