BÎRANÎNÊN ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ

Lokman Polat

Ji bo pesindayina mamoste Îsmaîl Beşîkçî mirov çi gotinan bibêje jî kêm e, hindik e. Di fuara Amedê de bi wê kalepîriya xwe her roj hate fuarê,li ber standa weşanên ÎBVê rûnişt pirtûkên xwe îmze kir û bi kurdan re axifî, sohbet kir. Di nav tirkan de tu kesekî, kesayetiyekî bi qasê wî ji bo doza netewa kurd bedêl nedaye, hepis ranezaye, pirtûkên wan nehatiye qedexekirin û tu rewşenbîrekî, nivîskarekî tirk bi qasê Î. Beşîkçîyê hêja derbarê kurdan de lêkolîn nekiriye, pirtûk nenivîsiye, gotar/nivîs neweşandiye. Lewre jî ez dibêjim mirov çiqas pesnê Beçîkçî jî bide, gotin hindik dimîne, kêm dimîne.

Bîranînên Mamoste Îsmaîl Beşîkçî bi sernavê di nav neynikê de ”Soz konusu vatansa bîlîm teferuattir – Wexta ku bahsa welat tê kirin, zanist hûrguliyek e. Yan jî – Dema ku dor tê ser welat, zanist hûrguliyek e.” di nav weşanên ÎBV – Îsmaîl BeşîkçîVakfî de derketiye. Pirtûk 416 rûpel e. Li dawiya pirtûkê gelek wêne hene.

 

Beşa yekem a pirtûkê li ser xweseriya zankoyê/unîversîteyê ye. Di beşa duyem de li ser eşîra Alîkan ku aşîreke koçber bû, wek tê zanîn Î.Beşîkçî li ser wan pirtûkek lêkolînî û sosyolojîk nivîsîbû. Beşa sêyem jî li zanyarî, dadgeh/mahkeme û hepisxaneyê ye. Beşa çaran li ser dadgehên dewleta dagirker li Amedê. Di vê beşê de behsa Xalid Axa, Xurşîd Axa ku herdu axa jî welatparêz bûn û li ser rewşenbîr û nivîskar Musa anter e. Beşa pêncan de behsa komele û tevgera sosyalîstên kurdan dike. Herweha behsa siyasetmedar û rewşenbîra kurd Xeco/Xatîce Yaşar û Rewşenbîrê kurd û herweha siyasetmedar û nivîskar Receb Maraşlî dike.

Di beşa şeşan de dadgeh û hepisxane hene. Wek tê zanîn Îsmaîl Beşîkçî ji bo parastina doza netewa kurd 17 salan zêdetir li hepisxaneyê raza. Di beşa heftan de pirtûk, weşanxane dozvekirina dadgehan, razana li gelek hepisxaneyan û damezrandina Enstîtuya Kurdî li Stenbolê hene.

Di beşa heştan de behsa înternetê û hesabê sexte ku li ser nave wî hatine vekirin, digel ku hesabêke wî a fermî tuneye jî di wan hesabên sexte de her roj li ser nave wî beyam, peyam hatine belav kirin. Di beşa nehan de rêwîtiya wî a çûyina Kurdistanê heye.

Di beşa dehan de behsa hevdîtina xwe û hunermend/artiste navdar Yilmaz Guney dike. Beşa yanzdeh hinek kesayetiyên siyasetmedarên kurd; Nazîf Kalelî, Şerefedîn Kaya, Umîd Firat, Serhad Bucak û siyasetmedara jin a tirk Behîce Boran dike. Beşa herî dawî jî bi sernavê ”Di şûna gotina dawî” de ye.

Naveroka bîranînên Î. Beşîkçî gelek berfereh e û ew behsa gelek tiştan dike. Ez ê di gotarek xwe ya din de wek mînak behsa hinek tiştên balkêş ku di bîranîn  mamoste Beşîkçî de cih girtine bikim.

Mamoste Î. Beşîkçî însanekî hêja ye, bi rûmet e, ji bo kurdan gelek zilm û tehda, ezîyet, zordarî, şkence dîtiye. Ji bo hişyarbûna kurdan kar û xebat kiriye, li dijê dijminê kurdan, li dijê kemalîzmê û îdeolojiya fermî ya dewleta dagirker têkoşiyaye. Lewre jî divê kurd qîmet û rûmet bidine wî, pirtûkên wî bixwînin. Ji roja ku pirtka wî ya yekem di nav weşanên ”Komal”ê de derketiye heta îro çi pirtûkên wî htine weşandin min kiriye û xwendiye.  Digel xwendia pirtûkên wî gotar û nivsên wî yên cure cure ku di weşanên kurdan d, di kovar û  malperên kurdan de hatine weşandin, dema min dîtiye min ew xwendine.

Min di salên çûyî de, kîjan sal bû nayê bîra min, derbarê wî de nivîseke nivîsîbû û weşandibû. Ez ê wê nivîsa xwe jî weke pêveka vê nivîsê û herweha di pirtûka xwe ya li ser bîranînên kesayetî, siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên kurdan de carek din pêşkêşê xwendevanên/xwînerên kurd bikim, biweşînim.

Rewşenbîrî û Ronahîbûna Kurd

Weke pêveka danasîn, şîrove û nirxandina pirtûka bîranînên Îsmaîl Beşîkçî, dixwazim bi gelemperî çend gotin derbarê rewşenbîrî, ronahîbûniya kurd û kesayetiya/şexsiyeta Îsmaîl Beîkçî bikim.

 

Fîlozof  G.Lukacs di berhema xwe ya bi navê “Rastiya Ewropî” de dibêje: “Her serdemeke mezin a dîrokî serdemeke veguherîn e/veguhêz e”.

Bi rastî jî îro Kurd di qonaxa veguhêz a serdemeke dîrokî de ne. Bi taybetî li başûrê Kurdistaê, azadî û rizgariyê rewşeke konkrêt girt, avahiyeke dewleta federe derket holê. Li bakurê Kurdistnê înkara dewleta kemalîst a Tirk li hemberî pirsgirêka kurd a li bakur asê ma, kurd ketin rojeva cîhanê. Zextên Yekitiya Ewropayê yên li ser dewleta Tirk a li ser pirsgirêka Kurd, di mijara ziman û çandê de pêkanîna hin amadekariyên azadî û rizgariyê, gavên di qada siyasî ya hiqûqî de hatine avêtin, taybetmendiyên cihê yên serdema dîrokî ne.

Di pêvajoya ku em tê de ne, Kurd di her qadê de serdema ronakbîriyê dijîn. Kurd di warê siyasî û çandî de di pêvajoyeke pêşketinê ya pir girîng de ne. Di warê ziman, çand, huner û edebiyatê de heyameke ronakbîriya kurdî heye. Ronakbîriya kurdî bi taybetî di warê ziman, çand, edebiyat û lêkolînên dîrokî de bi awayekî zelal xwe dide der.

 

Kurd hem dijîn û dîroka xwe çêdikin û hem jî dîroka xwe dinivîsin. Berê bi piranî nivîskar û lêkolînerên biyanî, ewropî li ser dîroka kurdan pirtûk dinivîsandin.  

 Îro dîrokzan û nivîskarên hêja yên lêkolîner ên kurd û hinek lêkolînvanên evropî, amerîkî, rusî û yên cîhanî derbarê kurdan de gelek pirtûk diweşînin, hinek dîrokzanên kurd û yên cîhanê jî gelek pirtûkên li ser dîroka kurdan diweşînin.

Di warê lêkolînên dîrokî de; M. Emîn BOZARSLAN, Hasan YILDIZ, Nacî KUTLAY, Rohat ALAKOM, Murad CIWAN, Hüseyin BEYSÜLEN, Nêrgiz TORÎ, Zekî Bozarslan, Ethem XEMGÎN, Îsmail GÖLDAŞ, Botan AMEDÎ, Şerefxan CIZÎRÎ, M. MIHOTOLI, Malmisanij û hwd, gelek navên din min nenivîsandiye, dîroknas û lêkolîner in. Derbarê dîroka kurd û Kurdistnê de pirtûkên wan yên hêja hene. Herweha li rojava , rojhilat û li başurê Kurdistanê jî gelek pirtûkên lêkolînî derbarê çand, ziman, edebiyat û dîroka kurdan de hatine weşandinê.

Li ser pêşketina zimanê kurdî lêkolîn, gotar, nivî û pirtûkên pir baş tên weşandin. Ev lêkolîn ji bo pêşketina zimanê kurdî karekî gelek girîng dikin. Malper û Kovarên siyasî-çandî yên ku ji aliyê hêzên şoreşger û welatparêz ên Kurd ve tên weşandin, di vî warî de peywireke girîng pêk tînin. 

Li ser pêşketina zimanê kurdî pirtûkên lêkolînê yên pir baş jî hene. Ew lêkolîn ji bo pêşketina zimanê kurdî gelek girîng in.

Li Swêdê, pirtûkên ku M. Emîn Bozarslan, Hakî Balta, Amed Tîgrîs, S.Rêwing û Murat Cıwan li ser zimanê kurdî nivîsandine û lêkolînên ku van lêkolînvanan  li ser ziman weşndine û li Almanyayê Abdürrahman Düre, Kaya Mustakhan, A.Bali hwd. Xebatên ku li Almanyayê kirine lêkolînên hêja ne. 

Mehmet Uzun keda herî mezin di pêşketina romana kurdî ya bi wateyeke /modern de kir. Romanên ku Mehmet Uzun bi kurdî nivîsiye, mînakên baş ên romana kurdî ya nûjen in.

Li Swêdê di warê kurteçîrok, kurteroman û romanê de bi taybetî Mehmet Uzun, Naci Kutlay, Bavê Nazê, Fırat Cewerî, Hesenê Metê, Mihemed Dehsiwar, Lokman Polat, Laleş Qaso, M. Alî Kut, Silêman Demir, û li welat zêdetirîn 100 romannivîsên kurd ku min navê wan nenivîsî û bi sedan çîrok û çîrokên kurdî, ev hemû dewlemendiya ziman, çand û edebiyata kurdî ne. Şaîrên/helbestvanên kurd bi helbestên xwe yên nûjen berhemên hêja yên girîng diafirînin. Pirtûkên gelek nivîskarên kurd ên ku min navên wan nivîsandine û ji ber kêmbûna cihan min navê wan nenivîsandiye hatine çapkirin û refên pirtûkxaneya kurdî bi van pirtûkên kurdî dewlemend bûye.  

Li Başûrê Kurdistanê ragihandina dewleta federe ya Kurdan piştî Komara Kurd a Mahabatê duyemîn pêşketina herî mezin e ji bo Kurdan. Erka hemû gelê Kurd, şoreşger û welatparêz e ku dewleta federal a Kurd biparêzin û piştgirî bikin.

Îro li bakurê Kurdistanê di qada siyasî de geşedanên pir girîng hene, cureyekî mirovî yê nû çêdibe, têgihiştineke nû ya siyasî pêş dikeve.

Tevgerên siyasî yên Kurd mezin dibin. Koma berê ya teng qalikê xwe diçirîne, pêvajoyeke nû di berjewendiya gelê Kurd de pêş dikeve.

Ramanwer G.Lukacs behsa qonaxa derbasbûnê ya serdema dîrokî dike, dibêje : ”Yekitiya nakok a krîz, ji nû ve hilweşandin û ji nû ve zayînê ye; Her çendî nakok bin jî, nîzamek nû ya civakî û celebek nû ya mirovî her dem di pêvajoyek yekbûyî de çêdibe.”

Li Bakurê Kurdistanê, têkoşîna azadiyê û pêvajoya rizgariyê ya ku li ser binketin û hilweşiyan pêşket, wê pêşketin û guhertinên pir girîng bi xwe re bîne. Dê gelek dadbariyên nirxê derewîn ên ku li ser têgihîştina kevin hatine hilanîn, û li şûna wê têgihiştinek siyasî ya ku ji celebê mirovî yê nû re guncav e pêş bikeve.

Di vê serdema dîrokî ya ku Kurd tê de dijîn, ji bo ku ronakbîriya Kurd hîn zêdetir pêş bikeve, divê xebatên pratîkî bên lezandin.

Îsmaîl Beşîkçî û Ronahîbûna Kurd

Îsmaîl Beşîkçî zanayekî bi kesayet e ku îdeolojiya fermî ya kemalîst dadbar dike, rexne dike û derdixîne holê, teza dîroka nîjadperest a tirkan a kemalîst û teoriya zimanê rojê şermezar dike û rastdariya têkoşîna demokratîk a neteweyî ya kurd îspat dike.

Jiyana wî jiyaneke bi rûmet e, têkoşîna wî têkoşîneke adil e. Kesekî/kesayetiyekî hêja ye ku her tim li kêleka gelê Kurd ê bindest rawestiyaye, piştgiriya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kiriye, ji bo vê yekê berdêlên mezin daye û bêyî ku ji rêbaz û helwesta xwe ya zanistî tawîz bide têkoşîna xwe domandiye û heta niha jî didome. Wî di jiyana xwe de tu car li hemberê dewleta kemalîst a dagirker paşve gav neavêtiye.

40 sal in ez xwendevanê Îsmaîl Beşîkçî me. Min hemû pirtûkên wî yên çapkirî, gotarên ku di gelek kovaran de hatine weşandin û hevpeyvînên bi wî re xwendine. Ew prototîpa heqîqeta zanistî, objektîvîtî, rewşenbîrîya/entelektuelîzma rast û dostaniya kurdan a rast e, rasteqîn e. Berdêla ku wî ji bo doza neteweyî ya kurd da, lêpirsîna wî ya ji bo parastina mafên neteweyî yên demokratîk û azadiya kurdan, girtina wî ya bi salan, ji aliyê gelê kurd û rewşenbîrên kurd ve hat nirxandin, hat pesinandin. Têkoşîna wî ya ji bo Kurdan, têkoşîna wî ya bi biryar û bi biryar tu carî nayê jibîrkirin. Lewre jî kurd çiqas pesnê wî bidin jî pesin kêm dimîne, lewre wî zêde zêde pesîn heq kiriye.

Di ronakbîriya kurdan de Mamoste Beşîkçî xwedî cihekî gelek girîng e. Xebatên wî, xebatên wî yên zanistî, helwêsta pratîk û helwêstê rast, bê tawîznedana ji heqîqetê, vekolînên wî yên siyasî û sosyolojîk kesayetî da ronakbîrên kurd û herweha rewşenbîrên kurd bi wî, bi serbilindiya wî şad û bextewar in.

Kurdan ji sala 1975an heta îro rastiya Kemalîzm û dewleta kemalîst, şaşiya îdeolojiya fermî, karakterê nijadperest û şovenîst a siyaseta kemalîst, pûçbûna teza dîroka fermî û teoriya zimanê rojê û zanistî di pirtûkên wî de xwendine û hîn bûne. Rastiya li dijî wan derewên kemalîstan, îdeolojiya fermî ya dewleta dakirkerji pirtûkên Îsmaîl Beşîkçî fêr bûne. Helbet beriya Beşîkçî jî hinek rewşenbîrên kurd van tiştan anîne zimên lêbelê pirtûkên Beşîkçî li bakurê Kurdistanê baş belav bû û gihîşt destên xwendevanên kurd.

Pirtûkên Beşîkçî ji wê rojê heta îro rastiya xwe ya zanistî parastiye. Di vê heyamê de vekolînên civakî û siyasî, şîroveyên heyî û dîtinên ku li ser pirsa neteweyî ya kurd têne gotin, bi naverokek zanistî rast û rewatiya xwe diparêzin. Her gotarên wî, her pirtûkek wî ya nû cure cure rastiyên civakî û rastiya doza netewa kurd derdixwe ronahiyê.

Kitêbên zanistî yên Mamoste Beşîkçî berhemên zanistî ne ku pêşkêşî hemû gelên Anatoliyê û mirovahiyê bi taybetî jî ji kurdan re tên kirin. Kurd, înkar, nîjadperest, karekterê şovenîst ê komara Kemalîst, teza dîroka Kemalîst a Tirkan û teoriya zimanê rojê ya ku gelan paşguh dike û ziman û çandên din înkar dike, qetlîama Dêrsimê û kuştina bi hovane ya 33 gundiyên Kurd ku bi fermana generalê tirk Mustafa Muglali pêk hat, perçekirina welatê kurdan bi destê emperyalîzm û kolonyalîzmê, di pirtûkên wî de qalkirina dabeşkirina Kurdistanê çar parçeyî, pêkhateya siyasî, çandî û sosyolojîk a civaka kurd û gelek tiştên din xwendevanan xwend û hîn bûn.

Ji sala 1975an heta îro, bi taybetî beriya 1980î (dema navbera 1975-1980) organên medyaya kurdî ya legal û îllegal (di qada legal de, kovara Rizgarî kovara Riya Azadî, kovara Jîna Nû, kovara Kawa, kovara Têkoşîn, Rojnameya Roja Welat û Rojnameya Devrimci Demokrat) û bi awayekî neqanûnî ango di îlegalîtê de kovara Xebat, kovara Pêşeng û rojnameya Serxwebûn) Ji xeynî pirtûkên weşanxaneyên kurdî (Weşanxaneya Komal, Weşanxaneya Rêya Azadî, Weşanxaneya Kawa û Weşanxaneya Yontem/Rêbaz) ên li ser kurdan hatine weşandin, pirtûkên Mamoste Beşîkçî, M. Emîn Bozarslan û hin pirtûk û lêkolînên rewşenbîrên kurd ên din, û lêkolînên wan ên siyasî. analîzên zanistî pêvajoya pêşveçûnê bi lez pêşve xistin.

Di salên 1990’î û şûnde Kurdan di çapemenî û weşangeriyê de li Ewropayê serdema ronesansê derbas kir. Xebatên li ser ziman, çand û wêjeya kurdî li Ewropayê û bi taybetî li Swêdê, lêkolînên li ser dîroka kurdan û weşandina bi sedan pirtûkên li ser kurdan li Stenbolê. Ji nû ve çapkirina pirtûkên Îsmaîl Beşîkçî (çapkirin û belavkirina pirtûkên Îsmaîl Beşîkçî ji aliyê Weşanxaneya Yurtê ve, paşê weşanên weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve hatin weşandin û belav kirin), parastina siyasî, çapkirin û belavkirina gotar û hevpeyvînên wî, wergerandina pirtûkeke wî li ser rewşenbîrên kurd bo kurdî, ev hemû tişt kar û xebatên baş bûn ku pêk hatin.

Nirxandina pirtûkên Mamoste Beşîkçî, gihandina hiş û analîzên wî yên civakî û siyasî, vegotina jiyana wî ya bi rûmet û helwesta wî ya berxwedêr, amadekirina teza doktorayê ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve li ser xebatên wî yên zanistî, li bajarên cuda yên kurdan navlêdana park, kolan, pirtûkxane û hwd. Ez di wê baweriyê de me ku divê nave Beççşîkçî  li wan cihan bên danîn, dema welat rizgar bibe, kurdên Bakurê Kurdistanê azad bibin, divê abîdeyek wî jî were danîn.

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *