Li bajarê Antalyayê ya Tirkiyeyê bi beşdariya zêdetirî 200 xwendekarên Herêma Kurdistanê dîdarek hat lidarxistin.
Xwendekar û berpirsên Komeleya Nûnerên Zanistê diyar kir ku dîdara îsal gelekî serkeftî bûye.
Di dîdarê de behsa pirsgirêkên xwendekarên Herêma Kurdistanê yên li derveyî Herêma Kurdistanê dixwînin hat kirin û li ser teknolojiyên nû û hişê çêkirî panêl hatin lidarxistin.
Nehemîn a Dîdara Komeleya Nûnerên Zanistê bi hevkariya Tora Medyayî ya Rûdawê pêk hat.
Xwendekar Rabîn Omer got, “Dîdareke gelekî baş bû ji bo mamoste û xwendekaran. Dîdareke Kurdane bû û me sûdeke mezin jê wergirt.”
“Dîdar gelekî têr û tijî bû”
Serokê Komeleya Nûnerên Zanistê Rêbîn Nesredîn wiha diyar kir:
“Em gelekî kêfxweş in ku me nehemîn dîdara xwe bi hevkariya Rûdawê li dar xist. Dîdara îsal jî bi ser ket û gelekî têr û tijî bû.”
Komeleya Nûnerên Zanistê sala 2018an hatiye avakirin û niha nêzîkî 200 endamên wê hene ku hemû jî xwendekarên Herêma Kurdistanê ne ku li welatên biyanî dixwînin.
“Min gelek sûd ji dîdarê stand”
Xwendekar Yara Mihemedê behsa dîdarêk kir û got,”Ez xwendekara pola 10an im û li Stenbolê dixwînim. Ev dîdareke taybet bû.
Sala borî jî ez beşdar bûbûm û min sûdeke mezin jê wergirt. Gelek pisporên di warên cuda de beşdarî dîdarê bûn.”
Xwendekara bi navê Raza Bahadînê jî got:
“Ev dîdara li Antalyayê bû derfetek ku em çand û taybetmendiyên xwe yên Kurdî nas bikin. Di vê serdema zanistê de divê em xwe û welatê xwe nas bikin.”
Nehemîn a Dîdara Komeleya Nûnerên Zanistê bi piştgiriya Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê û Weqfa Maarîfê hat lidarxistin. (Rûdaw)