Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê!

Şeyhmus OZZENGIN

Pirsa Kurdistanê, girêkek quzilqurtê ye. Kî bixwaze daqurtîne, wê di qirika wan de bimîne!

Berî bi çend rojan Sekreterê Giştî yê CHP daxuyanîyek da. Berî ku em li ser armanca daxûyanîyê rawestin, ji hêla teknîkî de em li daxûyanîyê binêrin.

Ev îşaret dike ku li pişt perdê hinek dan û stendin dimeşin. Hinek hêz, kes û derdorên dewleta tirk di xebatekê de ne, ku li ser navê kurdan HDP bikin piştgirê CHPê, ku îktîdarê biguherin. Ev zelal xuya dike.

Di nav refên hêzên Kurdistanî de jî êrîşên ku hatin ser Kurdperweran û ji nû ve xwestin ku berê têkoşîna Rizgarîya Miletê Kurd bidin kemalizmê, çepitîya tirkan û demokratîk kirina dewleta tirkan, biratîya gelan“ ev armanc bû.

Di vir de gotinek min tenê heye:

Divê Kurd, aqlê dîrokê, dersên dîrokî derxin ber zanistîya mejî û binirxînin. Doza Kurdistanê ji CHP, ji HDP û ji hemû taxim û berjewendîyên wan mezintir e. Qeweta tu Îktîdaran û partîyan, kesan tune, ku pirsa Kurd û Kurdistanê çareser bikin. Pirsa Kurd û Kurdistanê, pirsgirêkek navdewletî ye û bi garantîya beşdarbûna hêzên navdewletî û bi beşdarbûna mejîyê dewleta tirk ve têt çareser kirin. Bê vê konsensusê, ev pirsgirêk çareser nabe. Pirsgirêka Kurdîstanê sîyasî ye û teqabulî doza axê dike. Mafekî rewa, yê miletê Kurd, li ser axa xwe, doza lê xwedîderketina erkên desthilatdarîyê ye.

Ezê dîsa vegerim ser gotina Kemal Kiliçdaroğlu. Çi gotîye K. Kiliçdaroğlu?

„Ji bo çareserkirina pirsa Kurd pêwîstiya me bi organeke rewa heye. Dewlet nikare organeke nerewa muxatab bigire.
Erdogan ev kir. Dewletê jî Îmralî muxatap wergirt. Îmralî ne organeke rewa ye. Organa rewa kî ye? Em dikarin HDPê wek organeke rewa bibînin. Piştgirîya xelkê ji HDPê re heye û hatîye nav parlamentoyê û karê xwe dike. Eger ev pirs çareser bibe, bi organeke rewa re çareser dibe. Em dikarin bi HDPê re çareser bikin. Ji ber vê ez wiha difikirim ku pêwîst e, HDP li parlamentoyê be…”

Wek teknîkî, di asta parlementoya tirkan de îşaretkirina, „Ji bo çareserkirina pirsa Kurd pêwîstiya me bi organeke rewa heye.“(!) Wek karekî teknokratî rast e. Adres parlemento ye, lê ku li welatekî wek Tirkîye parlemento desthilatdar be û xwedî erk be. Ya din jî HDP bi devê xwe dibêje „ez ne partîyek Kurd im“. Wê çawa partîyek ku ne a kurdan be, kurdan temsîl bike? AK Partî jî bi qasî HDP ji kurdan dengan distîne. Gelo ev partîya sîstema dewletê, li vî aqilê ku dibêje „ji kurdan dengan digire“ çima nabe erkdar? Qesta min ew e ku, bi dengan kesek, hêzek li ser kurdan nabe erkdar.

Di vir de pirsek min heye.

Gelo Parlemento û îktîdar di warê çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê de xwedî erk in? Ez bi xwe jî bersîvê bidim: Na, tu cari ne parlemento, ne Dadgeha Destûrê, wek erk, ew hêz bi wan re çênebûye. Xwedîyê biryarê, mejîyê dewletê bi xwe ye. Ew mejî jî di kûraya avakirina dewleta tirk de bicîh bûye û ev aqlê dewletê bi xwe ye.

Hêla din sîyasî ye û armancek hesabên guhertina îktîdarê li ser Kurdan têt meşandin. Di vir de jî CHP dixwaze HDP û beşek ji kurdan ji xwe re bi karbîne. Xuyaye ku beşek mezin ji kurdan jî ji bona vê amade ne.

Her dema piştî pêvajoyek sertbûna dewletê, dewlet ji bona balansa civakî, gavek xapandinê davêje holê, karesatên xwe bi kurdan dide jibîr kirin û xwe jî nû dike û dimeşe. Kurd divê vê stratejîya dewleta tirk derxin astek zanistî û jê dersan bigirin. Ma ne bes e, ev 100 sal e, li ser me eynî lîstik dimeşe, eynî savar her germ dibe, germ dibe û têt ber me?

Di germaya heman daxûyanîya serokê CHPê K. Kilaçdaroglu de çima Sezayî Temellî ecele bersîv da?

Got.

„Muxatabê çareserkirina pirsgireka Kurd HDP nîn e. HDP, aktorê ku ji bo çareserkirina vê pirsê rêya sîyaseta demokratîk vekirîye û hêsankirîye.

Lê divê bê zanîn, ku navnîşana çareserkirina demokratîk û muxatabê eslî jî tenê Îmralî ye.“

Ez pêşî eşkere bêjim ku, ticarî îradeya HDPê, ku bi tena serê xwe biryarê bigire û bi rêka xwe de bimeşe çênebûye. Îradeya HDPê li Îmralî, li kêleka dewletê rûniştîye. Bê biryara dewletê, ne parlemento û ne jî CHP û HDP dikarin tiştekî bikin. Di vir de Sezayî Temellî rast dibêje; Ji ber ku ew jî wek qayûm ji terefê dewletê de erkdarkirî ye.

„..divê bê zanîn, ku navnîşana çareserkirina demokratîk û muxatabê eslî jî tenê Îmrali ye.“(!)

Lê ezê dewleta tirk jî lê zêde bikim; ne tenê muxatabê eslî jî „Îmralî“ (îradeya HDP û PKK Abdullah Öcalan)“ divêdewleta tirk“ jî bihata nivîsandin. Yanî divê bêt zanîn ku „navnîşana çareserkirina demokratîk û muhatabê(n) eslî Îmralî“ û dewleta tirk e(!)

Aklê dewleta tirk, di kûraya dîroka 100 salî de li ser „çareserkirina pirsa kurd“, di yek armancê de meşîyaye: Bi êrîşan, bi darê zorê, bi qatlîam û jenosîd, bi asîmîlasyonê, bi hilweşandina balansa civata Kurd (dejenerasyonê) re, li ser kedîkirin (entegre kirin)a  kurdan meşîyaye! Ji gotina „çareserkirina pirsa Kurd“(!) ev dewlet tenê van metodan fêhm dike û van metodan dimeşîne. Her hewla ku daye ber xwe jî, xistîye xizmeta van armancan.

Çawa piştî tecrûba 100 salî, emê hêvî bikin ku wê pirsa Kurd, di parlemento ya tirkan de, dewleta tirk bi serê xwe çareser bike?

Heger Kurd bi vê bawer bikin, tê wateya Kurd miletek ku bê hafiza dîrokî tevdigere! An jî kurdan biryar daye û berê xwe dane asîmîlebûnê, dejenerasyonê û bi dewleta tirk re di warekî teslîmbûnê de entegre bibin û pirs jî çareser dibe! Dema ku em bêjin na, li Bakurê Kurdistanê hîna cewherekî zînde, li ser lingan heye, wê wextê divê ev cewher lingê xwe li erdê bixe û bêje na!

21.09.2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir