Îraq ‘dijminatiya Îranê dibe’ New Yorkê

Hikûmeta Îraqê helwesteke tund li beramberî êrişa Îranê ya Hewlêrê nîşan da û êriş wekî “dijminatiya Îranê” bi nav kir.

Rêveberiya Bexdayê herwiha biryar da ku ji ber “dijminatiya wê” li Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê giliyê Îranê bike.

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî bi 11 mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Herwiha 16 kesên din jî birîndar bûn.

Bexda ji 2003yan vir ve  cara yekem e helwesteke tund nîşanî Tehranê dide

Ev helwesta Hikûmeta Federal a Îraqê ya bi serokatiya Mihemed Şiye Sûdanî, helwesta herî tund bû li hemberî êrişên Îranê ya piştî hilweşandina rejîma Sedam Husên.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê di daxuyaniyekê de êriş wekî “dijminatiya Îranê” bi nav kir û got:

“Em êrişa dijminane ya Îranê ya li Hewlêrê şermezar dikin ku bi mûşekên balîstîk cihên ewle hedef girt û bû sedema mirina sivîlan.”

Wezareta Karên Derve tekezî li ser wê yekê kir ku hikûmeta Îraqê vê serederiyê wekî êrişeke li hemberî serwerî û ewlehiya xwe û dijminatiya li dijî têkiliyên cîrantiyê dibîne.

Di heman demê de amaje bi wê yekê jî kir ku dê rêkarên yasayî yên wekî giliyê li Encûmena Ewelehiyê ya Navdewletî bikar bînin.

Îraq dê mijarê bigihîne Encûmena Asayişa Navdewletî

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Sûdanî israr kiriye ku giliyê Îraqê bi hemû delîlan pêşkêşî Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê bike.

Bi vê mebestê li ser daxwaza Serokwezîrê Îraqê, ji bo li ser êrişan lêkolînan bike û agahiyan ber hev bike lijneyek bi pêşengiya Şêwirmendiya Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê hat avakirin.

Rapora ku bê amadekirin, ew dê pêşkeşî raya giştî ya Îraq û tevahiya cîhanê bikin.

Hikûmeta Bexdayê, piştî vê daxuyaniyê hin tedbîr wergirtin û gavên pratîk jî avêtin.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê bangî Berpirsê Karûbarên Îranê yê Bexdayê Ebûfezl Ezîzî kir û wekî hişyarî nerazîbûneke tund a ji ber êrişên li Hewlêrê nîşan da.

Wezareta Karên Derve, piştre ji ber êrişa Îranê ya ku li Hewlêrê bû sedema mirina sivîlan, ji bo bişewirîn bangî Balyozê Tehranê Nasir Ebdulmuhsîn jî kir.

Herwiha îro şandeyeke  pênckesî ya ji bo lêkolîna êrişa Îranê hat avakirin û ew şande hat Hewlêrê.

Komîsyona ku ji aliyê Sûdanî ve hatiye erkdarkirin, divê di nav 48 saetan de rapora xwe amade bike û pêşkêşî Serokwezîr bike.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Erecî ku wekî serokê Komîsyona Lêkolînê ya ji bo Êrişên Mûşekî yên Îranê yên li Hewlêrê hatiye destnîşankirin got:

“Me dît ku ev xaniyê karsazekî sivîl e û ew propagandaya ku baregeha Mossadê kiriye armanc ji rastiyê dûr in.”

Li aliyê din ve, Sêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Husên Elawî, ji Rûdawê re ragihand ku ew dê dosyaya ji aliyê komîsyona lêkolînê ve hatiye amadekirin, ji Encûmena Asayişa Navdewletî re bişînin û giliyê Îranê bikin.

Husên Elawî herwiha got:

Serokwezîrê Sûdanî li tevahiya welêt bi heman awayî li meseleya ewlehiyê dinêre û heman hesasiyeta neteweyî nîşan dide.”

Helwesta Îranê tê çi wateyê?

Supaya Pasdaran a Îranê şeva 15ê Çiriya Paşîna 2024an 11 mûşek avêtin Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Vê yekê deriyê şermezarkirinên tund vekirin û li Îraqê rê li ber avakirina lijneyeke lêkolînan vekir û dibe ku Îranê ji Bexdayê hêviya helwesteka wiha nedikir. Vê helwesta Îraqê welatên din jî teşwîq kirin ku bertekeke tund nîşanî êrişên Îranê bidin.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê di maweyê kêmtir ji çar demjimêran de li ser vê êrişa li Hewlêrê sê daxuyanî belav kirin. Yek ji wan daxuyaniyan nîşandana helwestê û du ji wan jî diyarkirina bernameyekê bûn.

Pênc ji wan 11 mûşekan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin. Di encamê de wî, keça wî, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî cane xwe ji dest da. Navê keça Pêşrew Dizeyî Jîne bû û hîn 10 roj mabûn ku bibe yek salî.

Herwiha navê Fîlîpîniya ku hat kuştin Mîşêl bû û wê hem Jîne xwedî dikir hem jî dayîna wê bû.

Sermayedarê Xirîstiyan ê Îraqî Kerem Mixayîl xelkê parêzgeha Mûsilê bû û sala 1981ê hatibû dinyayê. Kerem Mixayîl li Brîtanyayê jiyabû, li wê derê xwendibû û bavê du zarokan bû.

Ew di heman demê de xwediyê kompanyaya Reyaneyê û bayiyê Îraqê yê kompanyayên Samsung û Sonyê bû. Kerem Mixayîl wê şevê li Hewlêrê mêvanê Pêşrew Dizeyî bû.

Ev cara duyem e ku Îran bi hinceta lêdana baregehên îstixbarata Îsraîlê êrişî malên sermayedarên Hewlêrê dike.

Supaya Pasdaran 13ê Adara 2022yan berê sibehê jî êrişeke mûşekî kir û wî çaxî jî got ku wê baregehên îstixbarata Îsraîlê kirine armanc. Piştre lijneya lêkolînan a Îraqê ragihand ku “hincetên Îsraîlê ne rast in û li Hewlêrê baregehên Îsraîlê nînin.”

Hikûmeta Federal a Îraqê ya bi Serokatiya Mistefa Kazimî dê demê da zanîn ku ev êriş xisare dide pêwendiyên cîrantiyê û pêwendiyên dîrokî yên gelên her du welatan.

Herwiha muxtiraya nerazîbûnê da Balyozxaneya Îranê lê li Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî giliyê Îranê nekir û Îranê jî ti qîmet neda nerazîbûna Îraqê.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *