Pizîşkiyan eşkere kir: Îran û Ewropayê li ser danûstandinên peymana nukleerî li hev kirin

 Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ku ji bo beşdariya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New York a Amerîkayê bû, di vegerê de li Balafirgeha Mehr Abad a li Tehranê ji medyayê re axivî.

Pizîşkiyan ragihand ku rayedarên Îranê di serdana xwe ya li New Yorkê de peymana nukleerî ya ligel rayedarên Ewropayê ku hatiye rawestandin gotûbêj kiriye.

Pizîşkiyan got, di hevdîtinê de lihevkirin çêbû ku wezîrê karên derve yê Îranê û wezîrên welatên Ewropayê dosyaya nukleerî dîsa bixin rojevê.

Serokomarê Îranê wiha axivî: “Lihevkirin çêbû ku civînek li Ewropayê were lidarxistin. Me behsa peymana nukleerî kir. Me fikarên xwe bi ewropiyan re parve kirin. Lihevkirin çêbû ku wezîrê derve careke din vê mijarê gotûbêj bike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, di çarçoveya ambargoya giran a li ser aboriya Îranê de, Washington ji peymana nukleerî ya ligel Îranê vekişandibû.

Piştî vekişîna Amerîkayê ji peymana ligel Îranê, Tehranê erkên xwe yên nukleerî binpê kiribûn û li gorî Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, Îranê ji bo gihîştina çekên atomî dewlemendkirina ûranyûmê berdewam kiribû.

Li gorî  ajansê, Tehranê rêjeya dewlemendkirina uranyumê ji sedî 60 zêde kiriye ku ev rêje jî nêzîkî sedî 90 e ku dikare çekên nukleerî pê çêke.

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *