Damezrandina Komara Mahabad ya Kurdistanê

 

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê     (TDK-TEVGER)
Tevgera Demokratîk a Kurdistanî      (TDK-TEVGER)
Kürdistan Demokratik Hareketi         (TDK-TEVGER)
Kurdistan Demokratische Bewegung (TDK-TEVGER)
Democratic Movement of Kurdistan  (TDK-TEVGER)

 


Komara Kurdistanê berîya 76 salan di 22-01-1946an de li Mahabadê hate îlankirin. Serokê Komara Kurdistanê Qazî Muhamed, li Meydana Çarçirayê ya bajarê Mahabadê avakirina komarê, wek rojeke pîroz ji gelên Kurdistanê û raya cîhanê re eşkere kir. Qazî Muhamed di gotara xwe de, destê dostanîyê dirêjî cîranên Kurdistanê kir. Lê avakirina Komara Kurdistanê, di çavên neyaran de, bû kelemekî  girs û tûj.

Danasîna Komarê, di nav miletê Kurd de, kelcanek nedîtî afirand. Bi qasî hevkarîya kurdan bihêz kir, herweha hevkarîya nava Komara Ezarbeycan û Komara Kurdistanê jî bi hêz kir. Dewleta Tirk wek hercar vê derfeta Rojhelatê Kurdistanê, bi xeterî şîrove kir û xwest bi destdirêjîyê, neyartîyê di nav hevkarîya kurd û ezarbeycanîyan de peyda bike. Jîyana Komarê kurt bû, lê di dîroka Kurdistanê de, bû destan û nimûneya serxwebûn û hevkarîya beşên Kurdistanê.

Tevaya dewletên cîhanê, bi derfet û momentên dîrokî ve hatine damezrandin. Komara Kurdistanê jî bi derfeta şerê cîhanê yê duwemîn ve xeyalên Kurdistanîyan li Rojhelatê Kurdistanê bi rastîyê wergerand. Di dema şerê cîhanê de, di sala 1941an de Yekîtîya Sowyetan û Brîtanya Mezin, li ser dagîrkirin û parvekirina Îranê li hev kirin. Di nava demê de, kurdan li rojhelatê Kurdistanê vê derfeta bi kar anîn û dezgehên xwe yên neteweyî kirin yek. Komeleyê Jîneweyê Kurdistan û Cemîyeta Hêwî peymana hevkarîyê ava kirin. Rewşa cîhanê, Îran û Kurdistanê rê ji yekîtîya kurdan re vekir. Bi encama hevkarîya nava hêzên kurdan, cara yekem  PDKÎ hate avakirin. Avakirina PDKÎ, pêngaveke netewayetî bû ku di dîroka Kurdistanê de roleke sereke wergirtîye.

Di wê heyamê de, li başûrê Kurdistanê, bi serokatîya Şêx Ehmedê Barzanî serhildan berdewam dikir. Derfeta Rojhelatê Kurdistanê, Barzanîyan ber bi xwe ve bir û di sala 1945an de serokê nemir MustefaBarzanî jî bi pêşmergeyên xwe beşdarî nava Rojhelatê Kurdistanê bû. Barzanî, bi serokatîya Şêx Ehmed û Barzanîyê nemir ve ji bo xizmeta şoreşa Kurdistanê amade bûn.

Dewlet, bi gelemperî  bi du derfetan dikarin bêne avakirin. Derfeta nav xweyî û ya jî derfetên derveyî. Rewşa Kurdistanê ya wê demê ya navxweyî, herçiqasî yekîtîyek sîyasî hatibû avakirin jî kelecana avakirina Komara Kurdistanê berfireh bû û alîkarîya pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê, bi serokatîya Mustefa Barzanî girtibûn jî mixabin Komara Kurdistanê, ji derfeta avakirin û parastina dewletek serbixwe bêpar bû. Gelek eşîrên kurdan, dest ji pêgehên xwe û berjewendîyên xwe yên eşîrî bernedan û gelek ji wan neyartîya şoreşê kirin. Rewşenbîrî, xwendevanî li Kurdistanê jar û hejar bû. Kurd bi tevahî û bi rêk û pêk nehatibûn organîze kirin. Civat û neyartîya eşîrtî, astengên sereke bûn. Hestên neteweyî, ne di asta avakirina dewletek serbixwe de bûn.

Derfeta alîkarîya derve ku ew jî alîkarîya Sowyetê bû, ji bo avakirina Komara Kurdistanê sereke bû. Bi alîkarîya Sowyetê, du komardewlet li herêma di bin desthilatdarîya Sowyetê de bûn, hatin avakirin. Ew jî Komara  Ezarbeycan (Hukûmeta Milî ya Ezerbeycanê) û Komara  Kurdistanê bû. Vê rewşê, derfetek dîrokî pêşkêşî Rojhelatê Kurdistanê kir. Kurdan, bi serokatîya Qazî Muhemmed vê derfeta dîrokî bi kar anîn û avakirina Komara Kurdistanê di 22-01-1946an de, li meydana Çarçira ya bajarê xoşewîst Mahabadê îlan kirin.

Serokê nemir Mustafa Barzanî, ji alîyê hukûmeta Kurdistanê, weke generalê şoreşê û serokê pêşmergeyan hate helbijartin. Barzanî, bi pêşmergeyên xwe, li welatê xwe û şoreşa Rojhelatê Kurdistanê xwedî derket û ji bo hevkarîya nav beşên Kurdistanê, nimûneyek balkêş û yekta pêşkêşî dîroka Kurdistanê kir.

Komara Kurdistanê, tenê 11 mehan jîya. Lê di vê dema kurt de,  desthilatdarîya Komara Kurdistanê, ji bo tevgera neteweyî, tecrûbeyên bêhempa weke mîras li dû xwe hişt. Lê mixabin, tevgera rizgarîxwazîya neteweyî,  ji tecrûbeyên Komara Kurdistanê zêde sûd wernegirt. Derfeta duwem, li Rojhelatê Kurdistanê, bi şoreşa Îslamî ve derket holê. Di demek kurt de, tevaya Rojhelatê Kurdistanê ket bin destên tevgera Kurd. Lê mixabin, rewşa navxweyî û ya cîhanî rê neda ku ev derfet jî bi avakirina statuyek neteweyî bi encam bibe. Tevgera Kurd, Wesîyeta Qazî Muhemed ji bîr kir û Ebdurrehman Qasimlo û piştre Dr. Sadik Şerefkendî û hevalên xwe ketin xefika neyaran û jîyana xwe ji dest dan. Mixabin ev derfet jî ji dest hate berdan.

Komara Kurdistanê, ji miletê Kurd re, Alaya Rengîn û Sirûda Netewî weke mîras hişt. Komara Kurdistanê, li mîrasa miletê Kurd, ji Împeratorîya Medan hetanî  Komara Araratê, li remza neteweyî Alaya Kurdistanê xwedî derket û weke mîras radestî serokê Nemir Mustefa Barzanî kir. Avakirina artêşa neteweyî ya modern, avakirina dadgeh/dadwerî wek dezgeh, perwerdeya bi Kurdî, pêşkêşkirina derfetan ji bo keç û jinên kurdan û berhevkirina bacê ku wek bingeha aborîyê pêşkêş kir, çend nimûneyên girîng yên mîrasa Komara Kurdistanê ne. Lê mixabin ji bo berdewama Komarê û bicîkirina meramên miletê Kurd derfet nehatin dayîn û Komara Kurdistanê piştî 11 mehan hate rûxandin.

Piştî peymana Yaltayê, Yekitîya Sowyetan, li gor şertên peymanê, hêza xwe ji Kurdistan û Ezarbeycanê paşde vekişand. Desthilatdarîya Îranê, bi alîkarîya Birîtanyayê berê Ezarbeycan û paşê jî Kurdistan dagîr kirin û Komara Ezarbeycan û Komara Kudistanê rûxandin. Qazî Muhamed û hevalên wî, li Meydana Çarçirayê ku cîyê îlankirina Komara Kurdistanê bû, ji alîyê dagîrkerên hov di 31-03-1947an de hatin darvekirin û beşdarî nav karwanê pakrewanên Kurdistanê bûn.

Ji tecrûbeyên Komara Kurdistanê sûd wergirtin, îro ji herdemê bêtir aktuel û girîng in. Îro wek derfeta şerê cîhanê yê duwemîn, rewşa cîhanê, hevkarî û helwesta hêzên navneteweyî, derfetên girîng pêşkêşî kurdan dikin û berjewendîyên hêzên navneteweyî û yên kurdan diguncin. Lê mixabin piştî desthilatdarîya li ser xaka xwe ya 30 salî hînê jî BaşûrêKurdistanê, ji artêşek hevbeş, aborîyek hevbeş, dadwerîyek hevbeş û perwerdeyek hevbeş bêpar e. Desthilatdarîya Rojavayê Kurdistanê, bi îdeolojîya bîyanî jahrdadayî bûye û vî beşê Kurdistanê ji kurdan xalî dike. Desthilatdarîyek totalîter ku dijî Alaya Kurdistanê û destkeftîyên kurdan tevdigere.

Bakur û Rojhelatê Kurdistanê, ji hevkarî û yekîtîyek neteweyî bêpar tevdigere. Bakurê Kurdistanê, bi îdeolojîya Turkîyeyîbûn û Tirkîtîyê ve dagîrkerî xurtir kirîye. Lê derfeta sêyem ya Rojhelatê Kurdistanê li ber derî ye. Desthilatdarîya Îslamîya Şîîe, êdî di nav qeyrana sîyasî û aborî de, li cîhanê terora îslamîya sîyasî didomîne û tevaya hêzên demokratîk yên cîhanê, daye hember xwe. Bi darvekirin, asîmîlekirin, koçberkirinê ve dixwaze miletê Kurd û pêkhateyên Îranî bêdeng bikin. Lê berbanga dawîya jîyana rejîma îslamî ya dîktator û hov xuya dike. Ji bo bikaranîna vê derfetê pêwîst e ku tevgera Rojhelatê Kurdistanê xwe amade bike.

Kurd bi, derfetên navxweyî tenê nikarin welatekî serbixwe, miletekî azad û civatek demokratîk ava bikin. Ji bo bidestxistina van armancên pîroz alîkarîya derve bivê nevê ye. Lê alîkarîya derve jî divê bi hevkarîya navxweyî û yekîtîya neteweyî lihevkirî  be. Em hêvîdarin ku Kurd van derfetan ji dest bernedin û bi karesetên nu ve rûbirû nemînin.

Rêberên Komara Kurdistanê, bi tecrûbeyên xwe, rêberên miletê me ne. Em minetarên pêşewa Qazî Muhemed û Serokê nemir Mustefa Barzanî ne. Ruhê wan şad bin. Serşorî û rûreşî para dagîrkeran be.

Bijî hevkarî û alîkarîya neteweyî, bijî Kurd û bijî Kurdistan!

Tevgera Demokratîk ya Kurdistanê

(TDK-Tevger)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *