Baroya Mêrdînê: Di pêşangeha Mêrdînê de cih nedan pirtûkên Kurdî

Baroya Mêrdînê ragihand ku di Yekemîn Pêşangeha Pirtûkan a Mêrdînê de ti weşanxaneyên Kurdî nehatine vexwendin.

Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Parêzgariya Mêrdînê ve,  Yekemîn Pêşangeha Pirtûkan a Mêrdînê tê lidarxistin.

Pêşangehê 19ê Sibata 20124 hat vekirin û biryar e heta 28ê sibatê berdewam bike.

Komîsyona Mafên Ziman û Çandê ya Baroya Mêrdînê, derbarê pêşangehê daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Komîsyonê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di bernameya pêşangehê de navê ti nivîskarên ku bi Kurdî, Erebî û Sûryanî berhemên xwe dinivîsin nîne.

Komîsyonê ev yek wekî cihêkariyê pênase kir û got, “Pêwîst e pirtûkên bi zimanên Kurdî, Erebî û Sûryanî jî di pêşangehê de cihê xwe bigirin.”

“Navê nivîskarên bi Kurdî, Erebî û Sûryanî dinivîsin nîne”

Berdewamiya daxuyaniya baroyê wiha ye:

“Bajarê me, di dîrokê de jî mazûvaniya cihêrengiyeke çandî ya dewlemend kiriye.

Ev dewlemendî, kevneşopiya ziman û çandên cuda yên ku bi hev re dijîn û bi hev re dimeşin pêk tîne.

Lewra di pêşangeha ku Parêzgarî û Şaredariya Bajrê Mezin a Mêrdînê bi rê ve dibe, navê ti pirtûkên Kurdî, Erebî û Sûryanî nîne.

Herwiha navê ti nivîskarên bi Kurdî, Erebî û Sûriyanî dinivîsin jî nîne.

Ev rewş, li ser medyaya civakî rastî nerazîbûnan hat.

“Em paşguhkirina ziman qebûl nakin”

Tevî ku salane bi zimanê Kurdî bi sedan pirtûk tên weşandin û li bajêr jî gelek kes bi Kurdî dixwînin, zimanê me û zimanên din ên herêmê tên paşguhkirin.

Wekî Komîsyona Mafên Ziman û Çandî ya Baroya Mêrdînê em vê yekê qebûl nakin.

Par dersa Kurdî ya bijarde herî zêde li Mêrdînê hat hilbijartin.

Li Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê, di beşa Ziman û Edebiyata Kurdî de xwendekarên ku perwerde dibînin hene.

Eger em van li ber çavan bigirin, em dê bibînin ku (pirtûkên Kurdî) pêwîstî ye. 

Di hemû çalakiyên ku li bajarên me têne kirin de pêwîst e li gorî hiqûqê cih bidin hemû ziman û çandan.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *