Fransa û Austrya geştên xwe yên asmanî bo Îranê rawestandin

Ji ber zêdebûna gefên Îran û Îsraîlê li dijî hev, Fransayê hemû geştên xwe esmanî yên bo Îranê rawestandin û hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Îran û çend welatên din ên Rojhilata Navîn.

Kompanyaya Hêla Asmanî ya Fransî (Air France) ragihand, ji ber gefên li herêmê dê ji îro Şemiyê 13ê Nîsanê ve hemû geştên xwe yên ji bo Îranê rawestînin. Ev yek di demekê de ye ji ber gefên Îranê, geştên firokeyan li esmanê Îsraîlê sînordar bûne.

Wezareta Derve ya Fransa herwiha hişyarî da welatiyên xwe ku ji ber gefên Îran û Îsraîlê ku rewşa Rojhilata Navîn aloztir kirine, neçin Îran, Îsraîl, Lubnan û Filistînê.

Hêla Asmanî ya Austryayê jî duhî Îniyê ragihandibû, ji ber gefên Îran û Îsraîlê, wê hemû geştên xwe yên ji Viyanayê bo Tehranê heta 18ê Nîsanê rawestandiye. Hikûmeta Austryayê bang li welatiyên xwe kir ku di zûtirîn dem de ji Îranê derkevin.

Pêştir jî Almanyayê ji welatiyên xwe xwestibû, ji ber ewlehiya herêmê ne aram e, di zûtirîn dem de ji Îranê derkevin.

Roja 1ê Nîsana 2024an, firokeyên şer ên Îsraîlê avahiyek li kêleka Balyozxaneya Îranê li Şamê kiribû armanc û di encamê de 18 kes hatin kuştin ku 6 ji wan fermandar û şêwirmendên leşkerî yên Pasdarên Şoreşê bûn.

Tehranê gefa tolhildanê li Îsraîlê xwar û raportên îstixbaratî amaje bi wê yekê dikin ku, eger e Îran di her kêliyê de êrîşên mûşekî yên tund li dijî Îsraîlê pêk bîne.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *