Cano AMEDÃŽ
Ger armanca sereke “demokratîk bûna” dewleta dagirker be, hevce nake ked, ezîyet û xebatek din bikî. Bi hezaran rê û pergalên sîstemê hene, keremkin ji xwe re pergalekî bipejirînin. Bê êş û zehmetiyan li pey hêvîyên xwe bimeÅŸin.
Ev dewleta dagirker bi hemû rê û rêbazên xwe, bi hemû alavên xwe, bi sîstem û prensîbên mejiyê damezrandinê, hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurdistanê û netewên din ava kirîye. Îro jî bi qasî misqalekî paşve gav ne avêtîye û her diçe berbe qeyranên civakî, sîyasî û abori ve diçe.
Gelo tu yê bi “tunebûna” xwe vê dewleta dagirker çewa “demokratîk” bikî!?
Di vê derbarê de, tu daxwazek gelê wan tuneye, di nav hewldanek berbe çav de jî nînin. Tu hêzekî tekoÅŸer li qadê xuya nake, yên bi navkî hene ku li ser piÅŸta gelê Kurd di meclîsê de “nok”an di kelînin pesnê bapîrên xwe didin. Cemal, Talat û Enver, parêzvanê Ergenekon û Kuvvayi Milî yên nû serê kanî û rûbaran girtine, gelo hûnê dermanê ” demokratîk bûnê” çawa peyda bikin?
Pêwistiya gelê kurd bi hiÅŸmendîyek netewî, bi mêjiyekî kurdî, bi ḥêzbûnek girsayî, bi helwest û seknek kurdistanî heye. Gelê Kurd ne mecbûr e ku di nav koma kujeran de, ji xwe re ” kujerê baÅŸ” bipejirîne. Gelê kurd bi daxwazên xwe yên stratejik, bi siyaset û helwestên xwe, bi rê û rêbazên xwe divê cudabûna xwe derxe pêş, bi tekoşîn û hêzbûna xwe, dijberê xwe yê hov neçar bike ku devji sîyaseta inkar tunekirina me berde, li dîyalog û çareserîyê bigere.
Tecrube û dîroka têkoşîna sed salên dawin, gelek nimûneyên erênî û neyênî radixe ber çawan.