Şîreta Qazî Muhamed ji bîr nekin!

Cano AMEDÃŽ
 
Meha Adarê di dîroka Kurdistanê de mehekî girîng û bi êşe. Berxwedan, têkoşîn û şikestin bi hestên xemgînîyê 78 sal berê, li qada çar çira, wêneyên Qazî Muhamed û hevalên wî, wesîyet û şîretên wî weke tîrejên rojê asoya me ronî dike.
 
Weke hûn dizanin Qazî Muhamed û hevalên wî roja 31ê Adarê 1947 an de ji alîyê dewleta Îranê hat şehîd kirin. Ev roj weke roja şehîdên Kurdistanê girîngîyek dîrokî hilgirt. Li seranserê kurdistanê hemû demsal, meh , hefte û roj xwedî taybetmendîyek girîngin lê 31ê Adarê 1947an rojekî dîrokî, rojekî xemgînîyê ye.
 
Ji wê rojê heta îro xort û keçên Kurd, baş dizanin ku têkoşîn û berxwedana milletê Kurd hêvî û dînamîzma dahatuya Kurdistanê ye.Ew Ala têkoşînê her dem di navbera nifşande dest guhertîye, di destê xort û keçên kurd de weke pira di navbera îro û sibê de erkê dîrokî hilgirtîye.
 
Em hemû têkoşer û kedkarê paşeroja Kurdistanê ne. Em bi hişmendîya netewî, xizmetkarê gelê xwe û çalakvanê dahatûya netewîyê ne. Weke hûn jî dizanin têkoşîna rizgarîya neteweyên bindest li ser milê nîfşan weke pêşbirika alê didome. Ew alaya ku me ji nifşên pêşîya xwe girtibû îro em radestî nifşê pey xwe dikin. Domandin û berdewamîya têkoşîna rizgarîya Kurdistanê erkê her Kurdekî welatparêz û niştimanperwere!
 
Ez naxwazim gotinên xwe dirêj bikim. Bi ya min divê her dilsozê doza netewî wesyetnama Qazî Mihemed rojê carekî weke îbadet bixwîne, bi nîrxîne û li ser bifikire. Stratejî û sîyaseta netewî herî pêşketî û ya zelal, di nav hevokên wesyetname û axaftina damezrandina Komara Kurdistanê de cîh digire, bixwînin û bidin xwendin.
 
Divê her Kurd bi asoyek neteweyî tevbigere û ji bo rê li ber yekrêzîya mala Kurdî veke, li nîrxên xwe, li dîroka xwe, li şehîdên xwe, li zîndûyên xwe, li doza xwe xwedî derkeve, rê li ber Beko Ewanan asê bike.
 
Ji bo JİBÎR NEKİN Û NEDİN JİBÎR KİRİN divê bi hişmendîyek netewî em li dîrok û hêjayên xwe xwedî derkevin. Em cardin bi rêzdarî Qazî Muhamed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *