PIRTÛKA 101 ÇÎROKÊN KURD

Lokman Polat

Mamoste Faîk Ocal nivîskarekî hêja û berhemdar e . Lêkolînerekî gelek jîr e. Û herweha evîndarê xwendina pirtûkan e. Roj û şevên wî bi xwendina pirtûkan û nivîsînê derbas dibe.

Di edebiyata kurdî de rexnegirên edebî hindik in. Herçiqas gelek kesên ku heqê vî karî dikarin derkevin hene, lêbelê ew dest navêjin vî karî, xwe nadin ber û karê rexnegiriya edebî pêk naynin. Lewre jî kesên ku rexnegiriya edebî dikin hindik in. Yek ji rexnegirê wêjeya kurdî jî birêz Faîk Ocal e. Derbarê berhemên edebiyata kurdî de yek jê ku herî pir nivîsên danasîn, şîrove, rexnegirî û nirxandinê nivîsiye, Rêzdar Faîk Ocal e. Pirtûkek wî bi navê “101 Romanên Kurdî cîjd 1 û 2“ di nav weşanên “Sîtav“ê de derketiye. Niha jî pirtûka wî ya bi navê “101 Çîrokên Kurdî“ ya şîrove, rexne û nirxandinên pirûkên çîrokên kurdî ji çapê derket û gihîşt destê xwendevanên kurd.

Birêz Faîk Ocal di vê pirtûka xwe de jî metoda pirtûka xwe ya li ser pirtûkên romanên kurdî bikar aniye.. Wek xwendevanekî wêjeya kurdî bi qasê ku ez zanim ev metoda puandayinê di eniya wêjeya kurdî de nû ye. (Heger berê yekî din weha puan daye, haya min jê tune.) Ji vê metoda wî dibe ku hinek xwendevan hez bikin û hinek hez nekin. Metodek nû ye hatiye ceribandin, bi ya min her tiştê nû ji bo wêjeya kurdî baş e. Li ser bingeha naverok, nirxandin û rexneyê şîrovekirin  gelek baş e. Ev metod û teknîka nivîsîna bi vî şiklî asoyê xwendevanan fereh dike.

Lêbelê nayê wê maneyê ku herkes yan jî ez derbarê şîroveyên wî yên pirtûkan de wek wî difikirim. Na, ez di şîroveya piraniya pirtûkan de wek wî navikirim. Ji hinek pirtûkên ku ew wan pir baş dibîne, ez wan qels dibînim. Helbet şîroveyên wî  yên subjektîv dîtinên wî ne, yên min jî dîtinên min in. Di puandayina pirtûkan de jî ez derbarê gelek pirtûkan de wek wî nafikirim. Li gor min pirtûkên ku ewqas puan heq nekirine, wî puanên zêde li gor lênêrîna xwe ya subjektîf daye.

Mamoste Hakî Ocal di destpêka pirtûkê de di deh xalan de rastiyan aniye zimên. Wî sedemên amadekirina pirtûkê, rewşa rexnegiriya edebî li bakurê Kurdistanê û sedemên girîng ên afirandina vê berhema hêja raveyê xwendevanan kiriye. Lewre jî êdî gotinên zêde ku ez bibêjim nepêwîst e. Li ser bingeha lêkolînên edebî, pirtûkên weha  şîrove, nirxandin û rexneyê pêwîst e. Divê pirtûkên weha rexneyî herçiqas di hinek waran de li gor nêrînên subjektîv be jî, hêla wê ya ku ku li gor pîvanên rexnegiriya edebî û şîroveyên zanîstî têne afirandin hene . Divê pirtûkên weha  pir bin ku edebiyata kurdî bi rexneyên edebî pêş bikeve.

Rexne pêwîstiyeke hem ji bo jiyana rojane û hem jî ji bo kar û xebata jiyana edebî ye. Rexne, şîrove û nirxandinên rexnegirên edebiyatê ji bo nivîskar pêdiviyek e. Hebûna rexnegiriya edebî, edebiyatê pêşve dixe, dewlemend dike.

Analîz, nirxandin û rexnekirina berhemên edebî asoya xwendevan û nivîskarê berhemên edebî berfirehtir dike. Ji bo xebat û afirandinên wan ên nû dibe balkêşî û alîkarî ku ew hîn baştir berhemên xwe  biafrînin. Rexnegirî gulîstana zanînê û rengahenga afirandina berhemên edebî ye.

Bi baweriya min nirxandin û rexneyên birêz Faîk Ocal yên ku berê li ser 101 romanên kurdî nivîsîbû û ên ku li ser 101 pirtûkên çîrokan nivîsiye dê alîkariyeke mezin bide nivîskarên pirtûkan û dê asoya nivîskaran hîn berfirehtir bike. Pirtûkên ku rexnegirên edebî dinivîsin û diweşînin, helbet dê hem were ecibandin û hem di hinek hêlan de were rexnekirin.

Ez mamoste Faîk Ocal pîroz dikim ku wî li ser 101 romanên kurdî û 101 çîrokên kurdî du pirtûkên hêja nivîsî. Ez hêvîdarim ku ew li ser “101 Helbestên Kurdî“ jî binivîse. Bi min divê wê jî binivîse. Lê ji bo ku 101 pirtûkên şanoyî/teatir ên bi kurdiya kurmancî niha tunin, bila ew jî bimîne pêşerojê.

Pirtûkên weha yên rexnegiriya edebî sed, dused sal paşê jî dê bi dilxweşî werine xwendin. Min ji hinek nivîskarên nas û dostên xwe re got ku pirtûkên wan ên roman û çîrokan ji alî lêkolînerê hêja birêz Faîk Ocal ve hatiye nirxandin û di pirtûkên wî yên bi navê “101 Romanên Kurdî cîjd 1 û 2“  û “101 Çîrokên Kurdî“ de hatine weşandin, keyfa wan hat, gotin em ê miheqeq  pirtûkê bikirin û bixwînin. Bi ya min jî divê ev pirtûk di pirtûkxana her nivîskarî de hebe.

Di kar û xebata F. Ocal ya lêkolînî, afirandina berhemên edebî û di jiyana wî ya nivîsînê de jê re ji dil û can serketin daxwaz dikim.

Têbinî :

Di pirtûkê de 101 pirtûkên van nivîskaran hatine nirxandin.

Naverok

Pêşgotin

Deh Xal

1-Silava Bajariyan-Menaf Osman

2-Bahol-Çiya Mazî

3-Bêbavî-Şêxo Fîlîk

4-Kewên Birçî-Ismail Dindar

6-Zeviya Ramûsanê-Tekin Çifçi

7-Asûs-Mehmet Dicle

8-Ariya Giyanên Stewr-Sîdar Jîr

9-Derb-Bahoz Baran

10-Dilşa-Felat Dilgeş

11-Çima-Rêzan Nas

12-Perdeya Reş-Qahir Bateyî

13-Bêhna Sêvê-Fahrî Ayhan

14-Kenê Miriyan Gunehê Guran-Mem Med

15-Bîranînên Ji Agir-Cesîm Soylu

16-Qêrînek Ji Axa Zelûl-Dağıstan Karakoç

17-Qenewîç-Rojbîn Ozkan

18-Şaneşîn-Bawer Ronahî

19-Kirasşo-Huseyîn Dildar

20-Kût-Reşad Kemal

21-Êşbazî-Yaqop Tilermenî

22-Êş Landika Jînê ye-Huseyîn Guclu

23-Kendal-Kemal Yiğit

24-Xelat-Sedat Yurtdaş

25-Haylo Siyaro Weylo Gundo-Veysel Çamlibel

26-Spêle-Rûbar Elî

27-Soza Min Bû-Mithra Çiyayî

28-Pirça Winda-Mehmet Şarman

29-Duaya Êvarê-Enwer Karahan

30-Labîrenta Evîna Sêwî-Mehmet Çakmak

31-Girnewas-Hasan Kaya

32-Şeva Dizên Solstîsê-Bilal Nergizli

33-Bablîsok-Evdal Baqî

34-Guleyşa-Rehmî Kurdziman

35-Alole-Perwîz Cîhanî

36-Rengbêj-Yaşar Aslan

37-Kaniya Xezalan-A. Selam Baran

38-Kenê Anahîta-Ramazan Çeper

39-Erojen-Berfo Barî

40-Sê Rojên Mê-Nûjîn Qido

41-Sofî û Monîka-Îhsan Bîrgul

42-Namûs-Wehab Mistefazade

43-Ne Bi Tenê Mar Axê Dixwin-Sadedîn Çira

44-Beranê Çargurçik-Siyajîn Aramî

45-Hemû Demsal Payîz in-Behlûl Zelal

46-Çavên Bavê Min-Emin Eser

47-Hingê-Rojên Barnas

48-Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin-Nîhatê Hecî Şakir

49-Du Sêwî-Suleyman Demirkol

50-Şîva Miriyan-Evdirehman Elçek

51-Kenê Reş-Diya Ciwan

52-Tûtina Bavê Min-Hamit Baydu

53-Lata Lêron-Tahir Taninha

54-Bi Heft Dengan Gazî Dikim-Feratê Dengizî

55-Eşqa Semayê-Zubeyt Bozkurt

56-Lolib-Adil Başaran

57-Atlasa Nîgaşan-Omer Raman

58-Dê Roj Hilê-Xelîl Duhokî

59-Çîrokên Bapîrê Min-Husniye Aydin

60-Heşterxan-Mem Zînistanî

61-Hesabgêr-Ferhadê Mihemed

62-Çavdêriyên Barbarekî-Kawa Nemir

63-Sîya Şevê-Îbrahîm Osman

64-Korerê-Brahîm Ronîzêr

65-Sêva Bi Tîr-Mahsûm Nisêbînî

66-Celîle-Bedran Hîkmet

67-Xewn û Nîgaş-Şîyan Serbixwe

68-Şikefta Fîlozofîyê-Leyla Atabay

69-Hespê Şeytên-Kadîr Stêra

70-Gopalê Sor-Mişel Temo

71-Kelevajî-Kamîran Haco

72-Rû û Kûr-Alî Duran Topuz

73-Kenê Parsek-Hesen Qizilcî

74-Xezal-Sîma Semend

75-Belkî Îşev Binive-Murat Bayram

76-Kesî Bi Qasî Min Ji Te Hez Nekir-Seher Resayî

77-Sindoqa Girtî-Lorîn S. Dogan

78-Mehkûm-M. Alî K.

79-Serpêhatiyên Înanolo û Çîrokên Din-Înan Eroglu

80-Dûpişk-Burhan Tek

81-Çîrokên Jinên Şikestî-Suzan Samanci

82-Mizgîna Dizan-Elmo Begarî

83-Lîlav-Weysel Tirpan

84-Koçera Kej-Harbî Soylu

85-Katib û Kûçik-Ulku Bîngol

86-Mêşo-Çorê Arda

87-Kaptanê Mirinê-Mîran Janbar

88-Amîdabad-Fawaz Husên

89-Çîrokên Rengîn-Lokman Polat

90-Sorxêlî-Kîbar Krîstîn Ozbey

91-Monologên Li Ber Şibakeyê-Gulbejn

92-Dojeh-Receb Dildar

93-Siya Yê Din-Hesen Ildiz

94-Deriyê Çîrokê-Cîhan Roj

95-Torosa Spî-H. Kovan Baqî

96-M-Şêrzad Hesen

97-Hezkiriya Xwedê-Îbrahîm Seydo Aydogan

98-Dojeha Veşartî-Bawer Rûken

99-Zerya-Leyla Saraç

100-Xema Qulingî-Omer Dewran

101-Pilingekî Li Hewselê-Loqman Ayebe

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *