Li Hewlêrê ji ber êrişên Îranê 3 roj wekî şîna giştî hat ragihandin

Parêzgeha Hewlêrê ji îro ve 3 roj wek şîna giştî li sînorê Hewlêrê ragihand.

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw got:

“Ji ber êrişên nerewa yên hêzên Îranê yên li Hewlêrê di encamê de 4 welatiyên sivîl şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji Xwedê hêvî dikin ku şehîdên vê êrişa terorîstî, bi bihuştê şad bike û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.”

Umêd Xoşnaw êriş şermezar kir û got, “Êrşa nerewa û bê hincet xelkê sivîl û bêguneh kiriye armanc.

Em ji îro û ve li parêzgeha Hewlêrê sê roj wek şîna giştî ragihandinînin.”

Li Hewlêrê çi bû?

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Jîneya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.

Li aliyê din, dronek li Pîrmamê û yek ji Behirkeyê hatin xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina asmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Dijeterora Kurdistanê jî ragihand, sê dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Îro demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqiyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *