Ayelet Shakedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê rewşa Sûriyeyê peyamek belav kir.
Shakedê da zanîn ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi dehan caran li Sûriyeyê ji grupên cîhadî xwestiye ku zererê bidin Kurdan û divê Îsraîl bi polîtîkayeke çalak rê li ber vê yekê bigire.
“Pêwîst e Îsraîl li gel 45 milyon Kurdan tifaqeke stratejîk ava bike”
Ayelet Shakedê amaje pê da, dibe ku Erdogan rewşa heyî bi kar bîne û zererê bide Kurdan û got:
“Divê Îsraîl û Amerika piştgiriyê bidin Kurdan û rê ber li Erdogan bigirin da ku nikaribe vê rewşê bo zererdayîna Kurdan bi kar bîne.
Erdogan bi dehan caran bi wekîlên xwe yên cîhadî re ev tişt ceribandiye.
Derfet heye ku hêza yên baş (Kurd û Dûrzî) bê zêdekirin û hêza yên xirab (hemû kesên din) bê lawazkirin.
Pêwîst e Îsraîl vegere polîtîkayeke çalak û li gel 45 milyon Kurdan tifaqeke stratejîk ava bike.”
Ayelet Shaked di navbera salên 2015 û 2019an de wezîra dadê ya Îsraîlê bû û piştre Partiya Rastgir a Nû ava kir û sala 2021ê wezîriya karên navxwe ya Îsraîlê kir.
NA