Siyasetmedar û partiyên TENEKE..

Siyasetmedar divê rewșenbîr be, wêje, dîrok û çanda gel û welatê xwe nas bike, bizane. Divê behn fireh be. Dilnerm be. Rêz bigre û rêz bibîne û di heman demê de jî divê șoreșger be, li pêș be. Divê mûrîd û partî perest nebe ji bo doz û gelê xwe xebatê bike.

Mixabin siyasetmedarên Kurd, bi taybet jî yên bakurê Kurdistanê, partiyên xwe li ser kevneşopîyan bi fikrek grupî ava dikin û di ser armanc û dozê û di ser gel re dibînin. Ev helwest dibe sedema ku di nava partîzanîyek teng de, helwest û kesayetîyên xwe, bi nerîn û sîyasetek teng heps dikin. Ji ber van kêmasîyan di 40 salên dawî de, 40 rûsipî û rewșenbîr nîne ku mîna șehîd apê Musa Anter, Faqî Hûsên Sağniç, Osman Sebrî, Cegerxwîn ku mirov li civata wan rûnê, ji sohbeta wan, ji tecrûbe û bîranînên wan tahm û lezzetê bistîne.

Em, bi van kal û pîrên por sipî ku mejiyên wan di nava salên 70’an de maye, mane heyirî. Wan di nava salên 70 û 80 de 10 sal șoreșgeriyek bê tecrûbe kirîye. Lê piștî salên 80an heta îroj, we bes bi çîrok û bîranînê wan deman wextên xwe bihûrandîye. Îro her yek ji we 60-70 salî ne. Lê hîna jî dev ji gelê Kurd bernadin. Piranîya we, heta îroj we zarokên xwe birêxistin nekirine, we zarokên xwe di warê doza netewî de perwerde nekirine. De ka bêjin bê ka çend heb ji zarokên we di nava kar û barê vê doza pîroz de xebatê dikin!?..

Gava mirov vê koma kal û pîran “ku van navê partîyan li xwe kirine” rexne dike, ew weke murîdên kor, êrîș dibin ser rexnegîran. Bêguman ev rewșa wan li ber çavan e. Êdî tiștên veșartî namîne û êdî her kes rastîyên wan dizane.

Ji nuke pêve yekîtiyên wan jî fêde nake!

Ji ber ku bi navê yekîtiyê, wan di 40 salên dawî de gellek gavên yekîtiyan tarûmar kirine!

Îro ddkd tenê dîrok e!

PDK-T – RNK-KUK tenê dîrok e!

Rizgarî dîrok e!

Kawa dîrok e!

Psk dîrok e!

Û ew dîrok jî hîna ne hatiye nivîsandin! Ango wan erkên xwe yên nivîsandinê jî bicîh neanîne!
Wan muhaseba wan salan jî nekirine!

Ka çend kes di nava șer û êrîșên partîyan de canê xwe ji dest dane, çend kes di nava partîyan de hatine kûștin û înfaz kirin!?

Ha di nava rastiyên weha eșkere de, ew û partiyên wan yên teneke ku ji kal û pîrên teqawîd buyî hatiye avakirin bê minet in!

Gava ku wan erkên xwe li hember rêxistinên xwe yên beriya 30-40 salan hîna bi cîh neanîbin, ma dê kî ji wan bahwer be!?

Wan heta îroj darek ne çandîye; lê niha li binê darên çilmisî, li ser pelên weșandî, li hev ketine!

Wa ye yek bi yek diçin û her ku diçin mirovên li ber tabûtên wan jî kêmtir û kêmtir dibe!
Ev rewşa îroj, berhema we tevan e û ha ev e halê we!!..

Çeto Omerî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *