Amadekariyên Muzexaneya Zîndana 5 Nolî

Îro heyeta Wezerata Çandê ku serkêşîya wê mudurê giştî yê çandê dikir, bi gruba me ya însatîfa zîndana 5 nolîyê re hevdîtin kirin.

Ji bo zîndana 5 nolîyê bibe muze, ev salek zêdetir e xebatên resterasyonê didome.

Me rexneyên xwe, pêşnîyarên xwe, daxwaz û xwestekên xwe cardin anî ziman û bal kiÅŸand ser rapora ku 6 Nisanê 2025 an de, me bi nivîskî pêşkêşî rayadarên wezaretê û komisyona ku bi me re muhatap bû kir. Me cardin daxwazên xwe bi xêzên sor raxist ber çavan…

Xuyaye qawiÅŸa jinan, cîhê ziyaretê, cihê hevdîtinên bi malbat û parêzeran re dihat kirin, Bloka B û Bloka C ji bo muzeyê veqetandine…

Cîhê hucran vegerandine weke berê; QawiÅŸa 35 û ya 36…

Kêmasî gelek bûn, me wan qêmasîyan vekirî anî ziman..

Şêweyên çûyin û hatina dadgehê, şêweyên çûyin û hatina nexweşxanê, rewşa qawişa zarokan û wekî din..

Wêne û dîmenên cureyên îşkencan yek bi yek me ifade kir…

Bi rastî îro destê min neçû telefonê ku ez çend wêne bikşînim! Li qawiÅŸa 36 an ya ku hucre ye; li ber hucreya ku kiribûn hucreya kanalîzasyonê: “Hucreya Hemamê (!)” tima TRT Haber ê bi min re roportajek kir.

Min di derbarê îşkencan û derbarê wê pêvajoyê de agahdarî da wan û me cardin ew hevalên ku jiyana xwe ji dest dan, şehit ketin, xwe şewatandin, di rojîya mirinê de mirin, yên seqet man hemûyan bi rêzdarî bibîr anî.

Me deng û qêrînên di nav kurahîya wan dîwaran de cardin bihîst û bi hestê kurdewarî me wan silav kirin!

Ji ber wê yekê min xwest çend wêneyên doyin û îroyin bi hevra parve bikim. Bila îşkencekar û sistema dagirker baÅŸ bizanibe ku em tu carî li hemberî wan serî natewînin…

Hinek nivîsên din:

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *