BÎRANÎNA XELÎLÊ ÇEÇAN!

 
 

(Berpirsiyar û birêvebirê Radiyoya Rewanê yê 24 salan)
Doh êvarî (2024.01.21) bi munasebeta ji dayikbûna 100 salîya berpirsiyar û birêvebirê Radîyoya Rewanê yê 24 salan, Xelîlê Çeçan li Stockholmê şev û ahengek bîranînê hate amade kirin. Bîranîn ji alîyê kurê Xelîlê Çeçan, nivîskar û rewşenbêrê hêja kekê Têmûrê Xelîl ve hate organîze kirin.
Di vê şava bîranînê de, hem ji Swêd û hem jî ji Almanya û Gurcîstanê gelek rewşenbîr, nivîskar û kesayetî beşdar bûn. Hinek ji beşdaran bîranînên xwe yên li ser ked û xebatên gorbihuşt Xelîlê Çeçan û xebatên kurdên Rewanê bi mêvanan re par ve kirin. Çend kesan jî ku yek ji wan hunermend û stranbêjê navdar Hesen Şerîf bû, bi stanên xwe rengekî cihê dan vê şev û ahengê.
Xelîlê Çeçan û xebatkarên Radîoya Rewanê bi hezaran stran, çîrok û serpêhatîyên kurdî tomar kirine û ji mirinê rizgar kirine. Weke gelek kurdên herçar perçeyên Kurdistanê û dervî welêt, zaroktîya me jî bi wan stran, çîrok û şanoyên Radiyoya Rewanê derbas bûye. Bê gûman, ev ked û xebata bêhempa, di parastina ziman û çanda kurdî de; lê herweha di geşkirina hestên neteweyî de jî roleke gelek mezin lîstîye. Ev ked, xebat û fedekarîya wan ya hêja, cihê şanazî û serbilindîyê ye.
Ked û xebata Xelîlê Çeçan û hemû xebatkar û kedkarên Radîyoya Rewanê û herweha kurdên Sovyeta Berê yên di warî ziman û kultura kurdî de, wê neyên ji bîr kirin.
Bila ruhê gorbihuşt Xelîlê Çeçan şad û mekanê wî rohnî be.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *