Sait Çurukkaya Dr. Silêman

Wek Pêşmergeyekî xwebexş, mîna her Kurdekî ku ji bo Azadîya gelê Kurd û serxwebûna Kurdistan canê xwe feda kirîya, ew welatperwerekî bêhempa û qahremanekî gelê Kurd ku di dilê gelê xwe yê her çar perçê Kurdistanê de cîh girtî ye.

Ew ji bo doza mafê xwe û yê gelê xwe, ji bo mafê çarenûsî yê rasteqîne, ji bo serxwebûna Kurdistan û yekîtîya çar beşê Kurdistanê, zanîngeha ku jîyanek xweş(!) (lê serpêl) jê re pêşkêş dikir, bi cîh hîşt û berê xwe da çol û çîya û tekoşîna çekdarî ya dijwar da ber xwe.

Lê dema têgehîşt ku tekoşîna wî ne di bin kontrola bîr û bawerîya wî de ye; ew ji bo Kurdistan û neteweyek serbixwe, yekbûyî û azad şer nake, dev ji wî şerî berda û berê xwe da zanîngehek din ya bîyanî.

Kengî dît ku Serokekî Kurd bi hestek misoger û bê dudilî biryara serxwebûnê li beşek welat da û ji dost û dijminê gelê Kurd re vekîrî got; “mafê gelê Kurd hey e ku biryara çarenûsa xwe bide û mafê xwe yê dewletbûnê ragihîne, ya emê tev bi hev re rizgar bibin, yan jî emê bi hev re tune bibin!” û dijminê gelê Kurd terorîstên DÎIŞ bera pêxîla gelê Kurd da, wê gavê derîyê tekoşîna şoreşgêrî û welatperwerî ji bo Dr. Silêman li gorî bîr û bawerîyên wî dîsa vebû. Êdî karîbû ji bo serxwebûna netewî, armanca xwe ya rasteqîne di nava refê pêşmergeyan de, wek pêşmergeyekî xwebexş pêkbîne û dest bi xebat û vatinîya herî dijwar û tahlûke bikira.

Dr. Silêman, ne welatperwer û şreşgêrekî ji rêzê bû; ew serfermandarekî hosta û zîrek, ew kadirekî sîyasî û perwerdekar, rêvebirekî xwedîyê prensîp û regezên leşkerî, stratejî û sîyasî bû. Ji bo di welatekî mîna Kurdistan de endamekî mîna wî bi hêsanî nayê gehîştin, loma civata Kurd ne tenê qahremanekî xwe wenda kir, kadir, rêvebir û fermandarekî xwe yê bêhempa jî wenda kir.

Di demek ku li her çar perçê Kurdistanê hin partî, rêxistin û alîyên medya qaşo Kurd in, dijîtîya serxwebûna welatê Kurd dikin, bi rêxistin û dewletên neyarê gelê Kurd re hevkar in û neyartîya partî û serokên ji bo avabûna dewleta Kurd dikin; Dr. Silêman îspat û eşkere kir ku kî doza mafê gelê xwe dike, kî welatperwer e û kî ne welatperwer e!

Helbet îro ne tenê ji Bakurê Kurdistanê, ji Rojhilat û Başûrê Rojavayê Kurdistanê jî bi hezaran pêşmerge mil bi milên pêşmergê birayên xwe yên Başûr, li hemberî dijminê hov, wek pêşmerge şer dikin û gelek jê bi qahremanî şehîd jî dikevin.

Her şehîdekî Kurdistanê, bi qîmeta civat û welatekî ye; ew her yek ji bo neteweya wî serbixwe, azad û serbilind bijî canê xwe feda dike!

Her şehîd, heyvanê serxwebûn û azadîya neteweya Kurd e!

Her şehîd, ruhê şîyarkirina ujdanê her mirovekî civatê ye!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *