Axaftina Serokê Giştî yê PWK Mustafa Ozçelik ji bo Kongreya PWK Ewropa

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk:

‘’Divê em li gorî dema nû, bi hişmendîyeke nû, rê, rêbaz û amûrên nû biafirînin’’

Kongreya PWK (Partîya Welatparêzên Kurdistanê) Ewropayê, li bajarê Stockholm a Swêdê roja 30.03.2024ê bi beşdarîya delegeyên PWKyê yên ku ji welatên Ewropayê hatine destpêbû. Kongre dê du rojan berdewam bike.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, bi rêya ZOOMê beşdarî kongreyê bû û axaftinek kir. Ev jî axaftina Mustafa Ozçelîk e:

Dîwana Rêzdar ya Kongreya PWK Ewropayê ,

Delegeyên hêja,

Heval û hogirên biqîmet,

Ez we hemûyan bi rêzdarî silav dikim û ez ji nuha ve serkeftinê ji Kongreya Yekemîn ya PWK Ewropayê re dixwazim.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), wek partîyeke meşrû, yasayî, neteweyî, niştimanî, azadîxwaz, demokrat, di têkoşîna doza mafê çarenûsîya miletê kurd û kurdistanîyan de, berhemê ked û xebata bi salan e.

PWK, bi fedekarî, hestyarî û dilsozîya rêvebir û endamên TDK-TEVGER û PAKê û kadroyên serbixwe hate damezrandin.

PWK, li Bakure Kurdistanê xwe weke  berdewamîya ked û xebat û têkoşîn û bedelên hemû partî û rêxistinên kurdistanî dibîne; ew xwe berdewamîya têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê ya 200 salî dibîne.

Rêvebir û endamên TDK-TEVGER û PAKê, hemû tecrubeyên biserneketî yên yekitîyên sîyasî û rêxistinî yên li Bakurê Kurdistanê, bi çavekî objektîf û çêker nirxandin û li cîhê berjewendîyên grûbî û şexsî, berjewendî û pêwîstîyên doza mafê çarenûsîya gelê me esas girtin û li gel kadroyên serbixwe yên kurdistanî PWK damezrandin.

PWK, li Bakurê Kurdistanê, di pêkanîna pêwîstîya partîyeke xurt, girseyî, neteweyî, demokrat û kurdistanî de, xwe weke qonaxekê pênase dike û dibêje, ‘’Em her gav amade ne ku bi partî, rêxistin û tevgerên wek me û nêzî me difikirin re bibin yek û ji bo vê jî em tu qeyd û bendên grûbî û şexsî  danaynin’’.

Em careke din dixwazin dubare bikin ku li Bakurê Kurdistanê cudabûna wan partî, rêxistin û grûbên ku wek hev, nêzî hev difikirin, zerarê dide doza miletê me, heyf e, luks e.

Û em dibêjin, ji bo yekbûna hemû partî û alîyên azadîxwaz, demokrat, neteweyî, kurdistanî, navê tu partîyan, navê tu serokan ji doza azadîya gelê me ne pîroztir e, ne bi qîmetir e.

Herweha PWK, bi vê  hişmendîyê bangî hemû kadroyên ku wek me, nêzî me difikirin dike da ku, werin em di nav refên PWKyê de hêza xwe bikin yek; em bi hev re partîyeke xurtir û girseyî  ku bikaribe di  doza azadîya kurdistanê de bibe aktorekî esasî bihûnin.

PWK, li Bakurê Kurdistanê ji bo daxwazên stratejîk ên doza azadîya kurdistanê, li ser perspektîf û bernameyeke milî, demokrat jî; lê herweha ji bo daxwazên rojane û ji bo daxwazên acîl ên miletê kurd jî amade ye bi hemû alîyên peywendîdar re, hevxebat, hevkarî û tifaqan pêk bîne. Em vê yekê weke wazîfeyeke xwe ya neteweyî û niştîmanî  dibînin. Ji bo pêkanîna van armancan, ji bo  pêkanîna hevkarî û tifaqên neteweyî, divê em miheqeq ji rê, rêbaz û şêweyên rêxistinî yên nû ku rêya peywendîyên bi gelê kurdistanê re xweştir û geştir bike re vekirî bin. Divê em ji bo hevkarî û tifaqên neteweyî, bikaribin format û şêweyên nû bikarbînin.

Rêbazeke PWKyê heye: Em dibêjin, yên dikarin di nav yek partîyê de bibin yek, bila bibin yek; yên nikarin bibin yek, bila hevkarî û tifaqan pêk bînin; yên nikarin hevkarîyan pêk bînin bila di nav dîyalogê de bin; yên nilkarin dîyalogê jî bi hev re deynin, bila dijminatîya hev nekin.

Em dê her li ser vê rêbaza xwe bimeşin.

Dewleta Tirkîyeyê, ev 100 sal e ku  bi sîyaseta xwe ya ‘’yek dewlet, yek milet, yek welat, yek ala’’yê, bi sîyaset û kiryarên xwe yên înkar, îmha û asîmîlasyonê, dixwaze miletê kurd, zimanê kurdî û doza  azadîya Kurdistanê ji holê rake.

Mixabin hinek alîyên çep û îslamî yên ku li ser potansîyela kurdan bi navê Tirkîyeyîbûnê sîyasetê dikin jî, di astên cuda cuda de, hişmendîya neteweyî û niştimanî ya bir armanca li Kurdistanê bidestxistina statuyeke sîyasî, cografî, netweyî, lawaz dikin.

Li himberî vê helwest û sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê û herweha li himberî sîyaseta ku statuyeke sîyasî ji miletê kurd re naparêze, PWK, xwe weke nûner û parastvanê doza mafê çarenûsîya miletê kurd dibîne. Ji ber wê jî  hemû rêvebir, endam, alîgir û dostên PWKyê, ji bo ku PWK bi awayekî yekgirtî, xurt û girseyî bibe aktorê esasî yê doza azadîya Kurdistanê, divê zêdetir hestyar bin, aktîftir bin û li partîya xwe, li keda xwe xwedî derkevin.

PWK, ne partîyeke ku hemû endam û rêvebirên wê fotokopîyên hev bin. Li ser bername û deklerasyona ku hatîye pajirandin, dikare fikrên cuda jî di nav PWKyê de hebin. Divê em her bi rêbaza empatîyê, di nava partîya xwe de, her daîm vê kultura şeffaf, demokratîk biparêzin û em rêzê li hevdu bigrin.

Hevalên Hêja,

Çi li welêt, çi li Tirkîyeyê, çi li Ewropayê,  li gorî şerdên dinyaya nû ya dîgîtal, li gorî sosyolojîya cîhên ku em lê dijîn, li gorî denklemên navneteweyî, divê em bi van bîr û bawerî û armancên xwe yên meşrû, maqûl û biheq, bikaribin rê, rêbaz, amûr û şêweyên nû yên rêxistinbûyînê û têkoşînê biafirînin û di jîyanê de pêk bînin. Divê em bikaribin qeyd û bendên ku aso û fikrên me, dest û lingên me girêdidin biqetînin û rêyên nû yên ji bo qezenckirina potansîyela ciwanan, jinan û hemû pêkhateyên civata Kurdistanê peyde bikin.

BaÅŸ e gelo ev mimkun e?

Belê, li gel hemû darbeyên ku me xwarine, li gel hemû asteng û dorpêçkirina heyî û li gel hemû dezawantajên me jî, bê şik û bê teredut, ez dibêjim, ev ne hêsan e, lê mimkun e. Bi qasî alîyên neyênî, firsend û îmkanên ji nû ve vejînê jî hene û divê em bi awayekî aqilane bikaribin rê ji vê şansê re vekin.

Hêvî, bawerî, sebir, xweşbînîyek bi şexsîyet, qabîlîyeta ku li gorî şerd û mercên xwe ji nûve xwe organîze kirinê û bi di nav gelê me de xebat, xebat, xebat ; belê ev bingehê esasî ne.

Çawa ku di salên 1970yî de, kadroyên kurdan yên hejmara wan bi qasî  tilîyên destan bûn, li gel hemû astengî û zehmetîyan jî, bi rê û rêbazên li gorî wê demê û bi bawerî û xebateke dilsozane, fedakar, bi sebir, bi lihevxwedîderketin, ji hev hezkirin û rêzlihevgirtineke bêhempa, bi çend kesan destpê kirin û bi sedan, bi hezaran, bi dehhezaran, bi sedhezaran rêheval ji xwe re çêkirin; ez dibêjim, em jî îro dikarin vê çembera ku li dora me hatîye girêdan bişkînin û bibin deng û rêxistina bi dehhezaran, sedhezaran, û milyonan.

Werin em bi hev re, ji nû ve, bêyî pêşhukmî, bêyî ku em derbasbûyîna xwe red bikin, lê bêyi ku em xwe di derbasbûyê de hefs bikin; werin em formateke nû bavêjin hemû hînbûnên xwe yên heyî, em gotin û kirinên xwe di her warî de bikin yek û bi empatî, em tecrubeyê û dînamîzma nivşên nû bigihînin hev, em rûpelekî nû ji xwe re, ji gelê xwe re vekin.

Helbete ku ev wek wazîfeyekê li ser milên me hemûyan e û bingehê wê jî divê li ser axa Kurdistanê, di nav gelê me de bê vejandin.

Lê, Yekemîn Kongreya PWK Ewropayê jî weke kongreya damezrandina PWKyê gelekî girîng e. Û ez dibêjim bila ev kongreya PWK Ewropayê jî, ji bo xwe ji nû ve afirandinê, ji bo hişmendîya nû bibe xelekek û pêngaveke nû.  

Ez di wê bawerîyê de me ku, hemû endam û rêvebirên PWK Ewropayê, li gorî şerd û rastî û pêwîstîyên Ewropayê û li gorî daxwaz û  pêwîstîyên doza azadîya gelê me, li ser vê hişmendîya nû, ji bo PWK li Ewropayê xurtir, geştir û girseyîtir bibe, dê bi hestyarî û bi hişmendîyeke yekgirtina partîya me tevbigerin, biryarên pêwîst bigrin, bernameyeke xebatê tesbît bikin û dê her vê hemahengîyê û keda xwe biparêzin.

Ez spasîya Komîteya Amadekar ya Kongreyê, spasîya  hemû endam û rêvebir û delegeyên PWK Ewropayê dikim ku Yekemîn Kongreya PWK Ewropayê li dar dixin.

Ez li ser navê hemû rêvebir û endamên PWKyê, serkeftinê ji hevalên me yên Ewropayê û ji Kongreya PWK Ewropayê re redixwazim.

Ez careke din dixwazim bêjim ku ‘’Em bi hev re xurt in’’.

Serkeftin ji bo partîya me, serkeftin ji miletê Kurd û kurdistanîyan re.

Silav û rêz.

30.03.2024

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *