ÎHSAN NÛRÎ PAŞA (1893-1976)

Cano AMEDÎ
Dîroka milletê Kurd dîrokek kevnar e; her rûpelek bi êş û trajedîyên giran hatîye xemilandin. Bi taybetî ev dused sal zêdetir e baca azadî û serxwebûna xwe bi kuştin, komkujî û jenosaydan dide. Di heman deman de serhildan, berxwedan, raperîn an jî têkçûn û jenosayd li ser vê ernîgarîyê kêm nebûye. Ev siyaset û hewldan îro jî didome. Milletê Kurd paşaroja xwe bi bedelên giran, bi têkoşînek dijwar û qurbanîyên mezin tayin dike.
Di dîroka Kurdistanê de roj tune ye ku bûyerek neqewimî be, serhildanek çênebû be û pakrewanekî têkoşer an serokek kurd bi deste dijmîn nehatibe kuştin?
Îhsan Nûrî Paşa yek ji wan pakrewanên doza netewî ye. Yek ji wan qehramên û kesayetê di derbarê wî de lêkolîn nehatîye kirin, ew bi xwe ye. Îhsan Nurî, bazê çîyayê Agirî ye. Gava behsa mijara serhildana Agirî dibe, Îhsan Nûrî paşa û hevalên wî tê bîra mirov.
Îhsan Nûrî wek rêber û serlêşkerê serhildana Çîyayê Agirî ji alîyê navenda rêxistina Xoybûnê ve tê wezîfedar kirin.
Îhsan Nûrî, yek ji wan endam û damezrînerên rêxistina Xoybûnê bû. Di pêvajoya serhildanê de Îhsan Nûrî paşa, bi şêweyekî serkeftî reorganizasyona şoreşê dike, hêzên beşdarî serhildanê dibin organize dike û bingeha artêşa Kurdî serast dike. Di nav şer de bingeha komara Kurdî û îdare aborîya şer serast dike. Li hemberê dijmînê xwe di qada şer de serfermandarek pêşketîye. Lê şert û mercên wê demê, pêwendîyên dewleta Tirk ya bi yekîtîya Sovyet û dewleta îran re, rê li ber şikeştinekî mezin vedike. Bi taybetî di wê şikestinê de rola dewleta Îranê û Yekîtîya Sovyetê zêdetir giran e. Dewleta Tirk, ji bo bi ser bikeve, gelek tawîzên mezin dide herdû dewletan. Bi piştgirî û dorpeç kirina wan dewletan tevgera Agirî bi şikeştinekî dijwar rûbirû dibe.
Serhildana Agirîyê ya yekem, di sala 1926 an, 16ê gulanê de bi beşdarbûna eşîrên Soxanlî, Celalî, Heyderî, Kizilbaşoxlî, Sorî, Cîlkanlî, Bîlhanlî, Cinganlî û hwd bi pêşengîya Îbrahîm Bro û hevalên wî destpêdike. Ji Rojhilatê Kurdistanê jî hêzekî suwarî beşdarî raperînê dibin. Hêzên dewleta Tirk dikevin tengasîyê û ji îranê daxwaza kontrolkirina sînor û alîkarîya ewlekarîyê dikin.
Bi biryara Rêxistina Xoybûnê îhsan Nûrî paşa weke fermandarê serhildanê tê erkdarkirin û bi hevalên xwe re derbasî herema Agirî dibe.
Îhsan Nûrî Paşa û Zîlan Beg, bi serokê eşîra Heskê Îbrahîm axa re derbasî qada serhiladanê dibin û ji nû ve hêzên xwe reorganîze dikin.
Li herêmê bi piştevanîya Rêxistina Xoybûnê Komara Agirîyê tê damezirandin. Serokê komara Agirî Wezir Biroyê heskî tê nişan kirin. General Îhsan Nûrî Paşa, di pêvajoya serhildanê de him erkê leşkeri him jî erkê îdarekirna rêvebirîya civatê bi rêve dibe. Serhildana Agirî 1926-1931 di dîroka milletê Kurd de cîhekî girîng digire.
Îhsan Nûrî Paşa, ne tenê di serhildana Agirî de cîh digire, weke tê zanîn di nav hewldanên Serhildana Elkê (Serhildana Beytûlşebabê) de jî cîh digire. Ev hewldan berîya serhildana 1925 an, di 3ê îlonê sala 1924 an de destpê dike. Serhildan, di pêşengiya Îhsan Nûrî û hinek serbazên din de destpê dike.
Îhsan Nûrî paşa û hevalên xwe endamên Rêxistina Azadî ne. Ji ber pêwendî û têkilîyên teknîkî ev serhildan bi şêweyek bêwext dest pê dike. Bandorek neyînî li ser kar û xebatên Rêxistina Azadî dike.
Îhsan Nûrî paşa di sala 1892 an 1893 de li Bedlîsê ji dayik bûye. Malbata wî di nav eşîra Celalî de xwedî cîhekî berbi çav e. Di nav artêşa Osmanî de jî îhsan Nûrî serbazekî serkeftîye. Di destpêka 1900 an de di nav arteşê de cîh digire.
Îhsan Nûrî paşa piştî peymana Cezayîrê, di 18ê Adarê, 1976 an de, li bajarê Tehranê di bûyerek trafîkî ku bi guman e rûbirû dibe. Giran birîndar dibe, wî radikin nexweşxanê, lê mixabin di 25ê Adarê 1976 an de wefat dike. Rihê wî şad mekanê wî bihûşt be.
Heyf û mixabina herî mezin ew e ku di wê demê de demsala hêzbûna rêxistin û partîyên Kurdî bû, tu hêz, tu kes bi Îhsan Nûrî re pêwendî dananî û derbarê jîyan û serpêhatîya wî de xebatek, arşîvek tomar nekir. Ev jî cîhê xemgînî û şermê ye. Lewra hêjayî û nîrxên me wexta sax in, em cîh û qîymeta wan nizanin, lê piştî em wan wunda dikin, em dest bi ax û fîgan, hawar û qêrînan dikin. Ev jî nexweşîyek me ya gelêrî ye.
Ez cardin di şexsê Îhsan Nûrî paşa de, hemû hêjayî û pakrewanên Kurdîstanê bi rêzdarî bi bîr tînim…
25.03.2025 Cano Amedî
Çavkanî: General Îhsan Nûrî paşa (niviskar Rehim Şinoyi Mahmudzade), wikipedia.org

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *