Biryarnameya Giştî jibo Mafên Heywanî û Rewşa Kurdan

Siddik BOZARSLAN

Di 15.10. 1978an da ” Biryarnameya Navneteweyî jibo Mafên Heywanî” li ”Mala UNESCOyê ya Parisê” bi awayeke fermî (resmî) hatîye îlankirin ku ew ji 14 maddeyan pêkhatîye. Ez dixwazim ewil van 14 maddeyên ku di Biryarnameyê (Bildirge) da cî girtine rêz bikim, da ku xwendevan bi hêsanî karibin wan bi mafên mirovî û neteweyî ra muqayese bikin û wan ferqîyetan baştir bibînin.

Madde 1: Tevayîya heywanan (lawiran) li pêşîya jîyanê wekhev dizên û xwedîyê mafê heman hebûnê ne. Madde 2: Tevayîya heywanan, xwedîyê wî mafî ne ku rêzgirtin jê ra were nîşandan. – Însên ku cureyeke heywên e, nikare heywanên dî tune bike, ew nikare vî mafî binpê bike û keda wan bixwe, wezîfedar e ku zanînên xwe têxe bin xizmeta wan. Madde 3: Hewildaneke xirabî, bêînsafî û zilimkarî jibo tu heywanek nayê kirin. Madde 4: Hemî heywanên nekedîkirî di derdorên xwe yên taybetî û xwezayîyê da, li ser erdê, hewayê an avê, xwedîyê mafê jîyanê û zayînê ne. Madde 5: Hemî heywanên ku li gora urfadetan, li hawirdorên însanan dijîn, xwedîyê mafên azadîyê ne ku di nav mercên xwe yên taybetî da bijîn û cinsên xwe zêde bikin. Madde 6: Hemî heywanên ku digel însanan hatibûn, xwedîyê mafê jîyana xwe ya ku li gora emirdirêjîya xwe ya normal bûne.  Madde 7: Hemî heywanên ku dixebitin, xwedîyê van mafan in ku wextên wan ên karkirinê (xebatê), divê were sînorkirin, xwarin û vexwarina wan jibo hêzbûyîna wan bi kêrhatî bin û wextên bêhnvedan û îstirihatê hebin. Madde 8: Pêkanîna çêkirinên ceribandinan li ser heywanan ku êşên psikolojik û fizikî çêkin, ew li dijî mafên heywanî ne. Ceribandinên tibbî, ilmî, bazirganî û her cureyên dî jî, li dijî mafên heywanî ne. Madde 9: Eger heywan jibo xwarinê hatibe xwedîkirin, divê li wan baş were nihêrtin, veguhêstin û jibo mirinê neyê tirsandin û êş neyê kişandin. Madde 10:  Jibo kêfxweşbûna însên, ji heywanan fêde nayê wergirtin. – Nîşandanên ku ji heywên fêdeyê werbigrin û temaşekirina wan, li dijî heysîyeta heywên e.  Madde 11: Bêyî ku mecbûrîyet hebe, hewildanek jibo kuştina heywanek, li dijî jîyanê sucek e. Madde 12: Hewildanên ku gelek heywanên kovî bikuje, ew li dijî mafê jîyanê suceke jenosidê ye. – Encamê qirêjkirin û kavilkirina (şewitandin û tunekirina) hawirdorê xwezayê, digihîje jenosidê. Madde 13: Pêwist e ji mirina heywên ra jî hurmet were nîşandan. Madde 14: Li her welatî divê mafên heywanî jî wek mafên mirovî bi qanûnê were parastin. (Cemşid Bender, Korku ve Cesaret-Kürt Tarihine Sataşanlar, Berfin Y.)

Eger em bi balkêşî li vê metnê û li metna destûra Tirkîyeyê binêrin û wan muqayese bikin; bi awayeke vekirî û zelal xuya dibe ku mafên neteweyê kurd jibo jîyanê, qasî mafên lawiran (heywanan) jî tune ye. Loma jibo me kurdan (kurdên başurê welatê me ne tê da) ev mijara huqûqî, cîyê fikirandînê ye, cîyê nirxandinê ye ku divê em li gora realiteya heyî bikevin nav hewildanê.

Şeva 18.02.2021an, di qenaleka TV tirkan da ez rastê textek hatim ku behsa huwîyetên pisîk û kûçikan dikir. Li gora wê haydarîyê ji nuha ve li ser xebat dibe da ku her kûçikek bibe xwedîyê nasnameyekê. Xebatên tirkan didome da ku her pisîkek jî di 2023yan da bibe xwedîyê nasnameyekê. Yanî di 2023yan da li Tirkîyeyê her pisîkek û kûçikek, dê bi nasnameyên xwe bigerin ku jîyana wan di bin ewleyîyê da bin. Li gora van xebatên tirkan li Tirkîyeyê qîmeta nasnameya kurdan bi qasî ya pisîkekê ango ya kûçikekî jî tune ye. Ji ber ku navê hebûna kurdî hê jî qedexe ye û di qanûnên tirk da cîyê wan tune ye. Ev jî bila di guhên kurdan da bibe guhar.

Bila tu kurdek jibo vê tespîta min xwe aciz neke û neqehere. Ez li kesekî heqaret nakim û mirovên kurd biçûk jî nabînim. Lê wek min li jor da nîşankirin, di çarçoveya huqûqê da em tune ne û qîmeta me jî qasî qîmeta lawirek jî tune ye, ev rastîyeke pir tahl e, lê heqîqetek e û li meydanê ye. Li gora vê rastîyê û heqîqetê, kesên ku ji xwe ra dibêjin ew kurd in û nasnameya xwe ya kurdbûnê diparêzin, bila kumên xwe ji serên xwe derxînin û bi hûrgilî bifikirin û muhasebeya wujdanên xwe bikin da ku jibo doza kurdevînîyê û Kurdistanevînîyê çi kirine; lê di nava vê muhasebeyê da divê bikaribin ewil derzîyê di xwe da bikin û paşê şûjinê di kesên dervayê xwe da bikin.

Li vir divê em bi rêzdarîyeke mezin behsa gorbihiştê Şêx Abdilselam Barzanî-II jî bikin û bi hurmeteke mezin wî bibîrbînin. Cîyê pesindayînê ye ku Ş. A. Barzanî, ji vir 120 sal berê, yanî 80 sal berîya Biryarnameya Giştî ya Parisê ku li jor hatîye xuyakirin, jibo parastina heywanan dîtin û fikrên xwe ji xelkê xwe ra pêşkêş kirîye. Wî ne tenê jibo parastina lawiran, her weha jibo parastina xweristê jî dîtinên xwe pêşkêş kirîye. Fikrên wî yên di derbarê belavkirin û parvekirina erd jibo gundîyan jî, piştî 20-25 salan di Şoreşa Oktobrê ya Lenin da li Sovyetê di bin navê ´Politika Solhoz û Kolhoz´an da ketîye nav jîyana gundîyên rusan.

Ji ber ku di nivîsareka dî da min behsa felsefeya Şêx Abdilselam Barzanî kirîye û li ser dîtinên wî yên neteweyî, civatî, ekolojik û lawiran rawestîyame, min li vir tenê xwest ku xwendoxên kurd qîmeta wî bizanibin. Her wek ku Ehmedê Xanî jî fikrên neteweyî û pêwistîya avakirina Kurdistaneka serbixwe 100 sal berîya Şoreşa Fransayê avêtibû meydanê; lê wan fikran di jîyana gelê kurd da 100 sal zêdetir veşartî man û wan toximên kurdevînî û welatevînîyê di bin axê da man û şitil nedan. Bi ya min fikrên Ş. Abdilselam Barzanî jî, wek şagirtê E. Xanî yê gewre, heta nuha di nav kurdan da baş nehatîye zanîn.

Bê guman, van sedeman ji ber tunebûna dewleta kurdî bûye. Nifşên nû divê li ser van mijaran bi hûrgilî rawestin. Eger heta nuha li Başurê Kurdistanê muze, peyker, zanîngeh, akademi û wd. yên Şêx Abdilselam nehatine çêkirin, ev kêmasîyên gelek giring e û divê hem Parlamentoya Hewlêrê û hem Hukumet di vî warî da bikevin nav hewildanan û deynê xwe yên jibo Şêx Abdilselam Barzanî bidin. Min bi zanatî gotina ´deyn´ xebitand; ji ber ku Ş. Abdilselam, mîmarê/hîmdarê dezgahên neteweyî yên li Başurê Kurdistanê ye û mamostayekî me yê mezin e. Loma ne tenê Kurdistanîyên Başûrî, her weha em hemî kurd bi awayekî deyndarê wî ne û em mecbûr in deynê xwe bidin, da ku ew jî di gorra xwe de aram razê.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir