CIVAKEKE PARÇE, BÊXWEDÎ Û BÊ WELAT: KURDÊN GIRC Û ERMENISTANÊ.

500 sal in di koçberiyeke bêdawî ya tijî qetlîam de ne…
Ji ber sirgûn û qetlîaman ji Şengalê dest pê kirin û çûn Serhad, Qers, Ermenîstan û Gurcistanê. Niha jî ji ber sedemên aborî koçî Rûsya û Ewropayê dikin…
Bedêla Êzîdîbûnê, û bedêla baweriya Melek Tawûs û Şêx Adî didin…
Ji sedema koçberîyê; di dema Sovyetê de jimara kurdên Gurcistanê li dora 40-50 hezarî bû, îro hejmara wan daketiye binê 10 hezarî û hejmara kurdên Ermenistanê ji 60-70 hezarî daketiye binê 30 hezarî.
Di jiyana xwe ya rojane de bi zaravayê “Kurmancî” diaxivin.
Piraniya wan bi bêhêvî têgiha “Welat” winda kirine…
ji ber ku ew ne xwediyên rastîn ên van xakên ku lê koç kirine ne.
Û ji ber sînoran nikarin vegerin welatê xwe yê ku bi sedsalan berê ji neçarî û zordestiyê lê hatine kirin…
Welatekî wan tune ye ku karibin biçin…
Roj bi roj kêm dibin û winda dibin…
Ji ber vê yekê, pêdiviya wan bi nasnameyeke ku hemberê helandina wan bisekine û wan bi hev ve bigire, heye.
Îcar Kîjan Nasname?
Êzîdîyên li Gurcistan û Ermenîstanê dema ku nasnameya xwe diyar dikin, di nav xwe de jî dibin sedema nîqaşên tund û dubendiyê.
Ango pêngava ku ji bo çareseriya pirsgirêkê avêtin, bû çavkaniya pirsgirêkên nû.
Êzdîyên li vir; Ew ji ber nasnameya ku ew hildibijêrin li 3 komên cûda têne dabeş kirin:
1-) Koma ku nasnameya xwe ya Kurdewarî qebûl nake û ji aliyê etnîkî û olî ve xwe tenê wekî “Êzîdî” pênase dike:
Ewna; Ji miletê xwe re Êzîdî, ji zimanê xwe re Êzdîkî, ji ola xwe re Melek Şerfedîn û ji welatê xwe re jî dibêjin Êzdîxan.
Ew li gorî komên din xwedî avahiyek olî û kevneşopîtir in. Ew bi kevneşopî, rêgez û rêberên olî yên ola Êzîdî ve girêdayî ne.
Ev koma herî mezin û qelebalix in. Ew bi sîstemên kastê civakî yên hiyerarşiya Şêx, Pîr û Murît ve girêdayî ne. Ew zewacên xwe ténê Êzdîyan re û nav kastên xwe dikin. yên Zewacên wan nen-êzîdîyan re girtî ne. Ji ber ku kirina vê tê wateya derketina olê. hebûn û jiyana xwe ya kevneşopî bi kombûna li dora rêberên xwe yên olî Şêx û Pîr û avahiyên xwe yên olî ku jê re dibêjin “Zîyaret”de didomînîn…
Lê belê, zehmetiya wan heye ku oleke bi qaîdeyên hişk ên mîna Êzdayetiyê bi ruh û şert û mercên demê re biguncînin. Ji ber ku rêgezên Êzidiyatiyê hişk in. Ji ber vê sedemê di van salên dawî de êzîdîtî; Guhertinên Xirîstiyantiyê zêde bûne.
Her çiqas ev êzîdî dijminatiya Kurdên Misilman nekin jî, bi eşkere hinekî dûr in. Têkiliya wan sar e…
Ev tê fêmkirin. Pêdivî ye ku meriv wan fêm bike. Di dîroka xwe de ji aliyê Misilman û Kurdên Misilman ve zilm li wan hatiye kirin. Kurdên Misilman di dîroka xwe de rasterast an nerasterast beşdarî gelek fermanan bûne. Pir zehmet e ku ew travmaya ku bi sedsalan jiyane ji bîr bikin… Loma jî tu têkiliya wan bi partî û saziyên kurdan re tune.
2) Koma ku Êzîdî ye lê xwe Kurd û beşek ji erdnîgariya Kurdistanê dibîne:
Ew komeke ku ji mirovên rewşenbîr û xwende û bi piranî mîrovên jîyan laîk pêk tê. Lê xwedî Êzdîyatîya xwe jî derdikevin.
Di nav wan de rewşenbîr û hunermendên ku di serdema Sovyetê de di ronakbîriya Kurdan de cih girtine û malbate wan û zarokên wan hene.
Her çend di nav beşên xwendewar de bi bandor bin jî, bingeha wan a civakî hinekî qels e. Rêxistinên wekî Komeleya Ronahî ya Kurdên Gurcistanê, Enstîtuya Kurdî ya Kafkasyayê, Rêya Teze û rojnameya Zagros di vî warî de çalak in.
Têkiliyên wan ên nêzîk bi siyaseta kurd û beşên din ên Kurdistanê re hene.
Navbera wan de jî yekîtî nîne…
Hin kes nêzî PKK’ê ne û hin kes jî nêzî PDK’ê ne.
Ji ber vê sedemê nakokiya van herdu partiyan li wir jî belav bûye.
Mixabîn; gava partiyên Kurd nakokiyên xwe tînin vê civatê, dibin sedema perçebûnê Êzîdîya…
Êzidiyek ku ji vê rewşê pir aciz bû ji min re got: “Partiyên we bi anîna nakokiyan û dijminatiyên li ser erdnîgariya xwe li vir me parçe dikin û ji hev vediqetînin. Xwezî me bi tenê bihêlin, ji bo me ew baştir bû.”
Ew hinekî raste…
Em nêrînên partiya xwe wek “Siyaseta Kurdistanê” bi nav dikin û wek rastiyeke mutleq derdixînin erdnîgariyên din. Ev yek ji xeletiyên bingehîn ên siyaseta kurd e…
3) Kurdên Xiristiyan ên ku ji êzîdîtiyê derbasî Xirîstiyantiyê bûne:
Piştî hilweşîna Sovyetê taybetî li navbera Êzdîyên Gurcistanê de xiristiyanî dest pê kir. Dêr û navendên wan ên çandî hene. û dêra xwe de îbadetên wan bi Kurdî tê kirin.
Ew serdanên malan dikin da ku Xirîstiyantiyê di nav Kurdên Êzidî de belav bikin.
Ji bo zarok, ciwan û malbatan kampên perwerdeyê organîze dikin. Kurdên Xiristiyan; Ziman û Kurdayetiya xwe bi tundî diparêzin û bi taybetî xwe ji polemîkên bi komên din ú jî mijûlbûna pirsgirêkên siyasî dûr dixin.
Têkiliyên di navbera her du komên dawî de pir baş in. Ji ber ku nasnameya kurdî wan bi hev re di aştiyê de dihêle.
Lê koma ku nasnameya Kurdî red dike û ji xwe re tenê “Êzîdî” bi nav dikin, bi van herdu koman re têkiliyên wan baş nînin.
Her dem navbera Êzîdîyan da şerê Kurdîtî û Êzidî dimeşe. Ew şer û nıqaş ji sûk û kolana bigre heta medyaya civakî tê dîtin.
Ji ber vê yekê her çiqas di pêvajoya tinebûnê re derbas bibin jî di nav wan de yekitî tune, veqetîn di asta herî jor de ye.
Divê em wan sûcdar nekin.
Ji ber ku rewşa me li seranserê erdnîgariya Kurdistanê her tim yek e… Me li kîjan parçeyê Kurdistanê yekitiya neteweyî pêk anî da ku em li vir jî bibin yek???
Li medyaya civakî mêze bikin. Tejî kurdên ku li hev re heqaretê dikin, îftira dikin û çêr dikin.. Em civakeke wîsa ne ku; zimanê mê tijî sloganên yekîtiya neteweyî ye, lê di pratîkê de xwîna birayê xwe dixwin…
Mixabin, ev koda genetîka me ye …
Ew rewş Qedera me ye? an laneta me ye? ez nizanim???
Hûn biryar bidin….
Rewşên Civakî û Çandî:
Piranîya Êzîdiyên Gurcistanê li Tiblîsê dijîn û xwedî çanda bajarvaniyê ne. Yên li Ermenîstanê jî bi piranî li gundên Elegez û Talînê dijîn. ji bo wê yekê çanda wan a gundîtî zêdeye.
Dema Sovyetê de, lêkolînên li ser çand, ziman û edebiyata kurdî, xebata ser alfabeya kurdî, derxistina rojname û weşana radyoyê, bi piranî li Ermenîstanê dihatin kirin. Ji bo wê sedemê Kurdên Ermenîstanê bêtir tên naskirin. Ji Fêrîkê Usiv bigre heta Celîlê Celîle, ji Erebê Şemo bigre heta Hecîyê Cindîye, ji Tosinê Reşît bigre heta Eskerê Boyik, em piranî Kurdên Ermenîstanê nasdikin.
Kurdên Gurcistanê jî ji Keremê Ankosî heta Wezîrê Eşo, ji Besê Jaferova heta Lamara Farê Reşî hunermend û rewşenbîrên mezin derxistin.
Van rewşenbîr û hunermendan dîroka çanda kurdî de salên zêrîn avakirin…
Em gelek deyndarê wan in…
Lê îro; wek serdema Sovyetê lêkolînên çandî yên dewlemend nayên kirin. …
Bi bandora Sovyetê, Kurdên Gurcistanê di hunerên wek muzîk, şano û wênesaziyê de; Di nava hemû Kurdan de civaka herî pêşketî ye.
Ev civak niha hesreta rojên rehet û ewle yên serdema Sovyetê ye… Dibêjin li gel hemû kêmasiyan jî alîyê mafên aborî û çandî de dema Sovyetê ji rewşa niha baştir bû…
Hêviya wan bi paşerojê nemaye…
Hindirê Asîmîlasyoneke xirap de ne.
Eleqeya ciwanan him bi Kurdayetiyê him jî bi Êzdayetiyê kêm e…
Roj bi roj ziman û ola xwe winda dikin…
Kesên ku firsendê dibînin koçî Rûsya û Ewropayê dikin…
Hejmara wan roj bi roj kêm dibe…
Xuya ye ku ew ê rojekê ji holê rabin…
Mixabîn… Hezaran Heyf !!!…
Axiriya civakeke BÊ DEWLÊT, BÊ WELAT, BÊ XWEDÎ û Bİ PARÇE jê çi dibe??…
Xwedê star bike….
…..
Agahi:
Taybeti ji bo Kurd û Êzîdîyên Kafqasyayê re peyameke min heye…
Min ser Kurden Kafqas taybeti Kurdên Êzîdî nivîsî. Armancamın Kurden Bakur wê civakê nasbike û pêwendîyên wan zêde be.
Dibe kû nivîsarê de kêmasîya min an xeletîya min hebe anjî min dilê we êşandibe Ji bo kêmasîyên xwe Lêborîna xwe ji we hemûyan dixwazim.
 
Engîn yilmaz

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *