Bi wêne…Li gundekî Kirmaşanê pîrozbahiyên Cejna Çileya Havînê birêve çûn

Şerîf Felah

BasNews – Li gundê Zerdûîy yê navçeya Baygan a ser bi bajarê Pawe ya ser bi parêzgeha KirmaÅŸanê, her sal nav bax û bostanan de Cejna Çileya Havînê tê pîroz kirin.

Ev kevneşope ji ber derbasbûna nîvê havînê û destpêka daketina pileyên germê û destpêka demsala berhemê rez û baxên meyve û fêkî birêve diçe, ku tê de ‘’Bi daholê, herwaha jenîna amûrên din ên wek defê û stran gotinê ve keç û xort dîlan û gowendê girêdidin,’’ berhemên baxan tên dabeş kirin. Ew merasîm û kevneşopiye bi sedan sale maye û birêve diçe û wek merasîmekî çandî tê dîtin.

http://www.basnews.com/index.php/kr/news/kurdistan/537677

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *