Li Parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 4 stranbêjên Kurd ên dawetan bi hinceta “propgandaya rêxistinê” bi 4 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatin cezakirin.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê 28ê Tîrmeha 2024an bi hinceta ku di dawetên li 3 taxên cuda yên Colemêrgê de, stranên siyasî gotine bi ser navnîşanên 4 stranbêjên dawetan de girt.
Stranbê Ozgun Tekçe, Alî Tekîn, Îlhan Akdogan û Bedîrhan Uçar bi hinceta “stranên siyasî dibêjin” hatin desteserkirin.
Her çar stranbêjên dawetan ku bi awayekî girtî dihatin darizandin, îro ji girtîgehê bi Sîstema Deng Û Reng (SEGBÎS) tevlî rûniştina bûn.
Doz li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bi rê ve çû.
Wan di prastina xwe de gotin ku stranên Kurdî ne sûc e û wan xwest bêne berdan.
Piştre jî parêzeran wan parastina muwekilên xwe kirin û heman daxwaz dûbare kirin.
Heyeta dadgehê piştî parastinê bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” salek û 3 meh cezayê girtîgehê li stranbêjan birî.
Dadgehê herwiha biryar da ku hikmê wan piştre bê ragihandin û her çar stranbêjên dawetan hatin berdan.
Van demên dawî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi hinceta gerandina govendan û gotina stranên Kurdî bi ser dawet û malên Kurdan de digirin û rojane hinek xort û ciwanên Kurd desteser dikin.
Rûdaw