Civaka Kurd a Almanyayê çû serdana Kurdên Îsraîlê

Şandeyeke Civaka Kurd a Almanyayê (Kurdische Gemeinde Deutschland/KGD) bi pêşengtiya serokê wê Mehmet Tanriverdî çû serdana Kurdên Îsraîlê.

Şandeya navborî li Îsraîlê bi gelek aliyan re hevdîtin kirin.

Serokê Civaka Kurd a Almanyayê Mehmet Tanriverdî bû mêvanê bultena Rûdawê û behsa serdanê kir.  

Civaka Kurd a Almanyayê çû ser sînorê Xezeyê

Mehmet Tanriverdî eşkere kir ku ew li ser daxwaza civaka Kurd a li Îsraîlê çûne serdana wan.

Tanriverdî diyar kir ku beriya niha bernameya wan a çûna Îsraîlê hebû û got:

“Bernameya me ji ber bûyerên 7ê Çiriya Pêşînê hat taloqkirin. Wekî hûn dizanin welatê Îsraîl hîn jî di rewşa şer de ye. Tevî vê rewşê jî em çûn serdana Îsraîlê.

Me li vir gelek hevdîtin kirin û me gelek cihên balkêş dîtin. Em çûn başûrê Îsraîlê, li ser sînorê Xezeyê.

Me meydana festîvalê ya ku hezar 200 kes lê hatibûn kuştin dît. Me hewl da, em bi kesên Filistîne re biaxivin.

Ew dever hatiye valekirin. Şêniyê gundên li ser sînor di otêlan de hatine bicihkirin. Hinek kes jî di çadiran de ne.

“Kurdên Bakur û Başûrê Kurdistanê di nav artêşa Îsraîlê e hene”

Mehmet Tanriverdî da zanîn ku ew çûn bakurê Îsraîlê li ser sînorê Lubnanê û got:

“Em bi şervanan re axivîn. Di nava artêşê de, ji Bakur û ji Başûrê Kurdistanê jî Kurd hene. 

Li bakurê Îsraîlê me keçeke Kurd a 22 salî dît. Em piştre çûn bûn mêvanê malbata wê keçikê.

Malbata wê bi Kurdî axivî û got em Kurd in. Xelkê Koyê bûn.

Bi rastî civakeke zindî ye lê piraniya wan asîmle bûne. Bi Kurdî nizanin lê bi Kurdbûna xwe serbilind in.

Kurdên Cihû yên Îsraîlê di her warî de hene û pêşketî ne. Em li bazarê geriyan, digotin ji sedî 60ê esnafan Kurd in.”

“Em dixwazin pêwendiya xwe germ bikin”

Tandirverdî amaje bi wê yekê kir ku hejmareke zêde ya Kurdan li Îsraîlê hene û wiha berdewam kir:

“Wek tê zanîn herî zêde Kurd li Almanyayê dijîn lê li Îsraîlê jî 300 hezar Kurdên Cihû hene.

Me civaka Kurd a li Îsraîlê vexwend Newroza îsal.

Mebesta me ew e ku em bi wan re danûstandinê pêş bixin. Ji ber ku Diyaspora yek e û pêdiviya me bi hev heye.

Bi rastî ew jî dixwazin û pêwistî bi vê yekê dibînin.  Kurdên Îsraîlê dixwazin bi Kurdan pêwendiyên xwe germ bikin, pêş ve bibin.”

Civata Kurd a li Almanyayê ji bo Kurdên li diyasporayê kar û xebatan didin meşandin.

Bi taybetî jî di navbera civaka Kurd û siyaseta Almanyayê de pireke girîng e.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *