Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê seferên Îranê betal kirin

Şirketa Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê (THY) seferên xwe yên ji Balafirgeha Stenbolê yên ber bi Tehranê ve betal kirin.

Li gorî sepana Balafirgeha Stenbolê, Şirketa Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê (THY) 5 seferên xwe yên ber bi Tehrana paytexta Îranê ve betal kirine.

Li gorî heman sepanê, her îro 5 seferên din ên ku ji aliyê hêlên asmanî yên Îranê ve dê bihatana kirin hatine betalkirin lê 7 seferên din hîn li gorî bernameya xwe mane.

Li gorî malpera FlightRadarê, şeva pêncşemê balafireke Şirketa Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê (THY) ya ku ber bi Şîrazê ve difiriya û balafireke Pegasusê ya ku ber bi Meşhedê ve diçû, ji asmanê Îranê vegeriyane.

Betalkirina van seferan ji ber wê yekê ye ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwenîşandan û nerazîbûnan dest pê kiriye.

Xwenîşander daxwaza başkirina rewşa jiyanê dikin û li dijî desthilata Komara Îslamî ya Îranê derdikevin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *