Ala Kurdistanê, neteweya kurd û Kurdistan e / Pirsgirêka Kurd hebûye!!!

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Neteweyek bi gelek hêjayên xwe tê nas kirin, an jî neteweyek bi gelek hêjayên xwe tê terîf kirin. Netewe, tê wê wateyê ku divê xwendîyê ziman, xwendîyê welat, xwendîyê çandeke hevbeş, xwendîyê  jiyaneke mişterek ya dîrokî, xwendîyê kevneşopiyekê, rihekî hevbeş be.

Neteweyek, di heman dem de xwendîyê sembolên xwe yên dîrokî ne. Lê di nav van sembolan de sembolek heye ku neteweyekî ji neteweyekî din cûda nîşan dide. Dema tu li wê sembolê mêze dikî, tu wê netewê nas dikî. Ew semboleke gelek girîng, dîrokî, bi rûmet, qedir bilind e. Ew jî, Ala neteweyan û welatan e.

Gor bawerîya min, Ala welatan, qasî ziman û welatê neteweyekî girîng e. Welat û neteweyan ji hevûdu cûda dîyar dike. Loma ez dibêjim ku Al, netewe û welat e.

 Ev rastîya, ji bona Ala Kurdistanê jî derbas dibe. Loma ez di wê baweriyê de me ku Ala Kurdistanê, neteweya kurd û Kurdistan e.

Li Ala Kurdistanê xwedî derketin, xwedî şiûrbûna dewleta Kurdistanê ye. Lewma dema serxwebûna Kurdistanê di sala 1919an de tê rojevê, Ala Kurdistanê tê rojevê û çêdibe.

Wek tê zanîn zimanê kurdî ji gelek zaraveyan pêk hatiye. Yanî di zimanê kurdî de ferqek heye. Ew ferqa tê dîtin û tê şirove kirin. Her çiqas welatê kurdan Kurdistan,  ji aliyê dewletên emperyalîst û kolonyalîst de ji aliyê fizîkî de parçe jî bibe, yek beş e. Ala Kurdistanê jî yek beş û yek renqek e. Loma jî li ser Ala Kurdistanê minaqeşe tune ye û nabe jî.    

Heger rêxistinek û kesek û grûbek kes, li ser Ala Kurdistanê xwendîyê nakok bin, ji Ala Kurdistanê re xwedî dernekevin, divê bi hêsanî ji kurdbûna wan rêxistina, kesan şik bê kirin. PKKê, çewa ku ji her mijar û hêjayên neteweyî re xirabî dike, wan bin pê dike; di mijara Ala Kurdistanê de jî, ev binpêkirina xwe didomîne. Divê kurdên ku bi PKKê re tevdigerin û alîkariya wan dikin, bizanin ku ev helwesta PKKê jî nîşan dide ku PKKê rêxistineke ji bona berjewendîya kurdan ne, li dijî berjewendîya kurdan wek projeyekê ava bûye.

Dema ku rêxistinek, kesek, gûbek însan, ji Ala Kurdistanê re xwedî dernekevin, Ala Kurdistanê wek hêjayeke girîng ya neteweya kurd qebûl nekin, tê wê wateyê ku di wan de şiûra dewleta Kurdistanê tune ye. PKKê ji bona xwendîyê şiûra Dewleta Kurdistanê nîne û li dijî dewleta Kurdistanê ye, ji Ala Kurdistanê re dijitî dike.

Her çiqas PKKê Ala Kurdistanê nas neke jî gelek welat û miletên dinyayê, Ala Kurdistanê nas dikin û jê rê rêz digrin.

Ala Kurdistanê xwendîyê dîrokeke pîroz e. Xwedîyê temenek dirêj e. Sed (100) salî ye.

Ala Kurdistanê cara yekem di serhildana neteweyî ya Koçgirî de, cara duyem jî di serhildanan neteweyî ya Agriyê de bi awayekî ne fermî; lê cara sêyem di sala 1946an de li Dewleta Kurdistanê ya Mehabedê û cara çarem li Otonomiya Kurdistanê (1970-74),  bi awayekî fermî hat bilind kirin.

Dema ku li hemberî Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê êrişa dewleta Îranê dest pê kir,  Serokkomarê Kurdistanê, Ala Kurdistanê emanetî Serokê Neteweyî yê Efsanewî Mustafa Barzanî kir. Wî Ala Kurdistanê bir Yekîtiya Sovyetan û piştî 1958an jî anî Kurdistanê.

Nûha jî li Dewleta Federe ya Kurdistanê bi fermî ji aliyê Meclîsa Kurdistanê ve hat pejirandin û hat bilind kirin.

Meclîsa Kurdistanê, 17ê Meha 12an, wek “Roja Ala Kurdistanê” îlan kir..

Ez Roja Ala Kurdistanê li hemû hemwelatîyên Kurdistanê pîroz dikim.

CAREK DIN HAT BÎRA TIRKAN KU PIRSA KURD JÎ HEYE!!!

Îdeolojiya fermî ya Dewleta Tirk, neteweya kurd tune qebûl kir; siyaset û stratejiya xwe jî li hemberî kurdan, gor vê starejiyê tespît kir û meşand. Loma jî hemû mafên neteweyî yên neteweya kurd; xweserîya Kurdistanê ya dema Împeratoriya Osmanî; xebat û tevgera neteweya kurd ji bona mafên neteweyî, bi qetlîaman ji holê rakir. Qirkirina neteweya kurd, kir stratejiyeke domdar û sîstematîk.

Ev siyaseta hişk, heta sala 1946an bi destê Atatirk û CHPê hat meşandin. Di sala 1946an de dema ku Partîya Demokrat ava bû, ev siyaseta fiîlî nerm kir û bi kurdan re û bi taybetî jî bi malbatên kurd yên ku ji serhildanên neteweyî re pêşengî kiribûn re danûstandin kir. Kurdan jî bi giranî piştgirîya Partîya Demokrat kir. Hezar mixabin Partîya demokrat jî siyaseta fermî meşand. Di mafên milî yên kurdan de gav neavêt. Hebûna kurdan fiîlen jî, îtiraf nekir. Heta di sala 1959an de li hemberî xwendevan û ronakbîrên kurdan dest bi êrişekê kir. Encama vê êrişê, doza kurdan ya navdar Doza 49an hat rojevê.

Piştî Partîya Demokrat, Partîyên mihafazakar, dîsa ji bona berjewendîya xwe ya siyasî fiîlî ji kurdan re nermiyek nîşan dan. Kurdan jî piştgirîya wan kir, lê wan jî di mafên neteweyî yên kurdan de gav neavêtin.

Piştî salên 1983yan serokê ANAPê Turgut Ozal bi awayekî gelek aşkere diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsa kurd heye û 12 mîlyon kurd jî li Tirkiyeyê dijîn. Mafên kurdan jî anî rojevê. Li ser mafên kurdan û statuya kurdan jî minaqeşe da dest pê kirin. Ji Herêma Azad ya Kurdistanê re piştgirî kir. Bi PDK û YNK û serokên wan re danûstandin kir. Îzin da ku PDK û YNKê li Tirkiyeyê buroyên berpirsîyarîyê ava bikin; Serok Mesûd Barzanî û Celal Talabanî di ser Tirkîyeyê re bi dinyayê re pêwendiyên xwe bimeşînin.

Lê helwesta Turgut Ozal jî siyaseta fermî ya Dewleta Tirk ya kolonyalîst neguhert.

Partîya R. T. Erdogan jî di destpêkê de îtirafa kurdan û pirsa kurd kir. Neheqîya li ser kurdan qebûl kir. Qetlîama Dersîmê pejirand. Di beşek mafên çand û ziman û çapemenî û telewîzyon ên kurdî de gav avêt. Pirsa kurd qebûl kir. Lê siyaseta dewletê ya stratejîk ya di derbarê kurdan de nehat guhertin. Pêşî bi başurê Kurdistanê pêwendî xweş kir. Piştî referandûma serxweuna Kurdistanê dijitî kir.

Piştî demekê R.T. Erdogan îlan kir ku “li Tirkiyeyê pirsa Kurd tune ye. Bes pirsa terorê heye.”

Ev nêrîna ne rast bû. Gelek caran ji aliyê min de jî hat red kirin û rexne kirin.

Di van rojên dawiyê de Partîya Davûdoglû “Partîya Pêşerojê” qebûl kir ku “pirsa kurd heye. Dê ji bona çareseriya pirsa kurd xebat bikin.

Babacan jî dê partî xwe ava bike. Wî jî îlan kir ku li Tirkiyeyê pirsa kurd heye.

Van kesan di Partîya R. T. Erdogan de serokwezîrî û wezîrî kirin. 

Nêrînên Davûdoglû û Babacan, R.T. Erdogan û Partîya wî derewîn derdixe.

Tiştekî aşkere heye ku kes nikare rastîyan ji holê rake, rastîya Kurd û Kurdistanê hîç nikare ji holê rake. Netewe kurd û welatê wî dîrokî ne. Li Rojhelata Navîn jî netewe û welatekî qedîm e.

Kurdistan, kolonîya çar dewletên milî ye. Dewleta Tirk, beşa mezin ya Kurdistanê dagîr kiriye. Li Tirkîyeyê pirsgirêka miletê kurd heye û bi giranî jî dom dike. Vê rastîyê kes nikare beravajî bike.

Amed, 20. 12. 2019

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *