Endamê Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) diyar kir ku kilîta parastina pêgeha Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê nemana pêwendiyên PYDyê yên bi PKKyê re ye.
Endamê Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî li Zanîngeha Selahedînê gotarek pêşkeş kir.
Hêmin Hewramî li ser pêşhatên dawî yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û çend mijarên din pirsên rojnamegeran bersivandin.
Hêmin Hewramî ragihand ku nedihat pêşbînîkirin ku rejîma Beşar Esed di demeke “ev qasî” kurt de birûxê.