Barzanî: Iraq dabeşbuye emê serxwebûnê ragehînin

Herwaha got: ‘’Min şer li dijî gendeliyê ragehandiye.’’

BasNews – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekî li gel Skynewsê de, di derbarê bi dawî hatina Sykes-Picot de got: di rastiyê de Sykes-Picot nemaye, DAIŞê sînor goherîn, ji ber vê divê ji bo çareseriya pirsgirêkan sûd li vê bê wergirtin û sînor ji nûve bên tesewur kirin. Ev tesewur daxwaza Kurdan e jî.

Di derbarê dewleta Iraqê de jî got: ‘’Iraq di destpêka 1921ê de li ser bingehê hevbeşiya Kurd û Ereb hatiye avakirin. Lê beşa me vêrankarî û jenosoid buye. Piştî 2003 yê me we zanî ku ev çareseriyekî nû ye. Ji ber wê em çûn Bexdayê, lê mixabin ewên ku hikûm li Iraqê dikirin, bi dijminane li gel Kurd tevgeriyan. Lê ez ji hemû navendên navnetewî dipirsim, êdî em çi bikin? Eger em fikir li awayekî din ê pêkve jiyanê naken, wa şer û pevçun destpê dike.’’

Di derbarê ragehandina dewleta Kurdistanê de jî got: ‘’Eger gelê Kurdistanê daxwaza dewletê bike û wiha biryar bide, bêgoman emê wek gel bikin û biryarê gel bi cîhbînin. Bila em li gel Iraqê dû cîranên başbin’’

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di derbarê alîkariya navnetewî de jî got: ‘’Çaverwaniya me ewe di avakirin û ragehandina dewleta Kurdî de bila alîkarê me bin.’’

Herwaha di derbarê ezmûna Iraqê ya ji 2003 heta naha de diyar kir: ‘’ Ez geheştin wê encamê ku ev ezmûnê bi şikest temam buye, destûr tê pûç kirin, nayê pêkanîn û em carekîdin sitû jibo Bexda natewînin. Bexda rêz li taybetmendiyên Kurd nagre.’’

Di derbarê welatên ku piştîwaniya dewleta Kurdistanê dikin de jî got: ‘’Gelek dewlet piştîwanî dikin, ez naha jî dikarim navên wan bidim. Hindekî din jî hene pirsgirêka wan li gel dema avakirinê de heye û bêguman hindek jî li dijî avakirina dewleta Kurd in.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Em berpirsê dabeşbuna Iraqê nînin. Iraq bixwe dabeş buye.’’

Di derbarê pirsyarekî ku partiyên Kurdistanê li gel ragehandina dewleta Kurdî ne ku Mesûd Barzanî ragehînê de jî got: ‘’Herkesekî ragehînê giringe Kurd bigehe mafên xwe. Piraniya Kurdan li gel ragehandina dewletê de ne. Ez tu Kurdekî şik nakim ku bivêrê û di dilê xwe de li dijî mafên neteweya xwe be.’’

Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê rojava de jî got: ‘’Tişta ku zerer dide wan dabeşbuna navxweyî ya wan e. ne hevpeymanê opozîsyonin, ne hevpeymanê desthilatin. Tu li yek ji wan wek gelekî li gel Kurd tevnagerin.’’

Herwaha got: ‘’Ew rastiya ku heye demî ye û wê bigoherê.’’

Dervey wê jî got: ‘’Ez pir nerihetim ji ber rewşa Kurda ya li Sûriyê, dû dilim ji vê rewşa ku naha heyî.’’

Di derbarê dosyayên gendeliyê de jî got: ‘’Ez bawer nakim gendelî ango karên ne li rê di hemû saziyan de hebe, lê me biryar daye emê şer li dijî gendeliyê bikin, wek em şerê DAIŞê dikin. ‘’

Herwaha got: ‘’Min şer li dijî gendeliyê ragehandiye.’’

http://www.basnews.com/index.php/kr/interviews/264907

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *