Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê re danûstandinan li ser pirsa hinardekiirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 18.04.2025) pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Noh Yilmaz kir.

Di wê civînê de danûstandin li ser peywendiyên dualî di warên cuda cuda de û dawî pêşhat û guhertinên rewşa giştî ya Îraq û deverê hatin kirin.

Danûstandin li ser giringiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê hatin kirin.

Herwesa behsa giringiya bicihanîna pirojeya stratejî ya Rêya Pêşxistinê û girêdana welatên kendavî û Îraq û Herêma Kurdistanê bi Tirkiye û Ewropayê re bi rêya hêla asinî hat kirin.

Di pareke din a wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser piroseya aştiyê ya Tirkiyeyê li hev guhertin û piştevaniya xwe ji bo biserxistina wê piroseyê tekez kir. Di vî warî de Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji ber piştevaniya wî ji bo wê piroseyê. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *