Danasîna Mem û Zînê / Rastî û Durustî

Siddik BOZARSLAN

Di ”Mem û Zîn”ê da gelek şîretên exlaqî jî hene. Mirov dişê bêje ku di serê wan şîretan da giringîya rastî û durustîyê tê.  Xanî, jibo nişandana giringîya rastî û durustîyê, pêwendîyên Memê û Tacdîn wek numûne nîşan dane. Di beşê 10´an da, dema salixê wan daye û ew dane naskirin, daye zanîn ku ew dostên ji dil û gîyan bûne; di paşîya wî beşî da, jibo nîşandana giringîya rastî û durustîyê di hevalîyê da, weha gotîye:

”Çi dostanî, çi desbirakî û çi jî biratî

nabe bi peyvên vala, bi şalûzî (rîyakarî, hezkirina ne ji dil) û durûtî

Dostanî ne hêsan e, zor e û tijî dijwarî ye

Amanc û daxwaz jî ji dostanîyê, wefadarî ye

Eger paşê tu´yê nîşan nedî wê wefadarîyê

ji despêkê ve mede ber xwe wê dijwarîyê”

Di beşê 24´an da, dema hatîye qalkirin ku Tacdîn çûye oda bûkê yanî Sitîyê, hatîye salixdan ku li gora toreyên Kurdan Memê jî digel wî çûye heta ber derê mala wî û li wir li ber derê malê bûye nobedar.

”Dostê wî yê xem û şayîyan Memê jar

pê ra bû heval, hem jî bû çekdar

Destê wî di dest da û dil digel dil bû

Bû dergevanê dergeh, şûrê wî li mil bû

Tacdî bi wî awayî çû sarayê

Mem ma li ber derî, digel duayê”

Di duwayîya beşê 25´an da daye zanîn ku Tacdîn hefteyek di hundir da maye û roja heştan derketîye, Memê jî heta hingê nobedar maye:

”Mem hêj jî li ber derî bû wisa

Her tim serê wî li ser kevir bû, dipa” (li benda wî bû)

Xanî, piştê ku qala wê nobedarîya Memê kirîye û daye zanîn ku dema derketina Tacdîn, Memê gelek kêfxweş bûye, dîsa peyva xwe anîye ser giringîya rastî û durustîyê di hevalî û dostanîyê da:

”Eger dostekî te hebe, bila weha be

Bila qet tunebe, eger ne weha be

Dostê ku bi te ra rast û durust be, û xwerû

sed xizmên bêbext û nedurust û durû

Qurban bike jê ra, qet mebêje mixabin

Tu çi dikî bi kesan, eger bêwefa bin.”

Wek ku dixuye, Xanî dostên rast û durust bi ser xizmên nedurust û durû ra girtine. Gelo çima? Lewra:

”Dostê te jibo te ra bira ye

hem çav e jibo te, hem bira ye”

Rastî û durustîya di dostanîya Memê û Tacdîn da, bi nobedarîya Memê nesekinîye; wê dostanîyê dom kirîye û dema ku qewimîye, ji Tacdîn jî fîdakarî xwestîye. Tacdîn xwe ji her fîdakarîyê ra nedaye alî; jibo ku Memê û Zînê ji tengasîyê rizgar bike, bê ku dudil bibe, agir avêtîye mala xwe û şewitandîye. Xanî di beşê 41´ê da qala wê bûyerê û wê fîdakarîyê kirîye, di paşîyê da jî weha gotîye:

”Tiştên malê, tiştên xweş, defînemal û cewher, hem jî xezîne

Hemî di rîya birayê xwe da sotin loma navê wî bi qencî tê gotin!”

Xanî piştê ku qala wê fîdakarîya Tacdîn kirîye, di heqê xirabîya evandina mal da jî şîreteka gelek rûmetbilind nivîsîye. Çend malikên wê şîretê ev in:

”Ey kesê ku navê te bi qencî derketîye, mal meevîne

Evandina mal, navê mirov bi xirabî dertîne

Zînhar, ji mal ra mebe nobedar ji bin

Lewra waris dê mal ji destê te bibin

Jibo te barê zehmetê ye berhevkirina mal

Jibo te agirê hesretê ye terkkirina mal” (eynê eser, r. 55-57)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *