Roja Zimanê Zikmakî

JI RAYAGIŞTÎ RE

Neteweyên Yekbûyî (Komîteya UNESCOyê) sala 1999an biryarek girt ku 21ê sibatê bibe Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê. Ev pazdeh sal in ku ev roj tê pîrozkirin. Lê ji ber çi 21ê sibatê? Di 21ê Sibata 1952an de xwendekarên zanîngehan ên Bengalî li hember biryara hikûmeta Pakistanê rabûn û çalakiyek li dar xistin. Lewra Hikûmeta navendî biryar dabû ku zimanê Urdûyan li Bengladeşê bibe zimanê fermî. Hikûmetê ev çalakî bi tundî temirand. Lê piştî vê bûyerê bi çar salan hikûmeta Pakistanê neçar ma ku zimanê Bengalî weke zimanê fermî yê duyemîn bipejirîne. Ev roj ji gelan re bû ronîker ku mafên xwe yên zimên biparêzin. Kurd jî ji van gelan e.

Kurdên bakur jî li ber xwe didin ku ji dewleta tirk mafê zimanê xwe bistînin. Lewra piştî tirkan girseya herî mezin li Tirkiyeyê kurd e. Îro li Tirkiyeyê ne zimanê kurdî bi awayekî fermî tê naskirin ne jî bi zimanê kurdî perwerde heye. Gelo pêşveçûn qet nînin. Mixabin ji xeynî TRTyê û dersên bijarte (ew jî tenê di xwendegeha navîn de) tu pêşveçûn nînin. Ji aliyê gelek kesan ve tê hizirkirin ku;

  • tîpên kurdî serbest bûne
  • navên gund û bajarên kurdan tên rastkirin
  • navên bi kurdî di nasnameyan de tên nivîsandin

Nexêr, ev pêk nehatine. Tenê siyasetmedar carinan van tînin zimên. Ji kurdan tê xwestin ku zimanê ku Xwedayê Teala ji bo kurdan bijartiye careke dî bibijêrin û hîn bibin. Ew jî bi gelek minet û astengîyan. Wek bicîhnekirina mamosteyan.

Weke kurd, em dixwazin ku zimanê me di zagonê de bê naskirin û demildest rêya perwerdeya bi zimanê zikmakî bê paqijkirin. Ji bilî vê tu tedbîr vê pirsê ji holê ranakin û nayên pejirandin.

Di dawiyê de bi hêviya ku zimanê me bighêje mafê xwe Roja we ya zimanê zikmakî pîroz be!

 

KOMELEYA NÛBIHARÊ ŞAXA BATMANÊ

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *