Ala Komara Kurdistanê ya Mehabadê Îro li Hewlêrê Ba Lêdide

Di Roja 22.01.1946 ê de pêşewayê Kurd Qazî Mihemed ,wek Serokkomarê Komara Mehabadê ,  li  Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê  Komara Kurdistanê ya Mehabadê  îlan kir. Komara Mehabadê tecrûbeyeke gelekî girîng e  di dîroka Kurdistanê de. Temenê Komara Mehabadê ne dirêj bû. Lê ew alayê ku Pêşewa Qazî  Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzaniyê nemir kir, îro li Hewlêrê li ser Parlementoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ba lêdide.

Îro Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Şêx Mehmûd Berzencî, Îhsan Nûrî Paşa, Xalit Begê Cibrî, Simkoyê Şikakî ,zarokên sînemaya Amûdê  û hemû şehîdên azadiya Kurd û Kurdistanê, li Parlementoya Hewlêrê  rûniştî ne û bi hev re  ji nevîyên xwe re dibêjin:

‘’Ala Kurdistanê  li her çar perçeyên  Kurdistanê jî bi awayekî azad, bi serfirazî dê  li ser asîmanê Kurdistanê ba lêbide. Bila qet şika we ji vê nebe. Em her bi we re nin. Baweriya xwe bi azadiyê, bi edaletê, bi demokrasiyê, bi dewletbûna Kurdistanê, bi milletê Kurd û gelê Kurdistanê bînin. Li cîhanê dostên xwe zêde bikin, dijminên xwe jî kêm bikin. Bi ked û emeka pêşmerge, gerilla , şervanên Kurdistanê û bi xebata hemû têkoşerên doza Kurd û Kurdistanê,  azadî wek  bukek  xemilandî dê bi ala Kurdistanê li her bihosteka xaka Kurdistanê bigere. Hêvî, bawerî, biryardarî ,sebir û ya herî girîng jî yekgirtin, hemahengî , destgirtin û piştgirîya we ya neteweyî û Kurdistanî  dê ji we re serkeftinê bîne.’’

Belê, îro em jî wek PAKê van gotinên wan  ji xwe re dikin rêbaz û ala azadîyê di destê me de, em Komara Kurdistanê ya Mehabadê bibîrtînin.

Di meşa azadî û dewletbûna Kurdistanê de, Komara Kurdistanê ya Mehabadê destpêkek  û çirûskek  bû; Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê qeleyek û bingeheke ku êdî vegera wê  tune ye, ber bi konfederalî an serxwebûne ve dimeşe.

Li rojavayê Kurdistanê  gelê  Kurdistanê bi yekitîya neteweyî  dê rêya azadiyê geş bike. Li Rojhilatê Kurdistanê, li Mehabadê  de  careke din dê ala Kurdistana Azad her ba lê bide.

Li Bakurê Kuridstanê jî, li Bircên Amedê, Li Kela Wanê, li hemû axa welatê me, ala azadiyê  bi têkoşîn û xebata me hemû Kurd û Kurdistaniyan miheqeq dê ba lê bide.Ev ne bes hêvî an daxwazek e.Ev dê her pêk wer e.Tu kesê nikaribe rê li ber vê bigire.

Em Pêşewa Qazî Mihemed , hemû rêveber ,avakar, xebatkar  û  têkoşerên  Komara Kurdistanê ya Mehabadê û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê bi gramî  bibîr tînin.Têkoşîn, ked û rêbaza wan , rêya me rohnî, hêviyên me geş dike.22.01.2015

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *