Bîranîna Pêşewa Qazî Mihemed û Hevalên Wî Li Nürünberg

Îro, di 29ê Adara 2025an de, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-I) li dar xist.
Aheng bi sirûda neteweyî ya “Ey Raqib” dest pê kir. Piştre bi axaftina .berdewam kir. Her wiha, Komîteya Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWK jî beşdarî ahengê bû û axaftinek pêşkêş kir. Aheng bi serfirazî û beşdariyeke berfireh pêk hat.
Em Pêşewa Qazî Mihemed û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Rêya wan rêya me ye!
Axaftina Komîteya Almanya ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê
Ji bo Komîteya Bayernê ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKI)
Rêzdarên hêja,
Spas ji bo vexwendina we ya yadkirin rêberê Miletê Kurd Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê.
Di dîroka Kurdistanê de tekoşîn û helwesta Qadî Mihemed û hevalên wî hêjayî pesnandinê ne.
Îro heger li başûrê Kurdistanê dewletek Federal heye, li rojavayê Kurdistanê xebatek ber bi statuyek tê meşandin, li bakûr û rojhilatê Kurdistanê tekoşîna neteweyî zindiye bi saya kar, xebat û rêberiya Qazî Mihemed û serok û rêberên Kurda ye.
Ev ala fedakarî, ev ala qahremanî û dilsoziyê heta bi dest xistina rizgariya Miletê Kurd ewê bidome.
Em serê xwe li ber Qazî Mihemed û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.
Bila rihê wan şad û azad be.
Partiya Welatparêzên Kurdistanê – Komîteya Almanya

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *