BER TEVNA MAHFÛRÊ
Rindê û Zîzê xwehên hev û ji bavê xwe sêwî bûn. Bavê wan Bengî axa, digel brayê wan ê mezin Zinar û bi çend pismamên xwe ve di wextê Şêx Seîdê rehmetî, di şerê serxwebûna Kurdistanê de ji bona welat û miletê xwe di meydana rûmetê de keti bû.
Rindê sêzdeh û Zîzê panzdeh salî bû. Brayê wan ê kiçik Gefo hêj nû keti bû nehan.
***
Şerê serxwebûnê ji heşt mehan bêtir ajoti bû. Eskerê kurdan bi ser Diyarbekrê de girti bûn, keti bûn nav Xarpûtê û bajarên Kurdistanê ên din. Ji ber ko tifaqa wan ne yek bû, mirovên wan en xwenda, ko bikarin karên serxwerabûnê bigerînin, kêm bûn, ù ji hêleke din jî di çend deran de bêbexti hatibû kirin; serxwerabûn ne çû serî ù tirkan ji nû ve Kurdistana bakurî vegirtin. Serek, Şex û mezinên kurdan bi dar ve kirin, jin û zarowên wan, bi hezaran kuştin, malên wan zemt kirin.
***
Di vê navê de mal û gundê Bengi axa jî talan kirin û jin ù zarowên wi birçî ù tazî hiştin. Xelkê mala Bengî axa êdin nikari bûn di cihê xwe, di gundê pêşîyên xwe de rûnin.
Dêya wan, jinikeke jêhatî, keçebavek, zarowên xwe da bû hev û guhasti bû bajarekî kiçik, li cihekî welê ko tukes ew nas ne dikirin. Dê ji sibê heta evarê di mala xelkî de dixebitî, bi şev gore diristin ù dîsan kara wê bi koteki têra debara wan dikir.
Lê divîya bù çend pere jî bidin alîkî û ji bona xwendina Gefo bicivînin. Ma Bengi axa ne wesandi bû ko bila Gefo bixwîne, mezin bibe, evdîna bav û welatîyên xwe veke û di rêya felata welatê xwe de bixebite.
Ji xwendinê re dirhav divîya bû. Dê xwe dişidand, hêj zêde dixebitî, lê tiştek bi ser de nedixist. Ji bona anînciha wesîyeta mêrê xwe qerara xwe da û her du keçên xwe êxistin xebatê.
Di wi bajarî de mehfûran çêdikirin. Keçikan di wextê xweşîyê de bi çêkirina mehfûran mijùl dibûn, pê dileyistin. Ji lewra gelek ne ajot ji her duwan re xebat hâte dîtin . Her roj subehî xelkê mala Bengî axa kar dibûn û her yek diçû bi alîkî ve. Dê mala xelkî, keçik tevanê û lawik dibistanê.
Gelek ne borî zivistana welatê jorîn bi ser de hat. Cilên wan tenik û kevn bûn, li wan sar bù. Zîzê çend caran nexweş ket. Lê diviya bû li ber her tiştî rawestin ù bixebitin, da ko wesiyeta Bengî axa li erdê mehêlin û bînin cih.
Keti bûn çileya zivistanê. Dihat bihîstin, filan duhi bi şev bi rêve kefilîye. Kûçe û kolanên bajêr bi berfê dagirti bûn. Çend bà n ji giranîya berfê hjlweşiya bùn.
Tevna ko Rindê û Zîzê li ser dixebitîn di holekê de vegirtî bû. Banê holê kulêr û pipokên kulekên wê şikestî bùn.
Rojkê her du xweh li ber tar û powên tevnê rûniştî, hepo lêdixistin. Her du jî, ji sermayê direcifin, dranên wan dirikrikîn, gûmikên Zizê qerisî bûn, hepo ji destê wê ket û du hêstirên germ pêve çûn. Nema dikari bû ber êşa sermayê bisekine. Bi dengê xwe ê zîz gote Rindê:
Rindê, xwehê Iê ma êdin ne bes e? Tu nabînî ko em her du jî qefilîne. De rabe em herin mal, bikevin nav cihan û canên xwe bigermînin.
Rindê zûda pê hesîya bù, lê xwe berder ne dikir. Dîsan ji xwe re bû xweyî, ne da ber sistîyê, tinê xweha xwe da himêza xwe, guvaşt ù maç kir.
***
Rindê ji Zizê bi du salan mezintir bû. Lê di wê çaxê de ev du sal hing pênc salan hêja bûn. Rindê ji dêya xwe bêtir pê mijûl dibû û ew bi xwedî dikir.
Zîzê hêdî hêdî digirî, lê nedinalî. Rindê destên xweha xwe di nav yên xwe de diguvaştin û dixebitî pê bigermîne. Pişti gavekê xweha xwe rûnand rex xwe ù je re got:
-Ma Zizê tu nizanî ko xebata me ji bona Gefo ye. Ji bona xwendina Gefo ye.
-Belê Rindê çawan nizanim, war ne bûwa kengê dêya me em didan xebatê.
-Ne xwe çire digirî?
Tu nablnî êdin nagirîm, lê tiştek heye, ma dinya tev ne zivistan e, buhar
û havîna wê ji heye. Bila Gefo li havînê bixwîne û li zivistanê tevda li malê rûnin, ma nabe?
-Dibe Zîzê, lê bavê me wesandiye bila Gefo zana bibe, bizane rêzika dinyayê bigerîne. Ji bona wêjî xwendina havlnê têr nake, divêt li zivistanê jî bixwîne, da ko zana bibe.
-Ma çire Rindê, ewende bixwîne?
Bila qasê kekê me Zinar bixwîne nebes e? Zana bûn jî, ji bona çi?
-Ji bona welêt Zîzê. Heke kekê me Zinar kenc xwendi bûwa roja ko eskerê kurdan bi ser Diyarbekrê de girti bûn ne dihişt ko esker bibin çend bir û herin bajarên din ù di dora Diyarbekrê de kêm bibin. Lê bi êrişekê Diyarbekr distand û mesele safî dikir. Dibêjin ko vê xeberê dijminan bi xwe gotine. Te niho seh kir.
-Belê. Gefo bixwîne û welêt
-ù welêt bifilitîne, welat bi xebata mirovên xwenda xelas dibe.
-Ko xelas bù, dê bibe çî?
-Dê bibe bi serê xwe.
-Ko bû bi serê xwe?
***
Di wê demê de serhoste ko tirkek bû, li wan daborî û kali, dijûnan li wan kir ù got: «yine mi lakirdi Kurd piçleri …»
Keçikan bi tirkî nizanî bûn. Lê ji awayê gotina wî seh dikirin ko xeberan li wan dide. Keçikên din ko di holê de dixebitîn bajarî ù hemî jî kêm ù zêde bi tirkî dizanî bûn û pê xwe diparastin.
Tinê Rindê ù Zîzê, ko bi tirkî nizanî bùn, diketin ber çavên serhoste. Serhoste digot: «Disan galgal ne! Pînçên kurd …»
Ev ne cara pêşin bû. Lê Rindê û Zîzê nikari bùn hîn bibin . Her car wek cara pêşin berdiketin. Lê deng edikirin.
Dêya wan ji wan re goti bù: xwe ragirin, deyn mekin, heta ko em bigehin miraza xwe, Gefo bidin xwendin.
***
Ko serhoste dûr ket, Rindê gotina xwe pêş ve ajot:
-Ko Kurdistan bi serê xwe bû, hingî her tistên welatê me, ji me dibin. Ev serhoste jî ji kurdan tête bijartin û pirsa kurd ne wek îro pirsa dijûnê lê, pirsa pesnê dê bibe. Ne tinê serhoste, lê ji hakiman heta paleyan hemî, ji me, ji miletê me de bibin. Wê gavê ev zmanê ko em pê daxêvin ù ji me re şîrîn e di ber derê de bête gotin û bihistin. Îro em di zivarîyê de ne, malên me ji destê me hatine standin. Çire? -Ji ber ko em kurd in ù dewleta kurdan nîne. Bavên me, brayên me, pismamên me bi dar ve kirin. Hemî, ji bêxweyîtî. Lê gava ko em bûne serxwe, hingî kurdani ji me re hekê jiyînê dê bide. Ji bona Standina wî heqî ji me re brayên xwenda divêt.
Welatê me xweyîyê zarowên xwenda bûwa heta niho, biserê xwe dibû û bav ù brayên me nedihatin kuştin, em jî nediketin vi halî, serhoste jî xeberan li me nedida. Niho ket serê te ko ez ù tu em dixebitin, yekî ji wan mirovan bixweyî bikin. Ew jî brayê me ê kiçik Gefo ye.
***
Zizê dengê xwe birî bù. Ne digirî, ne jî tiştek digot. Dest avêti bù hepowê xwe ù dixebitî. Hepowê xwe wer dişuxiland ko tiliyên wê ji gûmikên xwe qey agir vedimistin. Tinê di vegerê de ji Rindê re qewîtî kiri bû ko ji dêya xwe re tiştekî mebêjit.
***
Sibetir dinya hêj sartir bû.Rindê û Zizê çû bûn xebata xwe. Heta hingùrê jî xebitî bûn. Gava vegeriyan hatin mal û rojaniya xwe dan dêya xwe, dê dît ko Zîzê wê rojê ji xweha xwe kemerîyek û nîv bêtir anî bû. Berê jê kêmtir dianî. Dê ecêbmayî ma.
YEKBÛN Û YEKÎTÎYA KURDÎ
Ev Lor û Bextiyarî Baban;
Kurdmanc û Hewreman û zazan:
Kurdên, ji welatê; Rom û Sorî ,
Kurdên Ecem û Irak û Sûrî,
Kurdên ji welatê jor û jêrîn;
Serçav bilind û zexm û nêrîn;
Kurdên ji Blûc ù Kurdên Efgan,
” Di hêvî de yek in û yek di raman,
Yekbext in hemû, ne bextiyar in,
Ser erd û dinê, biyan û jar in.
***
ZerdeÅŸt bû melayê kevnê kurda’
Qanûn bû çiraya zendavesta’
Ew felsefeya kedîm û pir nûr,
Zendî, zmanê kevn û meşhûr;
Zerdeşt û çiraya zîvê Zerdeşt;
Rohnî ew e , ser çiyan û ser deşt.
Her kat ji kitêba Zendavesta,
Pêtek bû li dil , gurî di desta,
***
Rislem ji me ye û Şah Nadir,
Siltan Selahedînê denggîr,.
Xanî û Melayê Ba!tê, Teyran;
Gî kurd in hemù ji xwîna kurdan.
Nabî ji me ye, û Şêx Ehmed;
Hîmê me ye Zend û dewleta Med.
Agrî , Sine , Wan û Mûş û Zîlan ,
Kanî ne , ji wan vejîne xortan ,
Sinî, Elewi û Eyzedî çi ???
Em bûne xulam û mane birçî !!!
Kurd in , ne cuda ji dar û ra ne,
Bin destê Xwedê û yek xwedan e
Kurd in hemû em, ji yek nijad in.
Tev dad û kerem ù pak nihad in
Bextên me yek in, ne sê ne çar in,
Em Kurd in û tev bira û yar in.
***
Agrî, Sine, Wan û Mûş û Zîlan,
Kanî ne ji wan vejîne xortan
Sinî, Elewî û Eyzedî çi ???
Em bûne xulam ù mane birçî !!!
Bêrût: 23 Gulan 1929
Dr. Kamiran Ali Bedir-Xan
Hawar 83-84-85 03 Tîrmeh 1932