Kemal TOLANKêmasiyên çapkirina pirtûkên li ser Êzdiyatiyê û derfetên ku niha li Herêma Hukumeta Kurdistanê hene bêne bikaranin.
Ez vê „Name û lava ku, min di sala 2006 de ji „rewşenbîriya bingeha LALIŞ“ re jibona çapa pirtûka min Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê bigre ser xwe“ şandiye ji bo zanîna agahdariya cenabê we diweşînim!
Ez bawerim, niha derfeta ku „Desteya Bilnd a Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî/Dihok“ ê heye ku , çapa hinek pirtûkê me nivîskarên Êzdî , yên ku nikarin pirtûkên xwe çapbikin bigirine ser xwe başe. Ji bo ku dewlemendiya Êzdiyatiyê, hîn zêde di nav Herêma Hukumeta Kurdistanê û cîhanê de bêye nasîn hêvî dikim , kesanê berpirsayr li ser vê daxwaza min rawestin û ji xembariya min re bibine alîkar !
Name û lava ku, min di sala 2006 de şandî:
“Pîrê me yê herî rêzadar Xidir Sileyman, hêjayan xuÅŸk û birayên di rêvebiriya komîta rewÅŸenbîriya bingeha LALIÅž û yên serpriÅŸtên www.lalishduhok.org. ê´ye piÅŸka kurdî de !
Weke hûn dizanin, wisa jî gelek zane û pispor dibêjin, di çapemeniya kurd û cîhanê de agahdariyên li ser netew, dîrok, hejmar, ûrf û adetên ola me Êzdiyan pir kêmin û nasandina Êzdiyatiyê jî di nava civata xerîb û me Kurdan de gelekî paş de maye.
Ji bo ku ez karibim hinek ji van kêmasî û valiyên di nava dîrok, kultur, siyaset û edebiyata me Kurdan de dagrim, min di sala 2000 de li goriya derfetên xwe pirtûkeke bi navê Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindî ne berhevkir û ew li ser nava weşanên DENGÊ ÊZDIYAN hate weşand. Ji xwe hûn jî li ser vê kitêba min agehdarin.
Di pey re û bi taybetî jî di nava van salên dawî de gelek lêkolîn, gotar û nêrînên min li ser rewş, zilm û zora ku berê bi serê bav-kalên me Êzdiyan û Kurden resen de buye û hêjî dibe di gelek dezgeh, rojname, kovar û malperên me Kurdan de û di kovar -malper we ye hêja (http://www.lalishduhok.org/ )de jî bi navê min yê rast(K.T.) hatine weşandin.
Weke hûn jî dibînin, ji ber ku ez weke hinek kes û nivîskaran urf, adet, hebûn û tûnebuna me Êzdiyan berevajî nakim, nekirine û tiştê ji min hatî min bi hemda xwe li ser rastiya dîrok û zargotina me Êzdiyan ya hîna jî zindî dijî şaş ne nivîsandiye piraniya heval, Êzdînas, xêrxwaz û xwandevanên ku dixwazin dîrok û kevneşopên Êzdiyatiyê nasbikin ji van şîrove, lêkolîn, gotar û nêrînên min razîne. gelek ji wan zane û xwandevanan ji min dixwazin ku ez van berheman û yên li cem min ku hîna ne hatine weşandin tevî wêne û dokumentan di pirtûkekê de tomar bikim.
Vêca, min li ser vê daxwaziya wan hêjayan û li goriya teknîk nasîna xwe pirtûkek bi navê NASANDINA KEVNEŞOPÊN OLA ÊZDIYATIYÊ berhevkiriye. Dema mamoste pîr Xidir Sileyman di vê dawiyê de hatibû virê, min hinekî qala vê kitaba xwe jê re jî kir û ewî jî çend lêkolînên min yên di naveroka vê kitêbê de ne ji bo weşana malpera we bi xwe re anîn.
Karê ji bo montaja çapkirinê(hemû nivîs, wêne, grafîk, dokûment û whd. bi cîh kirine) di programa M.Wort û PDF ê de tev avîtine ser CD(selikek)ê xelaz kirine.
Eger ez ne şaşbim wê di pîvanê de jî tu astengî dernekevin.
Pîvana rûpelên çapa kitêbê jî weha ye :
Dirêjay(firehîy)a texta nivîsandî 12,05 cm, Bilindaya texta nivîsandî 21,00 cm e. Hêjmara rûpelan tev tevîhev : 368 rûpelin.
Wênê rûpela serî û dawî divê bireng bin(dibe ev li ser pêşniyariya we be jî)
Wêne û girafikên di navê de jî tev hatine bicîh kirin û divê rengê çapa wan jî reş û spî be.
Vêca, ez ji we hêvîdikim û dixwazim bizanîbim, ka gelo hûn dixwazin vê kitêba min li ser navê weşanxana xwe çap bikin û bi weşînin?
Hêvîdar im ev berhevkirina min bidilê web e û hûn karibin wê jî bixine nava çap û weşanên xwe.
Gava egerekî kû hûn nikaribin wê çap û biweşînin hebe û hûn ji kerema xwe re karibin daxwazî û şertên xwe ji min re bibêjin, ezê gelekî dilşah bivim.
Hêvî dikim ku hûn bi nivîsandin bersiveke pozîtîf anjî negatîf bidine min û ezê gelekî çavnêrî bersiva we bim.
Xwedê bike ku hûn di armancên xwe de her serkeftî bin û bimînin timî di xweşiyê de !
Li gel rêz û silavan
Mamoste Kemal Tolan 24.02.2006
Têbinî:
WeÅŸanxana DENGÊ ÊZÃŽDIYAN niha ji ber pirsgirêken aborî nikare vê pirtûka min biweşîne. Eger ez bersivekê ji we negrim, ezê pêşniyara xwe bidime çap û weÅŸanxanên Kurdaye dinê.”
Mixabin, min piştî vê name pirtûka xwe bi derfetên aboriya xwe ya hingê jî gelekî lawazbûn da çapkirin .
(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)


