DERBARÊ PÊŞENGEHA/FUARA PIRTÛKAN DE ÇEND GOTIN

Lokman Polat

Li ser fuara pirtûkan a Amedê gelek gotin hatin gotin û gelek tişt hatin nivîsîn. Ez jî dixwazim bi çend gotinan çavdêriya xwe, tiştên ku min dît û dîtinên xwe bînim zimên.

Ez du sal berê beşdarê fuara pirtûkan a li Stenbolê bubûm. Di wê fuarê de nehemû, hinek weşanxaneyên kurdan beşdar bubûn. Lê ya li Amedê hema bibêj tevahiya weşanxaneyên kurdan beşdar bûn, stand vekirin û pirtûkên ku van weşanxaneyan weşandibû firotin.

Ji bo ku ji nîv milyonî zêdetir ji xelkê însan hatin fuarê lewre jî di fuarê de gelek pirtûkên kurdî û pirtûkên tirkî yên derbarê kurdan de hatin firotin. Pirtûkên kurdî herî pir di vê fuara Amedê de hatin firotin. Hinek weşanxaneyan di rojên fuarê de pirtûkên nû bi çapa dîgîtal çap kirin û anîn di fuarê de firotin.

Di fuarê de herî pir pirtûkên li ser dîroka kurdan, yên li ser folklorê û çîrokên folklorîk, lêkolînên li ser kurdan yên bi tirkî û kurdî, romanên kurdî û helbestên kurdî hatine firotin. Fuar digel firotina pirtûkan bubû qada şahiyê, hevûdu dîtinê, dengvedana stranên kurdî, festîfala çandî û hwd, bi rengîn bû.

Ji 300î pirtir nivîskarên kurd û hinek nivîskarên zimanê tirkî ku bi tirkî berhem afirandine beşdar bubûn. Ji derveyê welat, ji ewropayê beşdarî hindik bû. Ji Swêdê Malmisanij, Kemal Burkay, Ez/Lokman Polat û nivîskara kurd a jin Aynur Aras beşdar bubû. Ji Holandayê Yusuf Kaynak, ji Almanyayê Mîr Qasimlo beşdar bubû.

Pêşengeh/fuar ji bo nivîskaran bubû qada hevûdu dîtinê, hevûdu nasînê. Gelek nivîskarên ku min ew qet rûbirû nedîtibû di fuarê de min ew dîtin. Wek mînak: min birêz Yusuf Kaynak, Dr. Îbrahîm Mîrze, Îbrahîm Gurbuz, Roj Agir, Înan Eroglu, Nezîr Cibo û hwd, berê nedîtibû, lê di fuarê de me rûbirû hevûdu dît. Min ji zûve mamoste Îsmaîl Beşîkçî nedîtibû (cara pêşîn min û wî hevûdu li Ankarayê dîtibû.) min li fuarê ew dît. Min ji zûve serokê PSKê Bayram Bozyel nedîtibû min ew jî dît û herweha min gelek nas û dostên xwe li wir dît. Serokê Dem-Parê û hinek wekîlên gel jî hatin di fuarê de geriyan.

Di fuarê de tiştê ku bala min kişand sê, çar stand tim derdora wan qelebalix dibû. Standên ÎBV, weşanên Nûbihar û weşanên Aramê hertim qelebalix dibû. Standa ÎBV/Îsmaîl Beşîkçî Vakfî ji ber dîtina hêja Îsmaîl Beşîkçî qelebalix dibû. Standa Nûbiharê çiqas hecî, xoce, mele, îmam û kesên olî, olperest bihata berê xwe didane standa Nûbiharê. Stantda weşanên Aram jî tije keç, xort û jin dibû. Du nivîskarên ku heryek 30 sal hepis razabû, Mizgîn Ronak û Cîhan Ozyildiz di standa weşanên Aram de pirtûkên xwe îmze dikirin û derdora wan tije keç û xort û jin kom dibûn. Standa weşanên Deng jî ji ber bi serokê PSKê Bayram Bozyel re sohbet kirin, vala nedima.

Ji bo ku ez ji Swêdê çûbûm beşdarê pêşengehê/fuarê bubûm hinek kesan ji min pirsa çend nivîskarên kurd yên li Swêdê dimînin kirin ku çima ew nehatine beşdar nebûne. Min ji wan re got; Ez nizanim çima nehatine, lê ez hêvîdarim ku sala bê dîsa fuar pêk were û ew jî werine beşdar bibine.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *