MSD: Hilbijartinên Sûriyê şanoyeke siyasî ye

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku wekî baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tê naskirin, bi daxuyaniyeke nivîskî helwesta xwe ya li hemberî “hilbijartinên parlamentoyê” yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê nîşan da.

MSDê diyar kir, hilbijartinên “Meclisa Gel a Sûriyeyê” îradeya sûriyeyiyan îfade nake, di heman demê de nûnertiya hemû herêman û pêkhateyan nake.

MSDê hilbijartin wek şanoyeke siyasî bi nav kir û got: “Ev hilbijartin ne layîqî dîroka resen a  Sûriyeyê ye. Ne jî layîqî fedekariyên gelê wê ye ji bo avakirina Sûriyeyek ya li ser esasî demokasî, azadî û hevbeşiya rasteqîn têdikoşe ye.”

Herwiha MSDê diyar kir, ev hilbijartinên şeklî ne, li şûna ku bibin gavek ber bi yekîtiya nîştimanî û lihevhatina giştî, parçebûna civaka Sûriyeyê kûrtir kirin.

MSDê dawiyê jî banga hilbijartinên rasteqîn kir û xwest, “Sûriyeyî hilbijartinên rasteqîn dixwazin ku îradeya wan nîşan bidin û hemûyan temsîl bikin; ji ber ku ev mafekî neteweyî ye ku nayê paşguhkirin an dest jê nayê berdan. Ev daxwaz stûnek bingehîne di pêvajoya avakirina dewleteke yekgirtî û demokratîk ya li ser bingeha edalet, hemwelatîbûn û wekheviyê ji bo hemû Sûriyayan.” (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *