Dezgeha Xêrwazî ya Barzanî arîkariyan digehîne Efrînê

Berpirsê Ragehandin û Peywendiyan ê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî radigehîne, “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî arîkariyên xwe gehandin xelkê Efrînê û soz daye wan ku dê berdewam bi wan re bin û dê hemî pêdivîtiyan ji wan re dabîn bikin”.

Berpirsê Ragehandin û Peywendiyan ê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Rewac Hacî îro (Yekşem, 21.1.2024) ji K24ê re ragehand, “Me soz daye xelkê Efrînê ku berdewam bi wan re bin û xizmetkariyan pêşkêşî wan bikin, li her gundekê sinorê Efrînê ambulansek hatiye danan ku wekî nexweşxaneyên gerok tên bikaranîn, ji bo ku xizmeta welatiyan bikin”.

Berpirsê Ragehandin û Peywendiyan ê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî amaje da, “Em bizavê dikin ku komên xwebexş ji diktorên biyanî û yên Kurd bînin û serdana gundên Efrînê bikin ji bo ku çareseriyên pêdivî ji bo welatiyan bikin, herwesa li kertê perwerdeyê jî em bizavê dikin ku arîkariya tevaya xwendekaran bikin û pêdivîtiyên xwandinê jê re dabîn bikin”.

Herwesa Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Îsmaîl Ebdulezîz jî li roja Duşemê, 15ê Çileya 2024ê, ji K24ê re ragehand, “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di roja yekê ya erdhejê de ku li Rojavayê Kurdistanê rû da, tîmên xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê û xasma ji bo Efrînê şandine. Ev dezgeh ji wê rojê were berdewam bi xelkê Efrînê re ye û arîkarî jê re şandine”.

Wî Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî herwesa ragehand, “Ev cara şeşê ye tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî serdana Efrînê dikin û arîkariyan pêşkêş dikin”.

Îsmaîl Ebdulezîz amaje da, “Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Serokê Borda Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî van arîkariyan ji bo Efrînê dişîne”.

Herwesa behs kir, “Me li bajarê Efrînê Senterê Barzanî damezrandiye, ku senterekê rewşenbîrî ye û ev şeş meh in karê xwe dike, arîkariya xelkî dike. Herwesa mehane bi rengekê berdewam arîkarî ji wan zarokan re tên pêşkêşkirin, ên ku navên wan wekî parek ji pirojeya Ezîzên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê hatine nivîsîn”.

K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *