Amerîka: Hevkariya me ya bi Pêşmergeyan re berdewan e

Li bajarê New York Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî têkildarî têkoşîna li hember DAIŞê civînek taybet li dar xist.

Encumena Ewlehiyê diyar kir ku metirsiya DAIŞê berdewam e.

Di civînê de nûnerê Amarîkayê jî ragihand ku ew dê li dijî DAIŞê li Îraqê bi Pêşmergeyan re û li Sûriyeyê jî bi hêzên xwecihî re têbikoşin.

Nûnerê Brîtanyayê jî di civînê de banga sekinandina êrişên grûpên çekdar ên li hemberî hêzên hevpeymaniyê kir.

“DAIŞ madeyên hişbir û jin difiroşin”

Sekreterê Giştî yê Înterpolê Jurgen Stock jî beşdarê civînê bû û got ku DAIŞ jin dikin armanc û tundutîjiyên zayendî dikin.

Stock diyar kir ku DAIŞ teknolojiyê bi kar tîne û ji bo dahata xwe jî madeyên hişbir difiroşe.

Herwiha Sotck got ku DAIŞ li Sûriyê, Îraq, Afrîka û Asyayê çalak e û wiha berdewam kir:

“Hêza DAIŞê bi serkeftî hate şikandin lê belê em nikarin bêjin ku ji holê rabûye.

DAIŞ hîna jî metirsiya herî mezin e.  Armancên DAIŞê li gorî berê ne kêmtir û cudatir e.

Sal 2014an DAIŞê li Sûriye û Îraqê qadeke pir fireh kontrol dikir û divê niha em pişta xwe nedin ewlehiya li wir û paşgûh jî nekin.”

Li aliyê din, di cîvînê de nûnerê Amerîkayê got ku ew dê li dijî DAIŞê, li Îraqê bi Pêşmergeyan re û li Sûriyeyê jî bi hêzên xwecihî re têbikoşin.

“ Rola her kesî girîng e”

Cigîrê Nûnerê Amerîkayê Neteweyên Yekbûyî Robert A. Wood got, “Binêrin ji bo şerê li dijî DAIŞê, pêdiviya me bi hemû hêzan heye.

Li hemberî DAIŞê ne tenê rola hikûmet û hêzên leşkerî, rola her kesî girîng e.

Ev kampanyeyeke pir girîng e ku em divê bidomînin.  Piştgiriya aborî, cih û çek dayîna DAIŞê pirsgireke mezin e.

Ji bo ev rewş careke din dernekeve holê divê em bixebitin. Lewre dema ku ew piştgirî hat dayîna DAIŞê me dît ka çi dibe!

Di civînê de girîngiya şerê li hemberî DAIŞê derket pêş û ev jî xalekî girîng e.”

“Divê em bi hev re li hemberî DAIŞê şer bikin”

Robert A. Wood wiha berdewam kir, “Kesên din jî dikarîbûn behsa Pêşmergeyan bikin. Me qala wan kir.

Binêrin divê hemû civak li hemberî DAIŞê şer bike. Divê em hemû çavkanîyan bi kar bînin û bi hev li hember DAIŞê şer bikin.”

Di civînê de hem Fransayê û him jî Brîtanyayê gotin divê tund û tujîyên li hember Êzidîyan hatine kirin neyê ji bîr kirin.

Her wiha DAIŞ hê jî li Sûryeyê û Îraqê çalak e û cihê metirsiyê ye.

“Fransa jinên Êzidî ji bîr nake”

Alîkara Kordînatora Polîtîkayê ya Fransayê ya Neteweyên Yekbûyî Clarisse Paolini got:

“Fransa jinên Êzidî yên ku rûbirûyê tûndûtûjiya DAIŞê bûne jibîr nake.

Ji bo wê jî em dê alîkarî û lêkolînên xwe bidomînin.”

“Bila Îran êrişan bide sekinandin”

Alîkarê Nûnerê Brîtanyayê yê Neteweyên Yekbûyî James Kariuki got:

“Grûpên çekdar ên ku Îran piştgirî dide wan êrişî hêzên hevpeymaniyê dikin.

Em bangî Îranê dikin, bila van êrişan bide sekinandin û tansiyona herêmê dabixe.”

Di cıvînê de behsa jin û zarokên DAIŞê yên ku li kampên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne hatin kirin.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *