Nivîskarên Kurd Mevlut Aykoç, Samî Tan û Ronayî Onen hatin desteserkirin.
Lî gorî nûçeya MAyê, hêzên ewlehiyê îro di serdegirtinên malan de nivîskarên Kurd Mevlut Aykoç, Samî Tan û Ronayî Onen hatin desteserkirin.
Mevlut Aykoç li Stenbolê, Samî Tan li Rihayê û Ronayî Onen jî li Amedê ji malên xwe hatin desteserkirin.
Hat zanîn ku nivîskarên Kurd ji ber pirtûka fêrbûna Kurdî ya bi bandrol “Hînker”ê hatine desteserkirin.
Îfadeya Serokê Komeleya Ziman û Çanda Kurdî ya Rihayê Samî Tanê li Birîvebiriya Ewlehiya Parêzgeha Rihayê hat standin.
Hat îdiakirin ku Hînker “materyaleke perwerdehiya îdeolojîk a rêxistinê” ye.
Ji Samî Tan pirsên derbarê pirtûka fêrbûna Kurdî “Hînker”ê hatin kirin ku wî bi hevkariya Ronahyî Onen, Mevlut Aykoç û Mehmet Sadik Varlî sala 2010an de amade kiriye.
Sedema amadekirina asta 3yemîn a “Hînker”ê hat pirsîn ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ve salên 2010, 2011 û 2012an ji bo weşanê hatiye amadekirin.
Samî Tan diyar kir ku “Hînker” ji bo kursên taybet ên zimanê Kurdî hatiye amadekirin.
Karê îfadesdayîna Tan a li rêvebirya qediya lê dema desteserkirina wî bi qasî rojekê hat dirêjkirin.
Tê gotin ku hêzêne ewlhiyê dê sibe Samî Tan bişîne dadgehê. (Rûdaw)