Amerîka dê sîstema parastina esmanî bide Herêma Kurdistanê

Di budceya parastina ya Amerîkayê sala 2024an hat diyarkirin ku li dijî êrişên dronan û mûşekî yên li dijî Îraq û Herêma Kurdistanê dê sîstema parastina esmanî were terxankirin.

Di belgeyên derbarê daxwaza budceya parastina niştimanî de ku pêncşema borî ji aliyê Kongreya Amerîkayê ve hat pesendkirin, ji bo mesrefên Pentagonê yên sala 2024an 842 milyar dolar hat xwestin.

Di budceya parastinê ya sala 2024an de, fona şerê li dijî DAIŞê ya Îraq û Herêma Kurdistanê û Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li gorî sala borî daket û 398 milyon dolar e.

Îsal 242 milyon dolar ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê hat terxankirin ku par 322 milyon dolar bû.

Daxwaza sîstema parastina esmanî ji bo Herêma Kurdistanê

Di pêşnûmeya qanûnê de hat gotin ku divê Wezareta Parastinê û ya Karên Derve yên Amerîka planeke hevbeş ji bo dabînkirina sîstemên parastina esmanî ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê heta 1ê Sibata sala bê amade bikin.

Her wiha hat gotin ku divê hêzên Amerîkayê li ser çawaniya bikaranîna sîstema parastinê perwerdeyê bidin hêzên ewlehiyê yên Îraqê û Pêşmergeyan.

Di proje yasayê de tê xwestin ku Pentagon piştî 90 rojî ji amadekirina wê planê dest bi bicihkirina wê bike û Wezîrê Parastinê jî dê di nîvê salê de derkeve pêşberî Kongreyê û li ser çawaniya pêkanîna planê agahdariyê bide.

Pêşnûmeya ku ji aliyê Kongreyê ve hatiye qebûlkirin, divê ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve bê îmzekirin.

Di meha tîrmehê de ji aliyê komîteyeke Kongreyê ve bang hat kirin ku sîstema parastina esmanî ji Herêma Kurdistanê re were dayîn.

Endamê Kongreyê yê Komarî Don Bacon ku bi piştevaniya xwe ya ji bo Kurdan tê nasîn ev mijar di meha Hezîranê de, piştî ku Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ji bo serdanê çû Washingtonê, vekiribû.

Bacon di meha Hezîranê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û got:

“Pêwîst e Kurdên Îraqê, li dijî êrişên mûşekî û dronên Îranê xwedî sîstemeke parastina esmanî ya baştir bin. Divê ji bo vê yekê em bibin alîkar.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *