Berpirsîyarîya Sîyasetvanên Kurd

Gelî Kurd û Kurdistanîyan!

Bı destûra we be, ezê îroj bi vê kûrtenivîsê bibim mêhvanê we û fikir û hestên xwe bi we re parve bikim.

Ez wekî kes, Kurd/Kurdistanîyek, ev 18 sal in ku ez li dervî welat (li Ewrope) dijîm.

Xwedêgiravî, gelek ji me, xwe wek mirovên “sîyasî/polîtîk” bi nav dikin û xwe waha dinasînin: Hêjayî gotinê ye; gelo, li gorî pîvanên navnetewî û pêşengîya gel, em sîyasetvanên Bakûr çiqas vê paye û têhildanê heq dikin!?

Mebesta mın, ne destnîşankirina “suc/sucdar”a ye; armanc balkişandina ser rewşa me û sîyaseta me ya lawaz, şert û mercên tengav e.

Bi ya min: li Bakûr, ‘SIRR’a têkçûna xeta netewî, rast-e rast têkiliyên xwe bi Derbeya leşkerî ya Îlona 1980 ve he ye!!

Konjonkturà demê û pêla hîşyarîya Netewa Kurd li Bakur, tirsa mirinê xist nav dilê Dewleta Tirk!

TC, bi vê tirsê ket nav hewldan, proje, dek û dolabên “Dijî Kûrd û Kûrdîstanîyan!..

Her çıqas tehlûkeya “Komunizm” û “Şerîetê” dan pêş jî, lê di eslê xwe de tirsa TC, DOZA Kûrd û Kurdistan bû, bi gotina wan:“bölücülük” bû.

Kesên komunîst û şerîetçî ku bi tometa sûcên giran ji alî cûnta Îlonê 1980 vê hatibûn girtin û cezayên giran xwaribûn, hîn nîvê cezayê xwe kişand an nekişandin bi “qanûna lêborîna bi şert” tev hatin berdan! Loma bi “komunîst û Şerîetçîyên xwe re li hevhatin, yan dijberîya wan taktîk bû!

Madde 142(dijî komûnizim)
Madde 163(dijî Şerîetê)

Ev madde rakırın. Bi hevre bûn wekî xwûşk û bira.

Lê neyartîya wan bi Kurd u Kurdistanê re berdewam e!

Ji bûyer û rûdanan jî em dizanin kû; di salên 1970-80an de TC’yê, projeyên piralî yên rêxistinî amade kiribû!

Aqîbet û bikaranîna Hîzbulah û hin rêxistin û partiyên çepên tırk’an nîşanî me da kû bı destê TC hatine avakirin!

Jı darbeya leşkerî re “rê asfalt kirin”!! Gava pêwîstî bi wan nema jî ew ji holê rakirin!!

PKK (Gruba ANKARA) jî yek jı van projeya ne; lê ROL û MÎSYONA wê cuda ye!!

(dı nıvîsek dınde,emé lı ser bısekının)

Alan AMEDÎ

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *