Di roja mirina Atatirk de divê Kurd çi bibêjin û çi bikin?

Îbrahîm GUÇLU

Dîktatorê dewleta Tirk û Atayê wan di 10.11.1938an de jiyana xwe ji dest da.  Yanî beriya 84 salan ji nav burokratên xwe yên leşkerî û sivîl mala xwe bar kir. Dema ku Atatirk jiyana xwe ji dest da, neteweya Tirk jî pir jê hez nedikir. Bi zorê ji wî re, ji dîktatoriya wî re îtîat kirin. Dema ku ew mir Tikên ji wî hez nedikirin, çi gotin û çi kirin mijareke gelek balkêş e. Lewra wê demê ew hîn qasî îro di nav Tirkan de nebibû serokekî civakî. Wek tê zanîn ku bi perwerdeya îdeolojî û fikrên wî perwerdeyek bi zorê dest pê kir. Heta sala 1950yî tirkekî newêrîbû li hemberî dîktatoriya wî xwe bilivîne. Bes di dema wî de, wî ji bona ku giraniya mixalefetê û dereceya hezkirina wî tespît bike rê da ku ji derveyî CHPê parti ava bibin. Wan parrtiyan beşdarî hilbijartinê herêmî bûn. Di encama hilbijartinan de derket holê ku gelê Tirk jî ji wî hez nake. Loma wî û bi aparata dewletê ya kolonyalîst û faşîst û nîjadperest ew partiyan qedexe kir. Berpirsiyarên partiyê hefsi kir û di dadgehên Îstîklalê de ku serok û şervanên kurdan di wan dadgehan de hatibûn darizandin, hatin darizandin, bi cûdaxwaziya dewleta Tirk û bi piştgiriya serhildanên neteweyî yên Kurdistanê hatin tewanbar kirin û ciza girtin.

Piştî mirina wî, dîktatoriya yek partiyê (CHP), yek serokî (Îsmet Înonu) û yek îdeolojiyê (Kemalîzmê) domand. Tirk jî bi îdeolojiya Kemalîzmê hatin perwrde kirin, her Tirkek bi awayekî bû Kemalîst. Îro di roja mirina wî de, ev rastiya careke din diyar bû. Îslamiyan û mûhafazakaran ji Kemalîstan zêdetir qimet dan mirina wî û ew bi awayekî gelek bi coş û cemahîrî bibîranîn.

Dema mirov li sala mirina Atatirk binêre, gelek aşkere diyar dibe ku piştî an jî di rojên ku li Dersîmê qetlîam çêdibû jiyana xwe ji dest daye. Hîç şik tune ye ku biryara Qetlîama Dêrsimê ji aliyê wî de hatiye girtin û hatiye tetbîq kirin. Beriya Qetîanma Dersîmê li Kurdistanê û li Zîlanê qetlîam pêk hatine. Ew jî bi biryara Atatirk û hevalên wî hatiye girtin.

Kurdan dema ku Atatirk miriye, di derbarê wî de nayê zanîn ku çi helwest nîşan dane û çi nivîsandine. Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku li hûndirê welêt tu tiştek hatibe gotin û hatibe nivîsandin. Lewra li ser Kurdan tirsa faşîst û terorê ya dewleta Tirk û Dîktatoriya Atatirk hebû. Mimkûne ku mirovên doza Kurd û Kurdistanê li beşên din yên Kurdistanê û li derveyî welêt bîrûreyên xwe nivîsandibin..

Ez vê mijarê hewcedarî lêkolînekê dibînim.

Piştî salên 1946an ku li Tirkiyeyê ji derveyî CHPê Partiya Demokrat (PD) ava dibe li hemberî Kemalîstan helwest tê guhertin. Piştî van salan kurdên çep dîsa piştgiriya CHPê dikin. Ew Atatirk şoreşger, li dijî emperyalîzmê wek rizgarîxwazekî bi nav dikin. Lê nasyonalîstên kurd û Kurdên ku li dijî qetlîamên Atatirk bûn, piştgiriya xwe ji Partiya Demokrat ya Menderes re nîşan didan.

Lê dîsa jî di derbarê roja mirina Atatirk de tiştek nehatiye nivîsandin.

Bi taybetî rexne li dijî Kemalîzmê piştî salên 1974an vekirî dest pê kir. Lê di vê mijarê de çep û sosyalîstên Kurd dîsa du beş in. Beşek ji wan pişitgirên Kemalîzmê ne. Tevgera Riya Azadî û Tevgera DDKD/KİPê Piştgiriya CHPê kirin. Tevgera Rizgarî-Ala Rizgarî, KUK, Kawa, Têkoşîn li dijî hemû partiyên dewletê xwediyê helwestê bûn û piştgirî ji wan re nîşan nedidan.

Di wê merheleyê de jî di roja mirina Atatirk de bêdengî û bêhelwestî hebû. Heta nûha jî ev helwesta didomîne.

Îsal jî kurdperweran, rêxistin û partiyên Kurdistanê di derbarê roja mirina Atatirk de tiştek nenivîsandin. An jî min tiştên hatine nivîsandin nedîtin.

Min îsal di derbarê roja mirina Atatirk de deriyek vekir. Min peyameke hevbeş di Twîtterê de weşand. Ji bona ku facebook a min van rojan xwediyê pirsgirêkê ye, min nikarî di faceboookê de bişweşînin.

Peyama min du beş bûn, bona Tirkan û Kurdan peyamek bû.

Min di peyama xwe de got: 1-Mafê neteweyekî heye ku serokê xwe bi rêz bibîrbînin. Tirk jî vê yekê dikin. Lê divê dema ku neteweya Tirk serokê xwe û Atayê xwe bi bîrtînin qetlîamên  wî û Dewleta Kemalîst Tirk yên li Kurdistanê pêk anîne ji bîra nekin.

2-Kurd jî di vê roja mirina Atatirk de, kal û pêrên xwe yên hatine qetil kirin, qetlîamên li  ser neteweya kurd pêk hatine, serok û şervanên  xwe yên hatine îdam kirin, bi taybetî jî Serokên xwe Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza bînin bira xwe, wan bibîrbînin.

Pêşniyara mine we ku di roja mirina Atatirk de, em kurd wê rojê bikin qempenyaya rûreşkirina Qetlîamên Atatirk û Dewleta Kemalîst ya Tirk; bîranîna serok û şervanên neteweyî yên Kurdistanê.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *