Di Sedsaliya Peymana Sykes Picot de, Ji bo rojeke Serbixwe Xwepêşandan!

Bang li Kurdên ku li Ewropayê dijîn,

Xwişk û birayên dilovan,

Sala 2016an sedsaliya Peymana Sykes-Picot e û peymana hanê sedema bîngehîn a bîndestiya gelê me ye, parçe bûna welatê me ye, sedema bê statu kirina miletê Kurd e, ku yek ji qedîmtirin gelên Rojhilata Navîne.

Kurd û Kurdistanîyên li diyasporayê dijîn,

Ronakbîr û çalakvanên Kurd yên li Ewrûpayê,di sedsaliya Peymana Sykes Picot da, li welatê Elmanya, li bajarê Kolnê, roja 14.05.2016an de xwepeşandanek bi navê “Ji bo rojeke Serbixwe” amade kirine û hinek hunermend û saziyên demokratîk û partiyên siyasî jî pîştgiriya xwe li çalakiyên hanê ragihandine.

Em partî û hereketên ji bakurê Kurdistanê, ku navê me li jêr in, daxwaz ji heval, hogir û aligirên xwe, ji hemû Kurdistanîyên ku li Ewropayê dijîn dikin, ku ji bona serkeftina  vê çalakiyê kar û xebatê bikin û bibine alîkarê Komîteya Amadekariyê.

Em bangê hemu Kurdên Ewropa dikin, ku bi Alayê Rengîn ve beşdarê çalakiya hanê bibin û daxwazên netewî û demokratîk yên gelê Kurd bigihînin bîr û rayê cîhanê.

Dilsozên Kurdistanê,

Xwişk û birayên ji welatê xwe dûr ketî ne,

Dê werîn, jîn û zarok û kal û pîr, em pêkve di bin Ala Rengîn û di bin dirûşma “Rojek Ji Bo Serxwebûnê” beşdarî çalakiya hanê bibin;

Werîn em rojek nasnama xwe ya partîtîyê dêynin alîyekî û li jêr Ala Kurdistanê da daxwaza serxewebûna welatê xwe bikin; bi qîrin û hewar bikin û bêjin, ku “damezrandina dewleta serbixwe mafê me ye jî”.

05 Gulan 2016;

HEREKETA AZADÎ ,PAK, PAKURD, PDK-BAKUR,PSK,

Dem: 14.05.2016

Seat:13.00

Navnişana çalakiyê:

Heumarkt- 50667 Koln

Elmanya

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *