Bi minasebeta salvegera 76salîya damezrandina PDKê

Berîya 76 salan li ser xaka pîroz, li Kurdistanê du gul buşkuvîn. Damezrandina Partîya

Demokrata Kurdistanê PDK û ji dayikbûna serok Mesud Barzanî. Îro herdû dîyardeyên giranbiha yên miletê Kurd û kurdistanîyan, temînata destkeftîyên kurdan, pêkvejîyana kurdistanîyan û ewlekirina pêvajoya serxwebûna Kurdistanê ne.

Em Tevgera Demokratîk a Kurdistanê TDK-TEVGER , salvegera damezrandina PDKê û roja jidayikbûna serokê Kurdistanê Mesud Barzanî li kurdistanîyan pîroz dikin.

Birêzan!

PDKe 76 sal e, Barzanîyan jî ji Abdulselamê duwem û hetanî îro, bêrawestan di tekoşîna millî de cîyên sereke girtine û mafê miletê Kurd parastine. Berxwedana PDKê û Barzanîyan ji alîyekî di nav miletê Kurd de, ji alîyê din jî di nav cîhana demokratîk de, weke tekoşînek milî, demokratîk û rewa hatîye pênasekirin.

Îro li Başûrê Kurdistanê parastina strukrura neteweyî, destkeftîyên kurdistanîyan û temînata berxwedana serxwebûna Kurdistanê bêşik PDK û Barzanî ne.

Em, TDK-TEVGER dubare salvegara PDKê û roja jidayikbûna serok Mesud Barzanî pîroz dikin û bi vê minasebetê jî  serokê nemir Mustefa Barzanî jî bi giramî bibîrtînin.

Bimre bindestî!

Bijî xebat, têkoşîn û berxwedana ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk!

TDK- TEVGER

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *