Ala Kurdistanê!

ALA RENGÃŽN

Her miletekî ser rûyê vê dunyayê, xwedîyê welatê xwe ye, serbixwe ye, azad e, xwedî dewlet e! Sembola hukumranî û dewletbûna miletan, ala wan ya netewî ye. Loma ala, nîşana neteweyek serwerê welatê xwe ye, nîşana serxwebûn û azadîya xwe ye.

Her milet xwedîyê yek alê ye. Gelê Kurd di seranserê dîrokê de gelek dewlet avakir û her dewleta Kurd jî xwedîyê ala bû. Li gor efsaneya Kawa û avabûna împaratorîya Med, navê alaya wê Drefşa KAWA bû!

Piştî deweleta Med ya Kurd, gelek dewletên Kurd avabûn û têkçûn. Lê gelê Kurd li ser xaka bav û kalên xwe her ma, ala tekoşîna rizgarîyê û serxwebûnê qet ji dest xwe berneda. Gelê Kurd, her çend di bin dagîrîya împaratorîyên zordar û zalim de bû jî, di her qonaxa dîrokê de, rêber û rewşenbîrên Kurd doza rizgarîya welatê xwe meşandin, rêxistin avakirin û tekoşîn dan.

Di serê sedsala 20an, dema piştî Şerê Cîhanî ku gelên bindest û kolonî ji Çîn û Hindê, heta bi Efrîqa û Emrîka Latîn rabûn ser lingan û doza serxwebûnê kirin, gelên Balkan û Ereb jî ji bin destê împaratorîya Osmanî rizgar bûn; gelê Kurd jî dest bi rêxistinî û tevgera rizgarîya xwe kir. Rêberên miletê Kurd jî ji bo azadîya gelê Kurd, komele û partî avakirin û dest bi tekoşîna rizgarîyê kirin.

Di sala 1919an, komela Kurd ya bi navê Teşkîlatî Îçtîmaîye Cemîyetî, bi hevkarîya rewşenbîr û Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê, Ala Kurdistanê ya yekîtî, serxwebûn û dewletbûna Kurd sembolîze dike amade kirin.

Di 1927an de, dema partîya XOYBÛN ava bû û biryara şerê çekdarî da, Ala Rengîn, wek ala Kurdistanê hat qebûlkirin û şeş sala li Agirî û herêmên serhildanê hat bilindkirin.

Ala Kurdistan, li Mahabad, di 17 Çile 1945 de li ser avahîya dadgeha dewletê hat daliqandin. Dema ji alî Pêşewa Qazî Muhemed û hevalên wî, di 22 Kanûn 1946an de Komara Kurdistan hat îlankirin, Ala Rengîn, wek alaya Komarê bi fermî hat bilindkirin. Dema Komara Kurdistan têkçû, Pêşewa Qazî Mûhamed, Ala Rengîn spart Serok Mistefa Berzanî.

Parlamentoya Dewleta Federal ya Başûrî Kurdistan, di rûniştina Mijdara 1999an de, 17yê Çile wek roja Ala Rengîn pesend kir.

Îro gelê Kurd, Ala Rengîn, li her çar perçê Kurdistanê wek ala xwe ya netewî dibîne. Dema 2014 yê Cotmehê de, pêşmergeyên qahreman di Bakurê Kurdistan re derbasî Rojavayê Kurdistanê, Kobanî bûn, gelê Kurd yê Bakurê Kurdistan, bi sedhezaran bi alên rengîn pêşmergeyên qahreman pêşwazî û silav kirin.

Îro li Rojhilatê Kurdistan, agirê serhildana azadî û rizgarîyê ku ji alî Jîna Emînî ve hat vêxistin, li seranserê Kurdistanê û li hemî cîhanê, bi bilindkirina Ala Kurdistan tê ajotin.

Heta ku gelê Kurd li ser xaka bav û kalên xwe bijî, wê xwedî li serwerîya welatê xwe, serxwebûn û azadîya neteweya xwe derkeve.

Ala Kurdistan, nîşan hebûna gelê Kurd de!

Ala Kurdistan, remza tekoşîna serxwebûna neteweya Kurd e!

Ala Kurdistan, bîranîna hemû rêber û şehîdên Kurdistan e!

Helbesta Cegerxwîn ya li ser Ala Kurdistan

 

Ala rengîn

Ala rengîn pîroz û xweş, te hildigrim diçim bi meş
Tu li ser milên xortên ciwan, di nav te de yek rojek geş
Ala sê reng î tu, bi nav û deng î tu, nişana ceng î tu
Ey xortê kurdan silavê lê bikin

Îro me tu kirye himbêz, rojek wê bê te bikin rêz
Li ser bana, li eywana, roja şadî bi xeml û xêz
Kesk û sor û zer î, nişana zafer î
Ey keçên kurdan silavê lê bikin

Te bi zîv û zêr tevde kildim, roja cengê ez te hildim
Ger ez bimrim, ger ez rabim, cegerxwîn im serbilind im

Ala sê rengîn î, pîroz û şêrîn î, nişana mizgîn î
Ey xortê kurdan silavê lê bikin

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *