GUNCAV KİRİNA “SÊ TARZÊ SÎYASETÊ” Û ROLA KURDAN

Cano AMEDÎ

Ji demen têkçûna împaratorîya Osmanî vir de, kadroyên İttihat Terakki bi destê Teşkilat-ı Mahsusa bingeha cîhwarên xwe li ser jenosayda gelan û olên cuda avakirîye. Gelê Kurd, Ermen, Suryanî Keldanî û Rûm di heman deman de bi jenosayd û kirkirên mezin ve rûbirû bûne.

Bi taybetî jî gelê Kurd, di pêvajoyên giran de derbas bûye, li hemberî stratejîyên kûr, dirêj û hovane de berxwedanek domdarî nîşandaye. Lê mixabin li gor şert û mercên wan deman û ji ber ku gelê Kurd pêvajoya netewbûnê ji paşve şopandîye, li hemberî êrîşên hovane û polîtîkayên asîmîlasyonê bi ser neketîye.

Dewleta Tirk, hebûna xwe, li ser tunebûna netewên din ava kirîye. Rûpelên dîrokê, bi mînak û belgeyên cuda xwedî dewlemendîyek balkêş e. Encamên trawmayên dîrokî ku ji nifşan derbasî nifşan dibe, îro jî li ser civatê xwedî bandorek giran e.

Erdnîgarîya Kurdistanê, di heman deman de bûye qada şer, talan û dagirkerîyê. Gelê Kurd û netewên din, bi jenosayd û qetlîamên domdar re rûbirû mane. (Kurdên Ezdî, Ermen, Suryan, Keldan û Rûm)

Talat Paşa û hevalên wî (Enver, Cemal û hwd), xwedî fikir û projeyên tawanbarîyê ne. Kadroyên duyem, aqil û staratejîya wan, di warê pratîkî de bi cîh anîn û komara Tirk damezrandin. Ew kadroyên bi projeyên jenosayd û nefîkirinê li ser xwîna gelan, dewleta Tirk ava kirine, mîratek tawanbarî radestî nifşên pey xwe kirine, li ser wê bingehê îro nebîyên wan desthilatdarin.

Dewleta Tirk, bi formulasîyona “sê tarzê sîyasetê” hatîye dizayn kirin. Ev formulasîyon, ji alîyên kesên ne Tirk yên mîna: Yusuf Akçura (Tatar), Hüseyinzade Ali (Azeri), Ahmet Agoyef (Azeri), Ziya Gökalp (Kürd), Mois Kohen (Cûhî) Ömer Seyfettin (Çerkez), Dr Nazim (Selanik), Dr Bahtin Şakir (çerkez) û hwd ve hatîye amde kirin. Felsefa dewletbûna tirkan, li ser sê lingên esasî formüle kirine, bi destxistana axê/erdnîgarîyekî, avakira neteweyek û bi afirandina zimanekî fermî dewleta tirk damezrandine.

Damezrandina Tirkîyê, li ser felsefe û polîtîkayên dewletbûnek yekrêz û avakirina neteweyekê hat meşandin. Ev polîta, di warê astengkirin û tunekiran ziman de rolekî girîng bi cîh anî. Perwerdeya mecbûrî ya yek zimanî, rê li ber sîyaseta pişaftinê (asîmlasyonê) hêsan kirîye.

Dewleta tirk, alfabeyên cuda qedexe kir, alfaba Osmanî, di şevekê de ji holê rakir û mêjîyê civatê paqij kir (reset kir), di şevekê de bîrdanka civatê, wek kadîna qayê wala kirin. Zana û nezan, xwendevan û kesên ne xwendevan, di şevekê de bûn wek hev û li ser rûpelek nuh, dest bi perwerdeya Kemalîzmê kirin. Alfabeya latînî, di hemû qadên jiyanê kirin desthilatdar. Kilîd li derîyên medresan xistin û hemû beşên civatê kişandin asta zaroktîyê. Perwerdeya zarokan gelek hêsan e, fêrbûna alfabeyek nuh, hevokên nuh, zimanekî nuh, hişmendîyek û dîrokek nuh, bi xwe re civaknasîyek nuh derxist holê…

Bi avakirina dewletek nijadperest û mîlîtarîst, bingeha “yek dîn, yek mezheb, yek îdeolojî(Kemalîzm), yek al, yek ziman û yek welat” danî û bi hêsanî dan meşandin. Ev sîyaseta hanê, li ser kêm netewan bê êş û bê problem, bi hêsanî hat meşandin.

Hinek jê, di destpêkê de nasnama Tirk û zimanê tirkî bi şêweyek xwebexş bijartin. Netewên din û gelên bi qetlîam, jenosayd û bi pergala zilmê rûbirû bûn. Di destpêkê de gêlê laz, çerkez, cuhî, pomak, tatar û kêm netewên din ala sipî hildan. Gelê Kurd, ji qirkirina Koçgirî bigire heta jenosayda Dersimê di hemû deman de û li hemû hereman, di nav hewldan û berxwedanan de bû. Dewleta dagirker, hemû amûrên zilmê bi kar anî; lê gelê Kurd ala dîlbûnê hilneda û di berxwe da.

Dewleta tirk bi jenasoydek sipî ya domdar, polîtîkayên pişaftinê (asîmlasyonê) didomîne û ev sed sal zêdetire dixwaze erdnîgarî, demografî û civaknasîya gelê Kurd biguherîne. Bi şêweyek sistematik û mobîlîze ji Balkanan, ji Kafkasya û welatên din komên netewê din li bajar û wargehên Kurdistanê bi cîh dikin. Niha jî kom bi kom cîhadistên tundrew, ereb û tirkmanên li Surî û İraqê li seranserê Kurdistanê kom bi kom bi cîh dikin. Dîsa bi milyonan gelê Kurd ji ber zilim û qetlîamên hovane, dev ji gund û bajarên xwe berdan, li bajarên tirkan yên mezin bi cîh bûne.

Ev aqilê jenosaydê, îro bi şêweyek zîndî desthilatdar e û di nav hewldanên bicîhanîna xwen û xeyalên bapîrên xwe de dimeşe. Hebûna xwe, li ser tunebûna neteweyên din didomînin. Ji bo têkoşîna rizgarîya Kurdistanê bi ser nekeve şûrê xwe tûj kirine û gefan dixwin. Bi piştgirîya xwefiroş û bê eslan dixwazin civata Kurd ji nîrx û hêjayên xwe dûr bixin. Nakokîyên civakî, sîyasî kûr dikin û dixwazin sûdê ji wan bigirin.

Em şahidin ku îro jî xewn û xeyalên panturkîzmê û panîslamîzmê li ser bingeh û rêgeha narkotîzmê dimeşe. Desthilatdarîya îroyin, bi tundî vê şopê di şopîne û dixwaze pergalên “sê tarz sîyasetê” bi cîh bîne. Bawerîya şopînerên panturkîzmê ew e ku “demek dirêj tirk ketine xizmeta islamê, divê îslam jî xizmeta tirkan bike”. Lê belê em baş dizanin ku di warê îlmî, fikrî û bawerîyê de tu rolek û kedek tirkan, di pêşketina ola îslamê de tuneye. Lê belê piştî nakokîyên xalîfetîyê û pêvajoya “fetîhê” de, tirkan ji bo talan û “ganîmetan” bidest bixin, bûn suwar û êrîşkarên “ummetê”!

Ji bo civat û gelê xwe dibêjin: “pişaftin tawanekî mirovahîyê ye!” lê gava dor tê ser gelê Kurd û netewên din, polîtîkayên pişaftinê dibe “hewldanên demokrasîyê(!)”. Çi heyf e ku hinek şagirt û şopînerên Îttîhat-Terakî bi versiyonek “tirkmencî” dixwazin kirasê kemalîzmê cardin bi xwîna xort û keçên Kurd guncav bikin.

Di destpêka belavbûna fikren Îttîhat-Terakkî de, hinek “zana û sîyasetmedar”ên esil Kurd, bi kelecanîyek germ fikir û ramanên Osmanîperestî, îslamperestî û tirkperestîyê munaqaşe kirin û parastin. Xuya ye ku di pêvajoya têkçûnê de jî dîsa hinek alîyên sîyasî dixwazin xwîneke germ bidin civata tirk. Eger gelê Kurd, li ser hişmendîyek netewî, bi hest û vînek kurdewarî bingeha aqûbet û îtîfaqa navxwoyî durust bike û bi dilsozîyek netewî tevbigere, ez bawerim demsalên têkçûnê û zivistanên xedar, wê konê xwe li ber derîyê dagirkeran deynin.

Lêgeranîna çareserîya pirsgirekên Kurdistanê, encax bi aqilekî hevbeş û bi stratejîyek netewî pêk tê. Bi seknekî niştîmanî, sîyasetek cûdaxwaz, zimanekî cudaxwaz û bi hewldan û armancên xwedîtîya erdnîgarîyê gelê Kurd dikare xewn û xeyalên şopgerên Îttîhat-Terakkî`yan hilweşîne.

Tekbirina sîyaseta derew û benîştên xav ku weke “netewa demokratik” tê pênasekirin, girêdayî têkoşîn û xurtbûna hêza netewî ye.

Hêvî dikim ku nifşê nuh, dîroka gelê Kurd ya dûr û nêzîk baş fêrbibin. Dîsa bi qasî dîroka xwe jî divê dîroka dagirkeran baş zanibin, di derheqê fen û fût, dek û dolabên wan de xwedî nêrînek rasteqîn û dewlemend bin.

Amed-30/01/2022 Cano Amedî

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *