Barrack, tevî Fermandarê Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Admiral Cooper civînek bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re li dar xist.
Hate ragihandin ku di civîna ligel Mazlûm Ebdî de, gavên bilezkirina bicihanîna peymana 10ê Adarê, hêsankirina rakirina cezayên ser Sûriyê û afirandina jîngeheke ewle ji bo veberhênan û pêşketinê û hêsankirina vegera kesên koçber hatin gotûbêjkirin.Herwiha aliyan pabendbûna xwe ya bi têkoşîna li dijî DAIŞê û parastina yekpaçebûna xaka Sûriyê tekez kir.
Di civînê de, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Fermandara YPJê Rohilat Efrîn, cîgirê serokê Meclîsa Sûriya Demakrotîk (MSD) Xesan Yûsif û serokê Partiya Sûriya Pêşeroj Ebid El-Hamid El-Mihbaş amedehî kirin. (PK)


